Koçbera Elewî: Bi aramiyek demkî em xapandin û paşê qir kirin
Sûad El-Ebdulla a Elewî ku ji parêzgeha Humis li Berava Sûriyê ye û ji ber komkujiyên bi destê cîhadîstên HTŞ’ê xwe spartiye herêmên Rêveberiya Xweser, bang kir ku kûjer bên darizandin û Elewî bên naskirin.

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Ji destpêka meha Adara îsal ve HTŞ’ê li berava Sûriyeyê komkujiyên pir mezin ên li dijî gelê Elewî pêk anîn û heta niha jî pêk tîne. Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, zêdetirî hezar û 600 kes hatine qetilkirin, lê di rastiyê de hejmar zêdetir e.
Sûad Ebdulla ya ku ev nêzî 10 roj in ji parêzgeha Humis a berava Sûriyeyê koçberî bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye, ji ajansa me re axivî. Sûad behsa komkujiyên ku HTŞ’ê û hûrguliyên din yên sûc û binpêkirinên li dijî gelê Elewî hatiye kirin, kir.
‘Humis êdî ji bo jiyanê ne bi ewle ye, rewş xeternak e’
Sûad El-Ebdulla ya 71 salî di destpêkê de sedema koçberiya xwe ya ji Humisê vegot. Sûad da zanîn ku ji Humisê ji ber ku HTŞ’ê êrişî wan kiriye koçber bûne û wiha got: “Jin û xortên me revandin. Humis êdî ji bo jiyankirinê ne bi ewle ye. Sedema koçberiya min a ji wir, ez kurê xwe birevînim da ku wî nekujin bû. Ji ber ku ew bûbû hedefa wan çeteyan. Heta vê kêliyê revandin û qetilkirin li wir didome. Êrîşên bi ser malan de jî didomin, ciwanan digrin dikujin û termên wan diavêjin. Li ser lênûsa malbatê çend zarokên kur û bav hebin wan direvînin û dikujin. Me bi çavên xwe dît çawa xelk tên revandin. Êdî ne bi şevê di saetên rojê de jî xelkê direvînin. Rewş li Humis ê pir xeternak e.”
‘Jinan direvînin û ber bi Idlibê ve dibin’
Sûad El-Ebdulla li ser sûc û binpêkirinên ku çêdibûn da zanîn ku ji bo xelkê birevînin û bikujin gel li Humisê dorpêç kirine û wiha hûrguliyên din yên komkujiyan wiha bilêv kir: “Kesek ji me nedikarî derkeve derveyî Humisê, hemû di hundir de hatin dorpêçkirin da ku HTŞ xelkê birevîne û bikuje û yê din jî nebînin tiştên di hundirê Humisê de diqewimin. Jin li Humisê tên revandin û ber bi Idlibê ve tên şandin. Yên din jî dikujin û cenazeyên wan diavêjin. Gelek cenazeyên jinên qetilkirî hatin dîtin. Ez ê çi ji te re bijmêrim û nejmêrim! Ji ber gelek bûyerên kuştinê rû dan, eger ev rewş wiha dewam bike, wê xortek jî nemîne li Humisê. Êrîş bi ser gund û deverên Elewiyan de bi taybetî çêbûn. Çend roj berê, du bira di hundirê firoşgeha xwe de hatin qetilkirin. Pirsa ‘kî Elewî ye?’ dikin û wiha rêzekuştinan didomînin.”
‘Em xapandin û xistin xefika aramiya ku komkujî li pey wê bû’
Sûad El-Ebdulla bi hevoka ji du gotinan a “Em xapandin” rastiya HTŞ’ê eşkere kir û siyaseta ku li ser Elewiyan hatiye meşandin û ketina xefika HTŞ’ê, wiha zelal kir: “Em xapandin, derew li me kirin û gotin êdî hûn di ewlehiyê de ne, em hemû Sûrî ne û Sunî û Elewî xwişk û birayên hev in. Aramî dan xelkê, heta yê koçber jî bûn vegeriyan û wiha em hemû dorpêç kirin, piştre jî dest bi komkujiyan kirin. Gava ku gel ketin xefika aramiya derewîn, komkujî li pey wê hatin, rûyê wan yê rastîn derket holê. Xelkê dan kuştin û yên dan koçberkirin jî li şûna wan di malên wan de bicîh bûn. Hemû xelkên herêma Kerem derxistin û qetil kirin.”
‘Di nav de DAIŞ û çeteyên ji nasnameyên cûda jî hene’
Sûad El-Ebdulla bal kişand ser nasnameyên kesên ku Elewî qetil kirin û komkujiyan heta niha pêk tînin. Sûad got ku piraniya wan ne ji Sûriyeyê ne û wiha dewam kir: “Di bin navê Ewlehiya Giştî de êrîş dikin, lê ew bi xwe çeteyên DAIŞ’ê ne, di van wan de Pakistanî, Çeçen û ji gelek welatên din jî hebûn. Ji ber komkujiyan me deriyên malên xwe li xwe kilît kirin, kesek nediwêrî deriyên malên xwe veke û derkeve kolanê bibîne. Me di nav wê tirs û derûniyê de jiyan dikir. Ev çeteyên ku ji welatên din in komkujiyan pêk tînin, ev bi xwe hatine şandin. Ger nehatibana şandin, wê îro ne li ser axa Sûriyeyê bûna û gelê Elewî jî qetil nekirina. Ji ber ku ji xwe re heq dibînin ku gelê Elewî qetil bikin. Lê di rastiyê de mafê yek kesî tune ye ku kesek din bikuje û heta ku Elewî be û ne jî derbasî welatê me bibin. Lê tiştek ji destê me nayê ku em bikin û bêjin.”
‘Bila kujer bên darizandin’
Sûad El-Ebdulla xwestekên xwe anîn ziman û wiha got: “Em aramiyê dixwazin. Em dixwazin ku zarokên me bijîn û kar bikin, em li Humisê ji birçîna mirin. Daxwaza me ya mezin jî ew e ku kujerên gelê Elewî yên komkujiyan pêk tînin, yek bi yek werin darizandin. Xwîna ciwanên ku li ber çavên dayîk û malbatên wan tên kuştin, divê vala neçe. Divê nasnameya me wekî Gelê Elewî jî were naskirin û qebûlkirin, da ku êdî Sûriyê neyê parçekirin û gelên ji nasnameyên din yên li ser vê axê neyên kuştin. Hemû Elewiyên li Humis êdî tên derxistin, da ku ji xwe re bibin. Lê Humis ya me ye, em aramiyeke ku em û wan bi hev re bijîn dixwazin. Daxwaza me ewlehî, aramî û jiyaneke bedew e, em kuştin û revandinê naxwazin.”
‘Divê mafê me di destûra Sûriyeyê de were naskirin’
Sûad El-Ebdella girîngiya naskirina nasnameya Elewiyan a di destûra Sûriyê ya nû de bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger nasnameya gelê Elewî neyê naskirin û di destûrê de neyê bicîhkirin, wê qîmeta Elewiyan nemîne. HTŞ destûrek li gorî xwe çêdike, ne li gorî gelê Sûriyeyê. Mafê wan tuneye ku bi rê û rêbazên wiha tevbigerin. Mafê me heye ku em xwedî gotin, nêrîn û hebûnê bin di vê Sûriyeyê de. Em bi hêviya ku aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li giştiyê Sûriyeyê serwer bibe.”