Kampanyaya RJAK’ê ya ‘Ji Rêber Ocalan re mafê hêviyê’ mezin dibe

Jinên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya RJAK’ê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 11’ê Nîsanê de bi şîara “Ji Rêber Ocalan re mafê hêviyê” kampanyayek name şandinê ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû destpêkirin. RJAK’ê bi taybet ji bo jinên li Başûrê Kurdistanê bang li hemû jinan kiribû ku tevlî kampanyayê bibin û dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin.

Li ser banga RJAK’ê jinên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin û hest û hêviyên xwe ji bo Abdullah Ocalan anîn ziman.