Ji bo jinên têkoşîna penceşêrê didin bû ‘Dozek Hêvî’

Înas al-Bedran, ji tercûbeya xwe ya zehmet a penceşêra memikê îlham girt û ji bo piştgiriya derûnî ya bi jinên ku bi nexweşîna penceşêra memikê ketine, înîsiyatîfa bi navê “Dozek Hêvî” ava kir.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Hinek jinên bi nexweşiya dijwar a mîna penceşêrê re rû bi ru dimînin, li şûna tirsê hêvî û li şûna qelsbûnê jî hêzê hildibjêrin. Ev çîroka Înas al-Bedran a ku xwediya înîsiyatîfa bi navê "Dozek Hêviyê" ku ji êşek takakesî veguherî hewldanek erênî û hêvî û başbûnê tûşî jinan dike ye.

Teşhîs û zehmetiyên destpêkê

Înas al-Bedran a ji Besrayê û damezrînera însiyatîfa "Dozek Hêvî” ye, behsa tercûbeya xwe ya nexweşiya penceşêra memikê kir. Înas al-Bedran, ji bo rakirina tumorê emeliyat bû û piştre şeş mehan pêvajoya dijwar a kemoterapiyê derbas kir. Înas, ev pêvajo mîna pêvajoya herî dijwar û têkoşîna jiyana xwe bi nav kir û wina vegot: "Ji bo min têkoşîna herî mezin, ne tenê dijderketina nexweşiyê bû. Qebûlkirina fikra rakirina perçeyek ji bedana min û jiyankirina bi vê yekê re jî bû. Ji nû ve derketina porê min, ji nû ve zindîbûna laşê an jî ne li benda vegera karê xwe bûm. Ev emeliyat, biryara hêrî zehmet a jiyana min bû.”

Înas destnîşan kir ku di vê pêvajoya zehmet de dayîka wê piştgiriyek mezin daye wê û wiha got: "Ez gelek deyndarê dayîka xwe me. Stûna hêza min ew bû. Ji bilî wê tu kesê min tunebû. Dayîka min, hêza min a herî mezin e.”

Avabûna Înîsiyatîfa "Dozek Hêvî”

Înas al-Bedran, da zanîn fikra “Dozek Hêvî” tercûbeya wê ya kesane ye û wiha got: “Dema ku ezê dest bî kemoterapiyê bikim, min tirsek mezin jiyan kir û ev înîsiyatîf hat bîra min. Ez ji bandorên fîzîkî û derûnî gelek ditirsiyam. Piştre ez fikirîm; ger ew doz ji min re şansê jiyanê bide, çima ez nêrîna xwe ya li dijî wê neguherînim? Min biryar da ku li şûna ‘doza kemoterapiyê’ jê re bêjim ‘Dozek Hêvî’. Bi saya vê yekê barê tirsa min sivik bû û min xwe bi hêviyê ve girêda.”

‘Ji bo piştgiriya derûnî û hêviyê ava bû’

Di dema doza ewil de, gotinên xweş û hêvîdar ên hemşîreya ket hundir, wê rihet kir. Wê demê ferq kir ku jinên ji penceşêrê rizgar dibin, ji jinên din re dibin hêvî. Gotinên wan ên tijî hêvî, ji bo Înas bû hêza domandina dermankirina xwe. Înas, destnîşan kir ku parvekirina tercûbeyên başbûnê, ne tenê çîrokên kesane ye; di heman demê de peyama rizgarkirina jiyanên din e. Înas got ku lewma, 'Dozek Hêvî' bi armanca mîsogerkirina piştgirî û hêviya rasteqîn a ji bo jinên nexweşên penceşêrê ava bûye.

Armanca destpêkê ya Înas, agahdarkirina jinan a têkildarî penceşêra memikê û teşwîqkirina ji bo teşhîşa zû bû. Înas al-Bedran, piştre bi navê “Ji kesên xwedî tecrûbe bipirse’ însiyatîfek duyemîn da destpêkirin. Di vê înîsiyatifê de jinên ku ji penceşêrê rizgar bûnê an jî di pêvajoya başbûnê de ne, tercûbeyên xwe parve dikin û ji bo nexweşên nû dibin hêvî.

‘Teşhîsa zû ya penceşêrê dermankirinê hêsan dike’

Înas al-Bedran, destnîşan kir ku gelek jin tenê ji ber tirsa teşhîsê testa pencesêrê nakin û got ku lê ev derengketin nexweşiyê zêdetir dike. Înas hişyariya: "Teşhîskirina zû ya penceşêrê, dermankirinê pir hêsantir dike û rêjeya serkeftinê bilindtir dike" ji bo jinan kir. Înîsiyatîfa Înas armanc dike ku piştgiriya derûnî bide jinên bi penceşêrê ketine. Ev înîsiyatîf, serdana beşên kemoterapiyê li nexweşxaneyan dike, tercûbeta xwe parve dike û zehmetiyên ku dijî, tîne ziman.

Rola malbat û civakê

Înas al-Bedran, da zanîn piştgiriya civakê ji bo nexweşên penceşêrê bi gelemperî neyînî ye û wiha got: "Beşek mezin a ji civakê nizane çawa piştgiriyê bide nexweşek penceşêrê. Bi gelemperî têkiliyên neyînî datînin; gotinên bêhêvî, awirên dilovanî û giriyê li ba nexweş. Ev helwest, rewşa derûnî ya nexweş bêtir xirab dikin.”

Înas, diyar kir divê civak ne tenê bi gotinan, bi alîkariyek rasteqîn piştgirî bide nexweşan û ev hişyarî kirin: "Bi taybetî di dema dermankirin û emeliyatê de, jinên nexweş di aliyê fîzîkî de pir qels dibin. Alîkarîkirina di karên malê, kirîna xurek de an jî gotina çend gotinên xweş, dibe piştgiriyek mezin.”

‘Teshîsa zû mifteya rizgariyê ye’

Înas al-Bedran, bi van gotinan bang li jinan kir: "Penceşêr ne dawiya cîhanê ye. Hûn dikarin test bikin û ger nexweşî were tespîtkirin, bi saya teşhîsa zû dikare bê dermankirin. Bi teşhîsa zû re rêjeya başbûnê dikare bibe ji sedî 99 û dermankirin pir hêsantir e. Dermankirina penceşêrê dibe ku zehmet be, lê xetera herî mezin reva ji testê ye.”

Kampanyaya meha Cotmehê: Ji Kesên Xwedî Tecrûbe Bipirse’

Înas al-Bedran, di dawiya axaftina xwe de, kampanyaya "Ji Kesên Xwedî Tecrûbe Bipirse" ya di meha Cotmehê ango Meha Hişyariya Penceşêra Memikê de da despêkirin, vegot. Înas wiha got: “Ev kampanya di çarçoveya înîsiyatîfa ‘Dozek Hêvi’ de tê meşandin. Armanc, ji bo jinan pêşkêşkirina piştgiriya derûnî ya jinan e.”

Înas al-Bedran piştî bersivek erênî, plan dike ku ji bo jinan semînerên perwerdehî, civîn û danişînên agahdarkirinê yên serhêl organîze bike. Peyama bingehîn a înîsiyatîfê ev e: "Nexweşî çiqas hovane be jî, pêkan e ku bi hêz û îradeyê re mirov derbas bike û baş bibe."