Komxebata têkildarî peymana Lozanê didome

Rûniştina dawî a komxebata Navneteweyî ya li ser Lozanê bi babeta bi sernavê “Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş” didome.

Hesekê – Komxebata Navneteweyî a “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî"ya Navenda Rojava ya Lêkoîlnên Stratejîk (NRLS) maseya xwe ya dawî ya bi sernavê “Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş” didome.

Berî destpêkirina vekirina maseya sêyem ji komxebatê, gotûbêjek li ser rapirsîna ku Navenda NRLS li ser peymana Lozanê amade kiribû, hat kirin.

 Di rûniştina sêyemîn a dawî de ya li ser babeta “Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş” du xalên sereke hatin nîqaşkirin. Endama rêveberiyê li Navenda Diblomasiya Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşan Hisên li ser mijara “Bingehên dîtaneyî, felsefî û exlaqî yên ku Neteweya Demokratîk li xwe digire. Neteweya Demokratîk weke berdîleke ji Netewe-dewlet re” nirxandin kir.

Her wiha xala duyem a rûniştina sêyemîn û dawî ya komxebatê bi sernavê “Rêveberiya Xweser a demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke nimûne ji bo çareseriyê” bû. Di nav de Cîgirê hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan Elbebid li ser mijara “Sedemên damezrandina vê rêveberiyê. Cudahiya di navbera Rêveberiya Xweser û nimoneyên rêveberiyên din de, destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser di warê bihevrejiyana aştiyana aştiyane ya gel, ol û zimanan de, hevserokatî û hwd” hat nîqaşkirin û nirxandin.

Komxebat dê bi daxuyaniyekê bê bidawîkirin.