Komaleya Al-Rowwad piştgiriyê dide jinan

Seroka Komeleya Al-Rowwad Ola Samir Mohamed a derbarê kar û xebatên Komaleya Al-Rowwad de bersiva pirsên me da, ji bo guhertinê bal kişand li ser girîngiya perwerdeyê û got komale di gelek aliyan de piştgiriyê dide jinan.

ASMAA FATHI

Qahîre – Yek ji welatên ku li gel ferzkirin û zextan, tundî û qetilkirina jinan herî zêde dikeve rojevê Misir e. Komeleya Al-Rowwad a ji sala 1995’an de xebatên xwe dimeşîne ji bû bidawîkirina newekheviya di navbera jin û mêr de, her wiha li dijî tundî û qetilkirina jinan têdikoşe.

Seroka Komeleya Al-Rowwad Ola Samir Mohamed derbarê kar û xebatên Komaleya Al-Rowwad de bersiva pirsên me da.

*Komeleya Rowwad zarokan û jinan dike hevkarên çêkirina biryaran tevî cihêrengiya çandî li Îskenderiyê ku tê de koçberiyek hundirîn û derve heye?

Komele ji sala 1995’an de kar dike û proje bi dest xistine bi gelek desteyên navdewletî ji sala 2009’an de kar dike. Beşeke mezin ji çalakiyan ji bo beşên civakê paşguhxistî û bi taybetî zarok û jinan di warê civakî, çandî û aborî de xurt bibin.

Guhertina rastîn di çanda kokdar de pêwîst dike li rêgehên cuda kar bikin li ser fikrên zarokên herdu zayendan ji bo nifşekî bi hêztir ava bibe bikaribe sînorên xwe biparêze û rêzê ji cudahiyên kesan re bigrin. Her wiha me komîteyên civakî ji beşên civakê ava kirin ji bo pirsgirêk û krîzên xwe dîrekt li pêşberî biryardaran derbirînin ji bo bên çareserkirin. beşdar dibin parçeyek ji çareseriyê û karîna wan derbirandinê bê tirs û dudilî zêde dibe.

Îskenderiye xwedî çandên cihêreng e ji ber koçberiya hundirîn û derve lewre yek xîtab ji bo hemû li dorê kom bibin dijwar e lê em girîngiyê didin fikra entegrasyonê û em hewl didin qadên hevbeş di navbera hemû neteweyan û çandan kom bikin bi riya çalakiyên cuda û projeyên pêşveçûnî û xizmetguzarî bi taybetî yên aboriya jinan xurt dikin.

Em jinan di warê pîşeyan de perwerde dikin, (wekî dirûtin) ku pêdiviya malbatê peyda dike û di aliyekî din de jî dibe jêdera dahatê. Gelek jinan piştî perwerdeyên xwe qedandine projeyên xwe li dar xistin û bi rastî karîn jêderên dahatê cihêreng ava bike.

*Alavên pêwîst ji bo guhertin û pêşxistina rewşa jinan çi ne?

Di sala 2018’an de em ji bo rewşa jinan bi pêş bixin, dixebitin em asta astengiyên li pêş wan dizanin, bi taybetî di karê projeya (Bajarên Ewle ji bo keçan). Nermbûn pêwîst e ji bo fikrên der barê rola jinan zarokanînê tenê de bê guhertin.

Beşdarbûna mêran di çareseriyê de xwedî bandoreke mezin e. Me bang ji bo wan rûniştinan kiri ku bi rastî bandoreke rastîn çêkir, me berê xwe da hemû endamên malbatê li şûna ku bi qurbaniyan tenê re kar bikin ji bo her kes mafên jinan binasin û rola wan kêm nekin ji bo tendirustî û ewlekar bijîn. Em dikarin bibêjin guhertina rastîn di naskirina aliyên dozê ji pirsgirêkê re, dûrxistina biryardarê malbatê ji karê me armanca pêwîst pêkanînê, dibe xewneke nayê pêkanîn ji ber ku çanda tundrew guhertinê napejirîne, li gel fikrên ne xwendina jinan di nava civakê de.

*Hûn li ser mijarên jinan û zarokan kar dikin, planên we di pêşerojê de çi ne?

Di dema li pêş de, em ê karê xwe xurt bikin ciwanan bi mafên jinan bidin naskirin da bigihîjin temenê 18 salî ku bikaribin di warê çandî û zanistî de xwe xurt bikin. Der barê hemû mijarên guhertina di nava civakê de ji ber ku em dixwazin têgehên şaş bigihurînin. Teqeziya me li ser nifşên nû ne ku rola wan di avakirina çanda civakî de mezin e. Bi riya karê di nava malbatê de bi taybetî bi dê û bavan re zanînên girêdayî perwerdeya rastîn erênî bizanibin. Nifşên dirust ava bikin rêzdariyê ji kesên din re bigrin û cudahiya kesan bipejirînin û hemû cureyên binpêkirinan red bikin mafên mirovî di serî de bin.