'Em serhildana jinê ya li Rojhilate Kurdistan û Îranê silav dikin'
Delegeyên ku beşdarî Kongreya 9’emîn a Kongra Star bûn ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê wiha gotin: “Bi ruhê şoreşa jinan em serhildana Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin û em dibêjin serhildana we bi qîmet e.”

VIYAN AMED
Heseke – Kongreya 9’emîn a Kongra Star bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinan, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixin” di 15’ê Çileya 2023’an de li dar xistin. Hezar jin beşdarî kongreyê bûn û vê kongreyê diyarî serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin. Delegeyên ku beşdarî kongreyê bûbûn serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kirin û piştgiriya xwe parve kirin.
‘Em li kêleka jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne’
Berdevka Kongra Star a herêma Firatê Medya Hiso serhildana Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir û got: “Em bi taybetî kongreya xwe diyarî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin ku îro bi pêşengiya jinan serhildanek mezin tê meşandin. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rastiya jin û jiyanê diafirînin. Îro hemû jinên cîhanê bi yek dengî dibêjin bes e ji zilm û desthilatdariya mêr-dewletê re. Feraset û desthilatdariya Îranê li dijî jinan pir hişk e û bi tu awayî mafên jinan di wê pergalê de tune ye. Heta xwezayiya jinan jî ji wan re qedexe ye. Jîna Emînî ji ber porê wê xuya kir hat qetilkirin, pergal hebûna jinê jî nema qebûl dike. Loma serhildan û têkoşînek bêhempa li hemberî desthilatdariya heyî pêk hat ku êdî her kes dizane heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Îradeya jinan pir qewîm e loma zû bi zû naşikê. Em bi wesîleya kongreya xwe serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin û dibêjin em li kêleka we ne û berxwedana we pîroz û serkeftî ye.”
‘Pergala Îranê dê bi destên jinan bê ruxandin’
Koordînasyona Kongra Star a herêma Helebê, Suad Hesen serhildana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rêber Apo dibêje ‘Jina şer dike xweşik dibe, jina xweşik dibe tê hezkirin, loma îro jin hebûna xwe mayinde kiriye û bûye îlham ji tevahî cîhanê re. Îro kongreya me hat lidarxistin û ev kongre diyariya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye, ji ber jinên wir li hember desthilatdariya heyî têdikoşin û rabûne serhildanê. Li Helebê jî çirûska yekem a şoreşa jinan bi şehadeta Endama Kongra Star Gulê Selmo dest pê kir, îro jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya Jîna Emînî dest pê kir. Me di şoreşa xwe de tu caran serî li hemberî dijmin netewan û bi rêbazên şerê gel ê şoreşgerî me hemû jinan çek rakir û li kêleka YPJ’ê me hebûna xwe parast. Îro jî em bi ruhê şoreşa jinan piştgiriyê didin jinên Rojhiatê Kurdistan û Îranê. Heta niha jî tehdît û êrîşên mezin li hemberî şoreşa me hene, ruxmê wê jî asta berxwedan û têkoşîna me pir mezin e û em dikarin tevahî jinên cîhanê jî biparêzin. Ji ber îlhama me ya yekem fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Em bi navê jinên Rojavayê Kurdistanê silavên xwe yên germ ji jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re rêdikin û em dibêjin dê pergala Îranê bi destê jinan were rûxandin û dê pergala wekhev û azad bê afirandin.”
‘Dem ku jin bi hev re bin hêza wan dikare gelek tiştan biguherîne’
Ji Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman da zanîn ku serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinê dest pê kir û wiha got: “Em di serî de serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengiya jinan dest pê kiriye silav dikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo, riya azadiyê nîşanî tevahî jinan da ku îro jin li her aliyên cîhanê di nava têkoşînê de ye. Îro dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' di serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê de deng vedaye û bûye cîhanî. Bi serhildan û berxwedana jinan li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şoreşek pêk hat û navê şoreşê, şoreşa jinan e. Bi ruhê şoreşa jinê em serhilanda Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin û em dibêjin serhildana we bi qimete. Dema jin hêza xwe bi kar tîne, bandora wê li tevahî cîhanê tê dîtin. Serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi serkeftinê ve diçe û ev serhildan dibe çareserî ji civakê re. Em pişgiriyê didin wan jinan û em di her aliyê de amade ne ku em yekitiya xwe misoger bikin. Em her dem li kêleka jinên azadîxwaz in û divê em bibin cihê çareserî, biryar û însiyatîf da ku çarenûsa tevahî jinan em bi hev re diyar bikin. Em di wê biryardariyê de ne ku em ê şoreşa jinan bikin cîhanî û aramî, aştî û demokrasiyê di nava civakan de mayinde bikin.”