KCDP: Di meha Nîsanê de 21 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên “Platforma em ê cînayetên jinan bisekinînin” li Tirkiyeyê di meha Nîsanê de 21 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê qetilkirin, tundîtûjî, tacîz, tecawiz û mirina bi guman a jinan her ku diçe zêde dibe. Platforam em ê cînayetên jinan bisekinînin (KCDP) ji nûçeyên ku di çapemendiyê de derketine û serlêdanên bi xwe kirine de rapora meha Nîsanê amade kir û weşand. Li gorî raporê di meha Nîsanê de 21 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, mirina 23 jinan weke bi guman ket qeydan.

‘Jinên ku der barê jiyana xwe de biryar girtin hatin qetilkirin’

Platforma ku ji sala 2010’an heta niha li welat qetilkirina jinên ku hatine tesbîtkirin, daneyên wan tên aşkerekirin, bal kişand ku hê jî di vê mijarê de der barê daneyan de ji wezaretê daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Di meha Nîsanê de ji 21 jinên ku hatine qetilkirin, 5 ji wan xwestine hevjînê xwe berdin, razîbûnê red kirine, zewicê red kirine, têkiliyan red kirine bi bihaneya ku der barê jiyana xwe de biryar didin, 2 jê bi hinceta aboriyê, 1 jê bi hinceta şer, 1 jê ji ber nakokiyên erd hatin kuştin. 12 jî bi kîjan hincetê hatine kuştin nehat tesbîtkirin. Tesbîtnekirina vê rewşê platformê bi van gotinan aşkera kir: “Tesbîtnekirina 12 jinan ku ji ber kîjan sedemê hatine kuştin, encama ji nedîtîvehatina cînayetên jinan e. Heta ku tesbît nebe jin ji aliyê kê ve hatine kuştin, darazandinek adil dê neyê kirin. Bersûc û qatil dê cezayên giran negirin, tedbîr neyên girtin, wê tundîtûjî zêde bibe û berdewam bike.”

Jin ji aliyê kê ve hatin kuştin?

21 jinên ku di meha Nîsanê de hatin qetilkirin, 9 ji wan ji aliyê mêrên bi wan re zewicî ve, 1 jê ji aliyê hevjînê xwe yê berê, 1 jê ji aliyê mêrê ku tekiliya wê pê re hebû, 2 jê ji aliyê kesûkarên xwe ve, 3 ji aliyê kurên xwe ve, 3 ji aliyê kesên nas dikir ve, 1 ji aliyê bavê xwe ve hatin kuştin. Di heman demê de di malên ku ji bo xwe weke qada herî bi ewle dibînin de hatin qetilkirin.

Jinan biparêzin

Di raporê de bal hat kişandin ser wezîrê karên hindir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku dibêje rêjeya qetlkirina jinan kêm bûye û wiha hat gotin: “Li gorî daneyên me di sala 2020’an de 300 bûyerên qetilkirina jinan, 171 bûyerên kuştina wan a bi guman, di sala 2022’an de 334 cînayetên jinan, 245 kuştinên jinan ên bi guman qewimîn. Rayedar li ser peymana Stenbolê rastiyan berovajî dikin bila zagona 6284 pêk bînin û jinan biparêzin.”

Divê bûyerên mirina bi guman a jinan werin aşkerakirin

Di raporê de hat bibîrxistin ku bûyerên kuştina jinan a bi guman bi awayekî cidî zêde dibin û wiha hat gotin: “Kuştina jinan a bi guman, mixabin ji cînayetên jinan hin zêdetir û zehmet e. Jin bi rastî hatine kuştin yan bi qezayê hatine kuştin, jin di bingehê zayendparêziyê de hatiye kuştin yan na? Divê ev per hemû werin bersivandin.”