Jin li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ perwerde dibînin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê li ser xwendin û nirxandina yek ji pareznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê, dewreyek vekirî ya 15 rojan da destpêkirin.

Hesekê - Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temira Kantona Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest bi dewreyeke perwerdeyê li ser pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Dewreya ku dê 15 rojan bidome dê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Malbatên Şehîdên Xabûr-Aşûrî beşdar bibin.

Têkildarê dewreyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Nehla Elî El-Xelef û endama Komîteya Jinê Sena Hemûd axivîn.

'Di parêznameyê de mekanîzmayên çareseriyê hene'

Nehla Elî El-Xelef got ku parêznameya Sosyolojiya Azadiyê dozan bi awayekî berfireh vedibêje û wiha domand: "Manîfestoya Sosyolojiya azadiyê wekî deryayekê ye, hemû dozên civakî, dîrokî û demorkatîk û êrîşên qirkirinê yên ku hemû gel pê re rû bi rû mane û dimînin, bi awayekî berfireh radixin ber çavan. A herî girîng ku serokatî behsa wê dike, çawaniya xweparastinê ye. Di heman wextê de Rêber Ocalan behsa çawaniya mirovahiyê li gerdûnê, wê çawa bijî û divê miroveke çawa be di roja me ya îro de, wate paşeroj bi dema me ya îroyîn û pêşerojê ve wekî xelekekê girê dide. Rêber Ocalan fîlozofek e ku zilmkariyê tu carî nepejirandiye ye. Lewre bi sedan pirtûk li ser azadiya ferdî û civakê nivîsandine û ya herî girîng jî behsa hemû beşên civakê bi hemû netew, ol û mezhebên wê kiriye."

'Divê li gorî fikrên Rêber Ocalan jiyana xwe birêsînin'

Nehla Elî Xelef da zanîn ku bi jinan de venêrîneke cuda ji jiyanê re çêbûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî ku şoreşa jinan çêbû me Rêber Ocalan jî nas kir, bi vê naskirinê nêrîneke me ya cuda ji jiyanê re çêbû. Bi şoreşê re, derfetên xwendina fikrên Rêber Apo çêbûn û ev fersendeke ku em bêtir wî bixwînin û fikrên wî li ser rûyê erdê bi awayekî rast û dirust pêk bînin. Xwendina pirtûka “Divê mirov çawa bijî” û Sosyolojiya Azadiyê di kesayetan de bandoreke erênî dide çêkirin û ev bandor di pratîka jiyanê de xwe dide der. Gelek tiştên çewt di jiyana me de bêyî ku em bikevin ferqa wan hebûn lê piştî xwendina Rêber Apo û bi hevokekê jî be me ew şaşîtiyên heyî, sererast kirin û wiha em jiyana xwe li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan dirêsînin. Em hewl didin bi awayekî dirust, bi riya perwerdeyê fikrên rêbertî bigihîjînin her kesê."

'Lêvegera civaka xwezayî girîng e'

Sena Hemûd jî got ku divê ew baş bizanibin Rêber Ocalan çi ji wan dixwaze û pêwîst e bi çi awayî bixebitin û wiha pêl da gotinên xwe: "Wekî hevjînên şehîdan divê ku em bizanibin çi dikeve ser milên me divê em çawa bijîn û çawa bixebitin li gorî fikrên ku Rêber Ocalan behsa wan dike. Bêguman şoreşa me bêyî şehîd nabe û şoreş bêyî pêşengiya jinan jî nadome, ji lewre em çiqas pêşengiyê bikin em ê ewqas tola şehîdên xwe hildin û fikrên rêbertiya xwe bi cih bînin. Asta ku îro civaka Ereb gihîştiyê, hema wisa nehatiye ev keda Rêber Ocalan e. Serokatî gotiye; em êrîşî tu kesê nakin em tenê mafên xwe dixwazin û wê diparêzin. Bi rastî jî wiha ye hemû êrîşên ku îro çêdibin gotinên wî piştrast dikin. Em ji bîr nekin ku bi hîle û dek û dolaban xwedawendiya jinan hatiye dizîn ji lewre em îro ne li dijî qetilkirina mêran li dijî guhertina hişmendiya wan têdikoşin. Lêvegera civaka xwezayî di roja me ya îro de pir girîng e."