KJK’ê ji bo Azîme Arsun bang li PDK’ê û jinên Başûrê Kurdistanê kir

KJK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a ji aliyê PDK'ê ve hatiye binçavkirin, bang li PDK'ê kir ku ji hesabên şaş ku ketiye nav vegere û bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî vê yekê xwedî helwest bin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Têkilî û Tîfaqên Demokratîk a KJK’ê derbarê siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a li balafirgeha Hewlêrê hat binçavkirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi hevkariya PDK’ê û MÎT’ê li balafirgeha Hewlêrê girtina Azîme Arsun hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku xetereya wê radestkirina dewleta Tirk heye. Di daxuyaniyê de ev tîşt hat gotin: “Divê PDK’ê piştgirî dayîna dewleta Tirk a faşîst û metînger berde, tavilê rêhevala me Azîme Arsun serbest berde.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di 2’ê Gulanê de rêhevala me Azîme Arsun dema ku ji bo dermankirinê dixwest derbasî Ewropayê bibe bi daxwaza dewleta Tirk li Balafirgeha Hewlêrê hat girtin. Em vê yekê şermezar dikin. Bi rojan e derbarê hevala me ya ku Parastin wê bir cihekî nediyar tu agahî nayê girtin. Xetere heye ku rêhevala me ya bi hevkariya MÎT’ê hat revandin radestî dewleta Tirk bê kirin.   

Tê zanîn ku TC di salên dawiyê de polîtîkayên qirkirina jinê û qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê kûr kiriye. Mîlîtan û welatparêzên me yên hêja yên ji bo gelê xwe têdikoşin li Başûrê Kurdistanê li navenda bajaran ji aliyê şebekeyên cinayetê yên dewleta Tirk ve bi êrişên sûîkastê tên şehîdxistin, li qadên Parastina Medyayê bi çekên ku di qada navnetewî de hatine qedexekirin êriş li ser hêzên parastina gelê Kurd tê kirin. Ev êriş ne tenê gelê Kurd ê bi rûmet hemû hêzên ku dibêje ez mirov im, demokratîk im xist nav tevgerê û divê bixe nav tevgerê. Li hemberî van sepanên ku zirarê dide yekîtî, yekbûn û berjewendiyên netewî ya Kurd hemu partiyên Kurd, siyasetmedar û rewşenbîr li gel gelê xwe cih bigrin. Lê li hemberî van êrişan helwestên hin hêz û partiyan cesaretê dide dijminên Kurdan. PDK’ê yê ku bertekên gelê me yê li dijî têkiliyên wî yê bi dewleta Tirk re ku ji bo bi temamî yekîtiya netewî, hebûn û nirxên gelê Kurd ji holê rake çi ji destê wî tê dike ji nedîtî ve tê, di vê mijarê de cesaretê dide TC yê faşîst.  

Bi vî rengî, têkiliyên hin hêzên ji Başûrê Kurdistanê ku li ser esasê şirîkê politikayên qirkirinê ên TC’ê’ pêşxistin bi qasî trajîk e, wahîm e jî.

Divê bê zanîn ku ev muameleya dawî ya li hemberî siyasetmedara jin a Kurd ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe daye, tenê dilê dijminên Kurdan xweş dike. Nehiştina nêzîkatiyên bi vî rengî ku gelê me gelekî aciz dike, pêwîstiyeke neteweyî ye.

Ev bûyera ku di arîfeya van rojên dîrokî de ku em ê li Bakur, Kurdistan-Tirkiye rejîma faşîst a AKPMHP’ê ku dijminê Kurdan û gelan e, di sandoqan de binax bikin, wê weke hevkarî bê tomarkirin. Divê neyê jibîrkirin ku diyar e hêzên bi vê rejîma faşîst re hevkariyê dikin wê bi vê hilbijartinê re wendahiyek mezin bijîn. Ji ber vê yekê em bang li hêzên berpirsyar ên vê bûyerê dikin ku ji hesabên xwe yên şaş derkevin û li eniya berxwedanê ya li dijî faşîzmê xwedî derkevin. Weke jin ji bo pêşîgirtina van polîtîkayên partiyên desthilatdar ên ku zirarê dide yekitiya neteweyî, divê em jî hewildan û xebatên xwe xurtir bikin. Bi vê minasebetê em bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê yên welatparêz, demokrat û rewşenbîr dikin ku li dijî vê bûyerê xwedî helwest bin.”