‘Divê DAIŞ’î li dadgehên navneteweyî werin darizandin’

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku ji bo darizandina jinên DAIŞ’ê pêdivî bi avakirina dadgeheke navneteweyî heye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – DAIŞ di 23’ê Adara 2019’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla şervanên YPJ/YPG’ê ve hat têkbirin û di warê leşkerî de derbeyeke dijwar xwar, hat bêbandorkirin. Ji wê demê ve heta roja îro xeteriyeke nû li herêmê ku bandorê li giştî cîhanê jî dike, xuya dibe. Bi deh hezaran DAIŞ’iyên ku ji jin û zarokan pêk tên, di kampa Holê û Kampa Roj de dimînin û xwedî bi dehan nasnameyan in.

Li ser vê mijarê endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed ji ajansa me re axivî. Rûken Ehmed bal kişand ser xeteriya ku bi DAIŞ’ê re li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê rû dide, îşaret bi malbatên DAIŞ’î yên ku li welatên wan tên vegerandin kir û destnîşan kir ku li wan welatan darizandinekê seranser tê kirin.

Sûcên şer li ser jinan dikin

Rûken Ehmed da zanîn ku bîrdoziya ku DAIŞ li ser ava bûye ruxmî têkçûna wê ya leşkerî jî xeterên wê yên pir cidî û xeternak hê jî hene û bi vê yekê re bal kişand ser kampa Holê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Me behsa girîngiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir lê belê ji dema têkçûna wê ve heta niha jî dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên ji gelek cîhanê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dimînin, nehatiye vekirin û bi awayekî zagonî nehatine darizandin. Ev çete sûcên ku dikevin rêza sûcên şer li ser jinan dikin. Dibe ku jinên Êzidî berdêl û qurbaniyên herî giran dabin û heta niha jî çarenûsa bi hezaran ji wan nediyar e lê jinên din jî  bi heman sûcan re rûbirû man. Mayîna Jinên DAIŞ’ê bi xwe li kampa Holê zemînê bîrdoziya radîkal a tundrew e ku her roj ew jin bi gotina ew ê dewleteke nû ya xîlafeta îslamî ava bikin bang dikin. Ev yek bandorê li zarokan jî dike û pê re zarokên xwe jî weke hêzeke leşkerî amade dikin. Ev ji mezintirîn xetere ye."

Rûken Ehmed got ku êrişên li Moskovê û çend welatên din çêbûn xeteriya DAIŞ’ê ya bi xwîn radixe ber çavan û wiha xeteriya îslama siyasî a cîhan tev dorpêç kiriye anî ziman: "Bi îslama siyasî re gelek tevgerên tundrew li Rojhilata Navîn pêşketin xeteriyek wê ya mezin ku gelek aliyan bandor dike, heye. Bêtir ev xeterê li ser tevgerên jinan û destkeftiyên di sedsala 21’ê û bi taybetî di 10 salên dawî de bi dest xistine, çêdike. Ji ber wê jî divê ku hemû rêxistin û tevgerên jinan li ser vê mijarê bisekinin."

‘DAIŞ’iyên ku bêyî darizandin vedigerin welatê xwe xetera li ser cîhanî zêde dikin’

Rûken Ehmed got ku ger dosyaya DAIŞ’ê nekeve rojevê wê pêlên xeteriyan zêde bibin û wiha pêde çû: "Gelek jinên ku welatên wan xwedî li wan dernakevin, berpirsyariya wan ranakin, an jî dema ji aliyê welatên xwe ve tên girtin jî hesabekî cidî ji wan nayê xwestin û li dadgehên giştî nayên darizandin. Dewlet bêyî ku ev jin hesabê sûcên li dijî herêmê kirine bidin û werin darizandin wan digrin dibin welatê wan. Bêyî ku dadgeheke navneteweyî di bin serpereştiyeke navneteweyî de hebe, ev çete tên girtin. Di vir de çeteyê ku sûc kirine bi wê xeterê û bi wê bîrdoziyê diçe xeteriyeke din li welatekî din çêdike û karê xwe yê terorê didomîne. Tevlibûna ji derve careke din tê çêkirin û ji hundirê kampê jî zarok li ser mijarên tundî û kuştinê tên mezinkirin. Ev bombeya demkî kengê were teqandin jî ne diyar e. Ji ber ku wan jinan xwe bi bîrdoziyeke di hundirê kampê de saz kirine."

‘Paşguhkirina navneteweyî cihê rexne ye’

Rûken Ehmed operasyonên ku li hundirê kampa Holê çêdibin û çek û cebilxaneyên di berîka jinan û konên wan de tên girtin bi bîr xist û wiha domand: "Jinên tundrew li ser jinên ku fikrên wan napejirînin, dixwazin xwe rizgar bikin an jî jinên Êzidî yên ku newêrin nasnameya xwe eşkere bikin, xeterî ne. Ji derveyî ku di dema operasyonan de çek û cebilxaneyên li hundirê kampê tên dîtin, bûyerên qetilkirina jinan di bin siya tevgera El-Hisbê de didomin. Lê bi êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê re, ev çete careke din dikevin tevgerê. Cihê rexne ye ku mijareke ewqas xeternak di asta dermirovî de sûc û kirinên li ser jinan tên kirin, ji aliyê navneteweyî ve tê paşguhkirin. Paşguhkirina navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku her dem di nava şer de ye, barekî din li ser barên Rêveberiya Xweser zêde dike. Ji ber ev hêrsa tolhildanê di kampa Holê de zindî ye, mixabin ev jî bêtir bi çeteyên jin re li pêş e."

‘Divê tevgerên jin pêşengiyê bikin’

Rûken Ehmed da payin ku rol û misyona divê tevgerên jin bilîzin roleke pêşengiyê ye ku jinan ji fikrên tundrew vegerînin jiyana bi ewle û xwebûnê û wiha got: "Li dijî şoreşa jinan êrişeke wisa li ser jinan çêbû ku DAIŞ’ê jinan di karên pir xirab de bi kar anîn û ew jin bi rastî jî bi bandor bûn. Ger îro DAIŞ didome divê rola jinên çete neyê jibîrkirin. Erka ku îro dikeve ser milên tevgerên jinan ew e ku divê em bikaribin wan jinên ku mêjiyê wan hatiye şûştin perwerde bikin, li ser esasî ku îslama rast hevgirtina ol û baweriyan ne. Divê ku em gelek kampanyayan bidin destpêkirin bi belgekirina sûcên şer û eşkerekirina tundiya li dijî jinan ji bo raya giştî. Ji bo teşwîqkirina beşdarbûna DAIŞ’ê çênebe, divê kampanyayên perwerdeyê werin destpêkirin û di çapameniyê de ragihandina van sûcan xwedî girîngiyeke bi bandor e. Bi taybetî jinên Êzidî, Kurd, Ereb, Aşûr ên bûne şahid."

‘Rojhilata Navîn bi pêlên ‘îslama siyasî’ re rûbirû ye’

Rûken Ehmed da xuyakirin ku ji bo Rojhilata Navîn di nav qeyranan de bimîne, pêleke îslama siyasî ya bihêz bi pêş ketiye û wiha axaftina xwe domand: "Li Iraq, Tûnis, Lîbya, Yemen û Sûdanê pêla paşverûtiyê her wiha li Îran û Efganistanê jî xwe daye der. Di bin navê îslamê de, jin bi tundiya pir mezin re rûbirû ne, ev jî li ser destkeftiyên jinan li wan welatan xeterên pir cidî dide avakirin ku piştî têkoşîna bi salan îro şoreşên li Rojhilata Navîn çêbûn bi îslama tund û banga ji bo ‘îslamê’ re rûbirû ye. Ji bo civakê careke din vegerîne paşverûtiya berê, vê yekê jî bi rê û rêbazên tund û bi şûran dikin. Ji lewre bîrdozya DAIŞ’a ku bi riya jinan tê parastin, bi destên jinan zext li jineke din dikin. Ev yek xeterên mezin ên ku dê bandora wê salên dirêj bidome bi xwe re tîne ji lewre pir girîng e her çete were darizandin."

Ferq û girîngiya dadgehên kesayetî û yên giştî  

Rûken Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser dadgehên kesayetî ango ferdî ku car bi car li welatekî çêdibe û di nav de çeteyek tê darizandin û got: "Bêguman dadgehên ferdî balkişandek e lê ne têrker e divê dadgeheke navneteweyî were avakirin ku hemû çete bi awayekî zagonî werin darizandin. Ji ber ev doz dozeke giştî ye û divê dosya bi awayekî giştî ne ferdî werin destgirtin. Ne tenê ferdî û ne jî giştî, her du bi hev re dikarin werin çêkirin lê hinek mijar hene divê ku ferdî li wan were nêrîn. Mînak Şengal divê ku komkujiya jinên Êzidî pê re rûbirû man weke ferman were naskirin, ji ber qirkirineke li ser civakê û ola herî qedîm di dunyayê de çêbûye. Bi taybetî qirkirineke li ser jinan bû ku weke 1400 sal berê bû rewş. Di bazaran de firotin, tundiyên fizîkî û derûnî li wan kirin, heta niha şopên ku li ser derûnûya wan jinan mane hene, bi darê zorê ferzkirina ola îslamê li ser Êzidî û Aşûriyan. Ji ber vê mijarê gelek jinan dawî li jiyana xwe anîn.

Yek ji mijarên ku di rojeva me ya tevgerên jinan de ye, zarokên Êzidî yên biçûk hatin revandin û bi zorê hatine zewicandin û zarokên wan çêdûn e. Ev dosyayeke berfireh e bi taybetî divê were destgirtin û çareseriyeke çawa ji bo wan were pêşkêşkirin. Ji ber ew zarok jî dibin qurbanên şerê ku çêbûye. Ji lewre xebatek ji bo vê jî lazim e divê konferans jî bi jinên navneteweyî re werin lidarxstin.

Divê di dadgehên navneteweyî de ji çavkanî û jêderên DAIŞ’ê jî hesab were pirsîn

Rûken Ehmed xaleke gelek girîng bi bîr xist û got: "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn şerê ku bi wekaletan tê meşandin e. Ji bo ku rasterast hêzên herêmî di asta sûcên şer de di dadgehên navneteweyî de hesab ji wan neyê xwestin, bi rûyên cûda beşdarî şerê li herêmê dibin. Piştgiriya Qeterê di warê lojîstîk û vekirina sînor ji DAIŞ’ê re ji hêla dewleta Tirk ve, girtina dîplomaya ji zanîngehên Tirkiyeyê ev pir eşkere xuya dike. Em baş dibînin ku çeteyên li Sûriyeyê îro bi destên dewleta Tirk heta Lîbyayê jî çûn û êrişên pir hov kirin. Gefxwarina Erdogan li hemberî cîhanê bi çeteyên DAIŞ’ê ye ev bi xwe eşkere dike ku xwediyê çeteyan ê ruhî Erdogan e û ev di Kobanê de pir eşkere bû. Niha jî herêmên dagirkirî li ber çavan e çi kiryar li dijî jinan tên kirin. Her wiha êrişên hewayî yên dewleta Tirk li nêzî girtîgehên DAIŞ’ê û planên revandina DAIŞ’ê hene. Ev hemû jî di dadgehên navneteweyî de divê werin darizandin."

Rûken Ehmed bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: "Di cihekî ku şoreşa jinan lê bi pêş ket û bû navenda îlhamê ji bo hemû şoreşên jinan, navenda şerê taybet bi rê û rêbazên cuda dixwaze şoreşa me vala derbixe. Ev jî bi riya bikaranîna jinan di karên pir cuda de ye. Ji bo em destkeftiyên Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê, em xwe xwedî erk dibînin, em ê têkoşîna xwe bi jinên DAIŞ’ê re jî bidin meşandin da ku vegerin riya rast û ber bi riya azadiyê ve bimeşin. Divê ji hêzên ku cîhanê ji terora DAIŞ’ê parastin, têkoşîneke dîrokî meşandin, ji hêzên QSD, YPJ/YPG re piştevaniyek were kirin. Her wiha ji bo modela hevjiyana azad a Rêveberiya Xweser a ku di nava qeyranên Rojhilata Navîn de aştî û aramiyê belav dike, di demeke ku pêla îslama siyasî berdewam dike de divê naskirinek bi Rêveberiya Xweser re bibe modela çareseriyê ji bo giştî Rojhilata Navîn çêbibe. Ji bo wê jî piştvaniyek ji navneteweyî û ji hêla gelan ve pêwîst e."