JINNEWS: Di meha Cotmehê de 43 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora JINNEWS’ê di meha Cotmehê de 43 jin û 6 zarok ji aliyê mêrê herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin, mirina 22 jin û 4 zarokan jî weke guman hatiye tomar kirin.
Navenda nûçeyan – Li Tirkiyê roj bi roj qetliama jinan zêde dibin. Li welat hêj daneyên fermi yên derbarê vê mijarê de nehatine eşkerekirin, li ser biryarên darezê niqaş dewan dikin.
JINNEWS çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê ku ji çapemeniyê berhevkirî, eşkere kir. Di meha Cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatin qetikirin, 22 jin û 4 zarok bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
Kiryar mêrên herî nêz in
16 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re hatine zewicandin, 4 jin di pêvajoya hevberdanê de, 6 jin ji aliyê mêrên ku ew nas dikirin, jinek ji aliyê mêrê pê re di nav têkiliyan de bû, jinek ji ber ku xwest veqete, 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê kesê nasnama wî nehat zanîn ve, 2 jin ji aliyê mêrê ku ji wan veqetiyabûn, jinek ji aliyê zarokê xwe ve û jinek jî ji aliyê mêrên ku ew nas nedikirin ve hat qetilkirin.
Bajarê ku herî zêde komkujî hatî kirin Stenbol bû, li pey wî jî Edene û Hatay hatin.