Kanalîzsyonên servekirî yên li kampên Idlibê nexweşiyê belav dikin

Koçberên ku li kampên Îdlibê yê li bakurê Sûriyeyê dimînin, ji ber kanalîzasyonên servekirî, bi nexweşiyan re rûbirû ne. Dermatolog Safaa Othman, bal kişand ku nexweşiyên tên klînîkê zêdetirî wan zarok in û got ku kanalîzasyon pir bi xeter in.

HADEEL AL-OMAR

Îdlib – Koçberên ku li kampên Îdlibê yê dikeve bakurê Sûriyeyê dimînin ji ber kanalîzasyona vekirî jiyana wan di xeterê de ye. Gelek zarok bi xetera ketina kanalîzasyonên servekirî re rûbirû ne, bi belavbûna vîrusan jî nexweşiyên cur be cur ên çerm belav dibin. Tenê li 39 kampan kanalîzasyonên ku ava qirêj û avêtî, bi kanalên taybet kom dikin û davêjin hene, li kampê ku fermî nîn in ev xizmet nayê kirin.

‘Dibe sedema mirina zarokan’

Laila Al-Anbî ya 41 salî ku li kampeke bakurê Îdlibê dijî got ku kanalîzayonên servekirî bi taybetî ji bo zarokên biçûk xeter in û da zanîn ku ew ditirsin zarok bikevin çalên kanalîzasyonê û wiha domand:

“Bûyerên wiha pir zêde diqewimin, gelek zarok dimirin. Tevî ku ez ji zarokên xwe re dibêjim li derdora kanalîzasyonê nelîzin jî çend caran ketin nav. Ger ku me mudaxele nekira dê zarokên min jiyana xwe ji dest bidana. Pirsgirêk tenê xetera ketina zarokan nîn e di heman demê de ji ber bêhna xirab a li kampê jî em aciz dibin. Weke ku jiyana li konan nebes be, van kanalîzasyonan jî zehmetiyên me girantir dikin.”

‘Li kêleka kona me kanalîzasyona vekirî heye’

Roaa Al-Haj Hussein a 38 salî ya li kampa Qah dimîne jî got ku li kêleka kona lê dimînin kanalîzasyona vekirî heye. Roaa Al-Haj Hussein diyar kir ku ji ber vê yekê mêş zêde ne û da zanîn ku bi zarokan re di serî de nexeşiyên xurê laşmanyayê, nexweşiyên çerm ên cur be cur çêdibin. Roaa Al-Haj Hussein, diyar kir ku tevî di ser nexweşiyan de demên dirêj derbas dibin jî li ser çermê zarokan şop dimînin û hişyarî kir ku bi hatina demsala havînê re dê nexweşî belav bibin. Roaa Al-Haj Hussein, ji saziyên civaka sivîl xwest li kampên ku kanalîzasyonên servekirî li wan hene lêkolînan bikin.

‘Jiyana bi hezaran mirovan dixe xeterê’

Dermatolog Safaa Othman jî bal kişand ku nexweşên tên klînîkê zêdetirî wan zarokên ku li kampên ne fermî yên li bakurê Sûriyeyê dimînin û got ku ji ber ava qirêj nexweşiyên şewbê belav dibin. Safaa Othman, wiha domand:

“Bi taybetî nexweşiyên çerm ên weke spî, xur, leishmaniasis û gastrointestinal belav dibin. Kanalîzasyonên servekirî dibin sedema belavbûna lezyon û nexweşiyên çerm. Ev der dibe sedem ku kêzikên bi mikrob zêde bibin. Gelek şêniyên kampê ji tuwaletên paqij bêpar in, neçar dimînin ava qirêj bi kar bînin. Ev yek jî dibe sedem ku nexweşiyên cur be cur belav bibin. Tunebûna ava paqij, kanalîzasyonên servekirî jiyana bi hezaran kesan dixin xeterê.”