‘Kesê ji edaletê berpirs, hêviya edaletê nake’

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 842’an berdewam dike. Axaftina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a der barê Roja Hiqûqa Cîhanê de bi birxist û got: “Kesê ku berpirsiyarê edaletê ye, hêviya edaletê nake. Ew ji wezîfeya xwe berpirsiyar e ku bi cih bîne.”

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

‘Kesê ku berpirsiyarê edaletê ye, hêviya edaletê nake’

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tendirustiyê nobeta Edaletê ya roja 842’an di mala xwe a Pirsusê de berdewam kir. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal twitterê pervekirina kir bal kişand ser axaftina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a der barê 10’ê Tîrmehê Roja Hiqûqa Cîhanê û wiha hate gotin:

“@yilmaztunc hêvî kiriye ku hiqûq serwer be, di nav mirovahiyê de heqaniyet û edalet serwer be. Kesê ku berpirsiyarê edaletê ye, hêviya edaletê nake. Ew ji wezîfeya xwe berpirsiyar e ku bîne cih. Li dijî hiqûqa serdestan 842 roj in têkoşînek didome û hemû cîhan dişopîne.”