Jin qala pergala komînê kirin: Gel bi xwe, xwe rêve dibe

Jinên ku bi Şoreşa Rojava re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe bi komînan dimeşînin, bi esas girtina pergala hevserokatiyê jî pirsgirêkên ku gel dijîn çareser dikin. Jin ji bo komînan gotin “Gel bi xwe, xwe rêve dibe.”

RONAHÎ NÛDA /EBÎR MIHEMED

Qamişlo- Komîn wek têgeh civaka mirovan e û ew komeke mirovên ku li cihekî bi awayekî civakî dijîn, hev diparêzin, xwe bi rê ve dibin, pirsgirêkên jiyanê yên herêma ku lê dijîn çareser dikin re tê gotin. Jiyan li ser komînal tê afirandin, di warê çandî, tenduristî, civakî û pîşeyî de xebat didin meşandin. Komîn stûna civakê ye, bi riya wê pirsgirêk û xizmetên pêwist pêk tê û civak bi xwe di nava xwe de çareser dike. Bi riya komînê wekhevî tê esasgirtin û afrînerî bi pêş dikeve. Di civîna komînan de rewş û daxwaza gel û pêdiviyên wan tên pirsîn û afrînerî pêk tê. Dema komîn xwe bi rêxistin dike, pirskirêkên ku civak jî dijîn kêmtir dibe.

‘Welatiyên netewa demokratîk bi qasî komînal bin dikarin azad bijîn’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5’emîn de ji bo komînan wiha dibêje: “Ferd û welatiyên netewa demokratîk bi qasî ku komînal bin dikarin azad bin. Kesayeta azad a sexte ku ezezîtiya kapîtalîst li ser civakê kişkişandiye di rastiyê de koletiya herî kur jiyan dike. Netewa demokratîk li dijî ferdperestiyê ye û xwe di nava civaka azad a komînê de dibîne. Di asta herî jor de cihê wê heye û bi giştî ji bo qadên jiyanê bingeh e. Mebesta me ji komînan ew e ku komên mirovên ku di her qadên civakê de çalak in. Ji lewre divê her gundek li gorî şert û mercên heyî komîn avabikin, heta derbasî tax û bajaran jî bibe. Her wiha komîn dikare xwe li kooperatîf, febrîqa, komele an jî di saziyên sivîl de jî ava bike. Di heman demê de di hemû qadên jiyanê mîna perwerde, çand, huner û zanistê de dikare were afirandin. Ger wiha bibe mirov dikarê jê re bêje pergala komînal a demokratîk.” 

Komîn mînaka civaka bi rêxistinkirî ye

Dema şoreş pêk hat, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da komînan bi pêş bixînin, ji ber komîn mînaka civaka bi rêxistinkirî ye. Komîn li gund, tax, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin û erka wan a esasî bi rêxistinkirina civakê ye, ji ber bingeha netewa demokratîk, azadî, wekhevî û edaletê ye. Komîn di taxa xwe de kar, xebat, barê civakê, xizmetguzarî, mazot, xaz, paqijî, alîkariya mirovan di aliyê madî û manewî de pêk tîne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya komînan parastina rewa dike. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel bi saya komînan dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û civaka xwe bi rêxistin bike.

Li her aliyên Qamişloyê komîn hene

Li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 102 komîn hene, her wiha bajarokên girêdayî bajarê Qamişloyê, li Girbawî 62 komîn û li bajaroka Tenûriyê 36 komîn hene ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Komîn di salên 2011’an de li ser mala gel xwe bi rêxistin dikirin, piştî avabûna meclisa Gel di sala 2016’an de komîn girêdayî Meclisa Gel bû, Meclisa Gel di rêxistinkirin û mişkûleyên ku komîn dijîn re eleqeder dibe û girîngî dide rêxistinbûn û bi rêvebirina komînan. Komîn xwe li ser 8 lîngên esasî mîna aborî, parastin, tenduristî, çand û huner, perwerde, jin, hêzên cewherî û cîwanan bi rêxistin dike.

Der barê komînan de wek ajans me serdana du komînên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûrieyyê ku xwe bi rêxistin kiriye kir. Her wiha me serdana Meclisa Gel ku komînan bi rêxistin dikin kir û agahiyên berfireh der barê komînan de girt û bi xwendevanan re parve kir. Ka em mêze bikin pergala komînan a ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe çawa ye.

‘Komîn cihê biryarê ye û esasê wê gel e’

Hevseroka Meclisa Gel a bajarê Qamişlo Hûriye Şemdîn têkildarî avabûna komînan û rola komînan nêrîna xwe wiha anî ziman: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo komîn li Rojavayê Kurdistanê hatin birêxistinkirin. Di gava destpêkê de komîn girêdayî mala gel bû, piştî 2016 Meclisa Gel hat birêxistinkirin komîn girêdayî wan bû. Hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala komînê ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe hene. Li bajarê Qamişloyê 102 komîn hene û du bajarok jî girêdayî bajarê Qamişloyê ne, komîn li wir jî hatine birêxistinkirin. Li bajaroka Girbawî 62 komîn hatine bi rêxistin kirin û belda Tenûriyê jî 36 komîn hatina bi rêxistin kirin. Komîn jî mîna Meclîsa Gel komîte û rêxistinbûna xwe ava dike. Komîn xwe li ser 8 komîteyan ava dike. Tişta ku em dixwazin di komînan de bê avakirin ewe ku gel bikaribin pirskirêkên xwe çareser bikin û projeyên xwe derbixînin. Ew 8 komîte jî alîkarî komînan dike û pêwistiya gel çareser dike.

‘Komîn ruhê komînalbûnê ava dike’

Hûriye Şemdîn diyar kir ku ew jî wek Meclisa Gel çi pêwistî ji komînan re lazim bike ew jî bi erkê xwe radibin û got: “Dema pirsgirêk çareser nebe, komîn wê dibe Meclisa Gel û meclis bi wê pirsgirêkê re mijûl dibe. Komînên ku hatine avakirin ezmûna yekemîn bû, elbet dê kêm û kurtayiyên wê jî hebin, ji ber zihniyetek bi salan hatiye meşandin heye û ew zihniyet desthilatdariyê esas digirt  û gel esas nedigirt. Hêviya me ew e ku gelê me komînên xwe esas bigre û ruhê komînalbûnê di jiyan û komînan de ava bike. Wek Meclisa Gel jî çi alîkarî lazim be em dikin. Komînên ku hatin avakirin bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bûn û gelek dahurandinên Rêber Apo li ser mijara komînê hene ku ew yek ji bo me esas e. Komîn cihê biryarê ye û esasê wê gel e, ji lewra em jî wek Meclisa Gel, gelê xwe esas digirin û armanca me ew e ku em vê projeyê bi ser bixînin.

‘Komîna Şehîd Berxwedan di sala 2011’an de hatiye avakirin’

Helîma Silêman Hecî ji taxa Xerbî ya Bajarê Qamişlo û Endama Komîna Şehîd Berxwedan a taxa Xerbî ye û navê Komîn li ser lawê wê ya şehîd hatiye avakirin û cihê xwe di Komînê de weke Sulhê digre, nêrîna xwe der barê komînê de wiha anî ziman: “Em wek komîn çi dikeve ser milên me em dikin. Em pêşengiya hemû karên mîna meş, merasîm, perwerdeyan dikin. Em hemû karan di nava xwe de dimeşînin û komîna me gelek bi ser ketiye. Komîna şehîd Berxwedan di sala 2011’'an de hatiye avakirin. Roja ku avabûye heta niha gelek kar û xebatên serkeftî dimeşîne. Em gelek karên civakê di komînê de digirin dest. Her wiha em kel û pel, sotemenî û gaz li vir belavî civakê dikin. Ez cihê xwe di Sulhê de digirim û çi mişkûle werê ber destê me em pê radibin û çareser dikin. Dema pirskirêk çareser nebe, em radikin meclîsa taxê.”

‘Cihê çareseriyê komîn e’

Helîma Silêman Hecî da zanîn kesên dildar tevlî komînê dibin û piraniya endamên komînê ji jinan pêk tê û got: “Cihê çareseriyê komîne, loma gel berê xwe dide komînê û hemû karên xwe li wir çareser dikin. Em siharê demjimêr 8:00 komîna xwe vedikin heta nîvro demjimêr 13:00. Di komînê de pergala hevserokatî, arşîv, sulh heye, ev hemû li ser karê xwe disekinin û xizmeta civakê dikin. Di civakê de kî hebe dikare were bibe endamên me. Kesên ku cihê xwe di komînê de digirin, dilxwazin û xizmeta civaka xwe dikin. Ev 12 sal in li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatiye û bi saya şoreşê îro komîn hatiye avakirin. Îro em ji bo Rêberê xwe, şehîdên xwe û welatê xwe kar dikin. Rola jin di komînê de pir girîng e û piranî kesên ku cihê xwe di komînê de digirin ji jinan pêk tên. Niha di Sulhê de em çar jin û mêrek heye ku piranî hêz, bawerî û hebûn a jinan e. Yên ku komînê dimeşîne, jin e. Em dixwazin komîna me her serkeftî be.”

‘Bi dilxwazî di komînan de kar dikin’

Hevseroka Komîna Şehîd Elî ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, Şaha Emîn Hesarî, di derbarê komînê de wiha nêrîna xwe parve dike: “Ez cihê xwe di komîna şehîd Elî de digirim. Em li vir xizmeta civakê dikin û çi lazim dike li ser disekinin. Em gelek evraqên mîna mal, leşkerî, seyare, motor û di taxan de tu pirskirêkên xizmetguzarî hebe em agahî didin şaredariya gel û wiha tê paqij û çareser dikin. Ji bo gelê me çi alîkarî û pêwistî hebe, em alîkar dibin. Komîn di eslê xwe de jê re dibêjin a gel, ji lewra gel çi bixwaze em xizmetê civaka xwe dikin û em xizmetkarî gelê xwe ne. Em niha di komînê de bi dilxwazî kar û xebat dimeşînin.”

‘Komîn gel e, gel jî komîn e’


Şaha Emîn Heserî avabûna komînan ji bo gel şensek mezin nirxand û diyar kir ku komîn gele, gel jî komîn e û wiha domand: “Ev çar sal in ez cihê xwe di komînan de digirim. Komîn ji bo min ezmûnek baş bû ku mirov dert, pêwistî, zor, zehmetî û kêfxweşiya gelê xwe dizane. Ji bo gel çi lazim be, em bi wan re ne. Bi avabûna komînê re civak kêfxweş bû. Dema civak tê li komînê dirûnê û pêwistiyên xwe çareser dike, aîdê xwe dibînin, ji lewra ev yek rehetî û kêfxweşiyek mezin xist dilê wan de. Di dema Rejîmê de ne wiha bû, berê herkesî didan cihên cuda û li ser halan pirskirêkên heyî çareser nedikirin. Dema şoreş pêk hat, hemû daîreyên resmî bûn a gel û pirskirêkên heyî zû çareser kirin. Niha gel bi avabûna komînê re dilşad de û dizanin komîn gel e, gel jî komîn e. Dema gel berê xwe dide komînan mîna dayik û bavê xwe dibîne û dizane mijara heyî dê bê çareser kirin.”

‘Di komînan de demokrasî heye’

Şaha Emîn Heserî bal kişand rol û mîsyona hevserokan di komînan de û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em dibêjin serok û hevserok û ev tê wateya yekitî û tê wateya seroka ku kar dike hevserok jî dike. Jin û mêr wekhev kar dikin, ji lewra em dikarin bêjin ku ferq û cudahî di navbera zayendan de nîne û demokrasî heye. Her kes pênûsa xwe ji bo gelê xwe bi kar tîne. Dema hevserokek ne amadebe hevseroka din wê karê bi rê ve dibe û karê gel di nîvço de namîne. Komîn nebûya dê tevlîhevî hebûya û gel nedizanîn berê xwe bidin kuderê. Dema komîn ava bû di her tax, mintiqeyekê de komînek hate avakirin, loma gelê me niha pir rihete. Bê tirs û bê şerm gelê me berê xwe dide komînan û mijarên xwe çareser dikin.”

‘Komînên xwe dewlemend bikin’

Şaha Emîn Heserî ji bo pêşerojê nêrîna xwe wiha parve kir: “Ji bo pêşerojê em bi hêvî ne komînên me hîn zêde bi pêş bikevin û bêtir fireh bibe. Her wiha hêviya me ewe ku gelê me hemû mijarên xwe di komînan de çareser bikin û bi dilek xweş biçin cihê xwe. Em ê herdem rêz bidin gelê xwe ji ber ev komîn bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Bi hezaran şehîd ji bo ku îro pergala me bê avakirin canê xwe feda kirin û em ê jî laiqê wan bin. Komîn him daxwaze gel bû, him jî daxwaze rêxistina me bû. Rêber Apo ji bo komînê nêrînên pir dewlemend kiriye loma em ê ji bo Rêberê xwe hîn zêde kar bikin û komînên xwe dewlemend bikin.”