KJAR: Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' nexşerêya azadiyê ye

Bi wesîleya salvegera serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin; KJAR’ê daxuyaniyek nivîskî da û bang li her kesê kir ku di 16’ê Îlonê de li qadan bin.

Navenda Nûçeyan – Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) der barê 1'emîn salvegera şoreşa "Jin jiyan azadî" ya ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya KJAR’ê de wiha hat gotin: 

"Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê projeya çareseriya gelan û jinan li Îranê ye. Modela neteweya demokratîk, yek ji modelên herî guncaw e ji bo şoreşa dîrokî ya 16'ê Îlonê. Îsrar û daxwaza tevgera şoreşgerî ya jinan weke faktora herî bingehîn di belavbûna serhildanên ber bi şoreşê ve careke din bi eşkereyî hat dîtin. Jin daketin qadan û hêrsa xwe ya li dijî rejîmê qîriyan. Xala herî girîng a şoreşê jî navendbûn û pêşengiya jinan bû. Di vê pêvajoya şoreşgerî de jin, ciwan û hemû beşên civakê cih girtin. Wan bi berxwedaniya xwe şoreşê jiyandar kirin, hemû gelên li Îranê, bi xwedîderketina li Jîna Emînî nîşan dan ku ew şoreşek bi pêşengya jinan dixwazin û ev yek gerdûnî kirin. 

‘Jinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî siyaseta kuştin û zextên li ser jinan têkoşiyan’

Wan di mijara pergalek demokratîk a ji pergala baviksalarî û desthilatariyê bêpar de israr kirin û dikin; yanî di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de bi awayek herî zelal nîşan dan ku ew şoreşek civakî ya di pêşengtiya jin de dixwazin.  

Di sala borî de, jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî siyaseta kuştin û zextên li ser jinan têkoşiyan. Qetilkirina Jîna Emînê ku di encama îşkenceya rejîmê de rû da jî bû sedema hêrsa mezin a hemû jinên berxwedêr û azadîxwaz.  

Dirûşma 'Jin jiyan azadî' ku li Rojhelatê Kurdistanê cara yekem di merasima weşartina Jîna Emînî de, li ser gora wê hat avêtin, bû pênaseya bîrdoziya xwepêşandanan. 

‘Peyvên jin û jiyan xwedî heman kokê ne’

Rêber Apo di Nîsana 1989’an de, weke damezînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, di analîza xwe de wiha dibêje; “Li Kurdistanê her du peyvên Jin û Jiyan xwedî heman kokê ne.” Ji wê rojê û pê ve got; “Ji bo jiyaneke demokratîk û azad divê jin azad bibin.”

Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî di destpêka salên 2000’î de, li bakurê Kurdistanê di serhildan û xwepêşandanan de weke sembola azadiyê derket holê.  

Îro jî li Rojavayê Kurdistanê veguherî şoreşa jinan. Her wiha bi dengê ku li Rojhelatê Kurdistan û Îranê bilind bû jî, cîhanî bû. 

Ev pênaseya rast di nava civak û jinên cîhanê de bû bang û sembola azadiyê. Tevahiya cîhanê ber bi felsefe û paradîgmaya azadîxwaz ve bir. Bi vî rengî, Jîna bû sembola vê şoreşê. Ji bo wê, em di salvegera şoreşê de hemû şehîdên demokrasî û azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Li gel bîranîna şehîdan, em sonda avakirina Îrana demokratîk û Kurdistana azad didin. 

Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê bi rêxistinbûna xwe, karaktera sedsala 21'ê diyar bikin. Ji bo jiyana demokratîk û azad, pêwîstî bi xwebirêxistinkirinê heye. Ji bo parastina nirxên şoreşa 'Jin jiyan azadî' û avakirina civakeke azad û demokratîk jî têkoşîna hevpar divê bê pêşxistin.

‘Bi dirûşma jin jiyan azadî hemû neteweyên li Îranê hatin ba hev’

Felsefeya 'Jin jiyan azadî' hemû neteweyên li Îranê anî ba hev û têkoşîna jinan û civakê kir yek. Gelên Kurd, Azerî, Fars, Belûc li dora vê felsefeyê bûn yek. Ji bo wê, ji her demê zêdetir pêşxistina têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan pêwîst e.

Komara Îslamî û niha jî Talîban, dixwazin li ser bedena jinan, serweriya xwe pêk bînin lê jinên Îranî ku rewşa jinên Afgan ji nêz ve dişopînin, bi coşeke mezin a hevgirtinê têkoşîna hevpar dimeşînin. 

Jinên li Afganistan û Îranê di gelek mijaran de xwedî xalên hevpar in. Ji ber vê yekê em bi rêxistinbûyîn dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. 

Yekane riya çareseriyê projeya Neteweya Demokratîk e. Projeya 'Neteweya Demokratîk' xwedî şert û mercên organîzekirina Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Em dikarin projeya 'Neteweya Demokratîk' bi pêş bixin. Mafê îfadekirina hebûn an jî parastina cewherî ya jinan, bingeha rêxistinbûna hemû jinan e. Ev proje ji aliyê gelên Îranê ve tê xwestin, ji ber ku gelên Îranê di avakirina rejîmeke demokratîk de îsrar dikin." 

KJAR’ê, di daxuyaniyê de bal kişand ser xalên pêwîst û diyar kir ku ji bo çareseriyek mayînde pêwîstî bi pêkanîna van xalan heye;

* Bi boneya 1'emîn salvegera şoreşa "Jin jiyan azadî" divê jin, ciwan û hemû beşên civakê tevli greva giştî bibin.

*Divê di 25’ê Îlonê de serdana gorên şehîdên şoreşê, bê kirin. 

* Ne tenê li Rojhilat û Îranê divê li seranserê cîhanê çalakî bên lidarxistin. 

* Li dijî zihniyeta ku jîngehê talan dike û mirovan îstîsmar dike, xwe birêxistin bikin û têbikoşin.

* Di berdewamiya şoreşê de yekitiya jinan û pêkhateyên civakê, pêwîst e.