Kesên li Îranê hatibûn binçavkirin behsa îşkenceya ku ditîne kirin
Li Îranê kesên ku hatine binçavkirin behsa îşkenceya ku dîtine kirin û gotin; “Dest û lingên me şikandin, hinekan çavên xwe winda kirin û hinek jî bi gotina ‘mirine’ hatin hêlan.”

LARA GEWHERI
Mahabad- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku piştî qetilkirina Jina Mehsa Emînî destpê kir li hemû bajaran berdewam dike. Ji destpêka serhildanê heta niha bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, em bûn şahidê pêla tundiyê ya li kolanan û girtinê. Îşkenceya ku di bin çavan de destpê kir, piştî dihatin girtin jî berdewam dikir. Kesên ku rastî îşkenceyê hatine tiştên ku jiyan kirine ji ajansa me re gotin.
‘Keça di nava xwînê de birin’
Dylan Kothari ku bi dayika xwe re bejdarî xwepêşandanan bûn, çûn malekê heta xwe xilas kirin û wiha got: “Piştî ku me dengê çekê bihîst, di nava qerebalixiyê de em jî revîn û me xwe xist di malekê de, hemû kes di reviyan, pişt pencereya wê malê, 5 polîsan jinek di nava xwînê de birin. Min dit ku li beramberî kesekê gortinên nexweş di got û bi erdê ve xişkand û xistin di kamyonekê de û birin.”
‘Heta mirinê derb kirin’
Mazyar Rafi ku di xwepêşandanan de hatibû girtin wiha got: “Li kolanan di rojek bi xweîn de, dema ku em di reviyan hêzên emnî êrîşî me kirin, 12 polîsan derdora min û hevalên min girt, bi mebesta kuştinê li me dixistin, ew qas zalim bûn ku weke ku em dijminê wannin bi hêrsek wisan nêzî me dibirin.”
Mazyar Rafi destnîşan kir ku piştî ku hatin derb kirin birin navenda girtine û wiha got: “dema ku hişê min hat serê min, di navendek ya girtinê de di nava jinan de bi didanên şikestî ez li erdê bûm. yek ji memuran hate gel min got tu 9 rihî, ji ewqas lêdana ku te xwazrî tu çawa rizgar bûyî. Ji ebr ez ji 18 salî biçûktir bûm piştî çend rojan ez hatim berdan. Dema ku ez çûm nexweşxaneyê ji ber ew tundîtûjiya ku min ditî destê min yê rastê û tiliyên lingê min yê çepê şikestine û li pişta min cihê dar hebû, ji ber êş û şînbûnê min kutek dikarîm tevger bikim.”
Di siya mirinê de xew dike
Sîma Ahmadnia ya 34 salî anî ziman ku ew di roja qetilkirina xwepêşander Îsmaîl Maludî (Sîmko) de hatiye girtin û tiştên ku jiyaye bi van hevokan vegot: “Ji bo protestokirina vê bûyerê ez bi hinek hevalên xwe re derketim kolanê. Di kêliyekî de polîs êrişî me kir û em reviyan kolanên navberê. Lê me girtin. Yek ji erkdaran hat li pêşberî min sekinî û li min da. Ya din jî got ‘ka rabe em biçin ev mir’. Ji ber ku gel li kolanê bû hêza wan a girtina me nîn bû. Hîn xwepêşander min ji destê polîsan rizgar kirin. Dema ez çûm gel bijîjk ji laşên min gelek mermiyên plastîk derxistin. Şopên mermiyan lê li ser laşê min e. Ji ber vê yekê bijîjkan nekarî hîn mermiyan derxe. Hêja her şev di siya mirinê de xew dikim.”
Dîlara Amînî jî destnîşan kir ku ew di avêtina ser mala wê de hatiye binçavkirin û got, “Rojek dema ez li derve bûm dayîka min bi girî li min geriya û ji min re got ‘tu diçî ku derê bireve’. Polîs ji bo min û birayê min bigre avêt ser malê.”
Hin kes çavên xwe wenda kirin
Laleh Zamanî jî yek ji wan kesan e ku li ser Şara Dibistanên Urmiye ji ber ku hîcaba wan nîn e hatine binçavkirin. Laleh Zamanî der barê girtina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi hejmarek zêde xwepêşander hebûn. Em li kolanan dibaziyan. Sê polîs min girtin, min suwarê trampêlek mezin kirin. Bi zorê tiştek xistin situyê min û telefona min xwestin. Bi rastî min dît ji bi serê jin û zarokên keç tînin. Di serî de jin gelek xwpêşander bi êrişên ji mesafeyek nêz çavên xwe wenda kirin. Gelek girtiyên ku niha ahtine berdan tiştek nayê bîra wan.”