Komxebata li ser Lozanê didome: Jin ji bo têkbirina Lozanê pêşengiyê dikin

Komxebata li ser peymana Lozanê de ku duh hatibû destpêkirin, di roja dûyemîn de didome. Jinên beşdarî komxebatê bûn bal kişandin li ser Şoreşa Rojava û gotin pergala Netewa Demokratîk a bi pêşengiya jinan riya têkbirina Lozanê ye.

Hesekê- Komxebata di bin navê “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” ya ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS duh li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpkirin, îro bi beşdarbûna 150 siyastmedar, rewşenbîr û akademîsyenan di roja xwe ya duyemîn û dawî de didome.

Mijarên ku dê werin nîqaşkirin:

Di roja duyem de dê sê mase bên vekirin. Maseya yekemîn a rûniştinê ku ji aliyê rojnamegera Kurd Newroz Reşo ve tê birêvebirin, li ser rewşa Kurdan a heyî û astengiyên ku rastî wan tên e. Rewşa niha ji hêla siyasî, aborî, çandî û civakî ve li her çar parçeyan, tişta ku Kurdan di vê demê de qezec kiriye. Ev mase di nav xwe de çar eksên nîqaşê dihewîne.

Di maseya duyem a ku ji aliyê mafnas û endama rêveber a Encumena Edaleta Civakî ya Cizîrê Etiya Yûsif ve tê birêvebirin de, rê û rêbazên rûbirûbûna şerê tunekirinê yê ku gelê Kurd armanc digre tên nîqaşkirin. Di heman demê de çar eksên nîqaşê di nava xwe de dihewîne.

Maseya sêyem a ku çalakvana sivîl û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêrk Qasim ve dê bê birêvebirin, li ser babeta derbaskirina Lozanê û çareya herî baş e.

Netewa Demokratîk riya têkbirina Lozanê ye

Nivîskar û Lêkolînerê Fransî Patrîns Firanşkî beşdarbûna komxebta Lozanê bi kêfxweşî anî ziman û wiha axivî: “Her dem em kêfxweş û serbilind in ku mêvanên we ne, derbaskirina sedsaliya Peymana Lozanê de, di heman wextê de salvgera serkeftina Şoreşa Rojava ye. Ev yek ne tesaduf e, em wate didin vê yekê ku sîstema Şoreşa Rojava xwe li ser geş kiriye dê peymana Lozanê têk bibe û ji bo rê girtina peymanên bi vî rengî ew kar û xebat dide meşandin. Li ser wê esasî em teqez piştgirî didin we, hezkirina me ji bo gelê Kurd heye. Siyastmedarên Fransî dema bizanibin gelê bindest hene dikevin tevgerê, karê me dema em vegerin Parîsê ew e ku em piştgiriyê bidin we. Em ê heya dawî piştgiriyê bidin gelê Kurd.”

Endamê parlamentoya Katelonyayê Robîn Dankstîrok jî da zanîn ku ji bo xurtkirina tensîqa di navbera hikûmeta me û Rêvberiya Xweser de kar û xebat bidin meşandin û wiha got: “Karê me mezin e di vê salê de rêxistinkirina meclisa me ya Katalonyayê ku tensîq di navbera rêvberiya xweser de bi rengekî pir baş were kirin. Ji bo wê karê me ew bû hikûmeta Katelonyayê têkiliyên xweş bi rêveberiya xweser re ava dike. “

Jin li dijî Lozanê pêşengiya têkoşînê dikin

Endama Konseya Rêveber a Meclisa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf jî bal kişand ser îradeya jinan a di parastina nirx, dîrok û nasnameyê de û wiha axaftina xwe domand: “Di her şerekî ango aloziyekê de yên herî zehmetiyê dikşînin jin in, ji ber ku jin dayik in, jiyana wan dikeve zehmetiyê, ji bo wê em jinan parazvanên nirxên civakê, çandî û netewewî pênase dikin. Ji ber wê yên bedelên herî giran didin jin in erk û barê serkeftina şoreşê û rûniştandina sîstema Netewa Demokratîk ku hevjiyana azad û azadiya jinan esas digre dane ser milên xwe.”

‘Rêxistinbûna jinan û pêşxistina fikrên Ocalan riya parastinê ye’

Ebîr Hesaf di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ruxmî peymanê qirkirin û perçekirinê, jinên Kurd teslîm nebûn. Her dem ji bo parastina dîrokê û xeta xwe ya siyasî, leşkerî û berxwedaniyê zindî kir. Heya ku bû pêşenga şoreşa bi navê xwe. Ev komxebat di demek pir hesas de hat di demek ku êrîş li ser pêşeng û nirxên vê şoreşê zêde bûne de. Tiştê ku em ji vê komxebatê sûd bigrin ew e ku em dîroka xwe bizanibin, siyasetên li dijî hebûna jinan, şaşîtiyên ku di dîrokê de çêbûn bizanibin da ku em derbas bikin û şoreşa xwe ji êrîş û hedefan biparzin. Ji ber ku parastina şoreşê parastina civakê ye. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de rêxistinbûyîna jinan û civakê, pêşxistina fikir û bîrdoziya Rêber Apo wê bibe hêza çareserî û parastina şoreşa me.”

Çalakvana civaka sivîl Stêrk Asim da zanîn ku peymana Lozanê li ser helandin û dabeşkirina gelê Kurd hatiye îmzekirin û wiha got: “Komxebata ku îro tê lidarxistin peyamek ji civaka navneteweyî re ye ku gelê Kurd perçekirin, talankirin û qirkirinê nema qebûl dike. Gelê kurd ji bo hevgirtina hemû gelan kar û xebatan dide meşandin û banga yekitiyê dike. Gere her kes bizanibe gelê Kurd gelekî zindî ye girêdayî ax, dîrok û nasnameya xwe ye û ji bo parastina xwe û pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînek mezin didomîne, têkoşînek dagirtî fedekarî û berxwedanî dide meşandin.”

Komxebat bi nîqaşan berdewam dike.