Li Îranê dû rojnamevan hat girtin

Êrîşên rejîma Îranê li ser xwepêşander, çalakvan û rojnamevanan berdewam dike. Nûçegihana ajansa Şehir Haşimî û çalakvan sivîl û wênekêş Reyhane Terawetî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan -  Serhildanê gelê Rojhılatê Kurdistanê Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, di 128’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta bikar ne anîna hicabê, berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, piştgirîdayîn an jî tevlîbûna serhildanê û bi sûcdariyên bê bingeh bi taybetî çalakvanên jin digre û mehkûmê cezayên girtîgeh, pere û darvekirinê dike.

Duh li bajarê Tehranê dema ku ji bo wergirtina îfadeyê  ji Girtîgeha Evîn ya Tehranê gazî nûçegihana ajansa Şehr Milîka Haşimî hat kirîn, li wir hat binçavkirin.

Her wiha Dadgeha Şoreşa Bajarê Tehranê, duh cezayê 6 salan yê girtîgehê li çalakvana sivîl Reyhane Terawetî birî. Li gorî biryara dadgehê, Reyhane Terawetî bi tometa ‘avakirin û rêxistinkirina çalakiyên armanckirî yên di çerçoveya tevgerên jinan yên li Îranê û tevlîbûna Tevgera Me Too’ de tê tometbar kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve rojnamevanî yek ji wan beşên civakê ye ku rastî zext û êrişên tund ên hêzên dewleta Îranê tê. Di vê çerçoveyê de ji destpêka xwepêşandanan ve zêdetirî 75 rojnamevan hatine girtin.