Jinên Tûnisî ji bo piştgirî Filistînê meşiyan

Jinên li bajara Gafsa ya Tûnisê, bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî tiştên li Filistînê tên jiyîn, bi meşekî şermezar kirin.

İHLAS AL HAMRUNİ

Tûnis- Jinên li bajara Gafsa ya Tûnisê, ji bo gelê Filistînê yên di bin êrîşên Îsraîlê de 13'ê Kanûnê meşek li dar xistin. Hunermend Qais Chharetî jî, pêşangehek ku sûcên artêşa Îsraîlê ya li dijî Filistînê belge dike pêkanî. Dema di çalakiyan de banga boykotkirina berhemên piştgirî didin artêşa Îsraîlê hat kirin, kampanyaya bexşînê ya mobîl jî hat destpêkirin.

'Heta jinên Filîstinê mafên xwe bi dest bixin dê piştgiriya me bidome’

Aktîvîsta civaka sivîl û rojnameger Samîra Surî ya tevlî meşê bû, diyar kir ew ji bo mafên jinan dimeşin û wiha got: “Ez ji bo piştgiriya jinên Filistînî yên di dema şerê neheq de rastî tundiya mezin tên, tevlî vê meşê bûm. Tevlîbûna me ya wek jin, peyamekî mirovahî ye ku binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî Filistîniyan şermezar dike. Heta ku jinên Filistînî mafên xwe bi dest nexin, dê piştgiriya me bidome."

'Ez bêdengiyê şermezar dikim'

Mamoste û aktîvîsta civaka sivîl Najat Mubarek jî, wiha axivî: "Ez ji bo piştgiriya Filistîniyan tevlî meşê bûm. Ez bêdengiya civaka Ereb û navneteweyî ya li dijî pirsgirêka Filistînê şermezar dikim. Jinên Filîstinê xwedî mafê jiyankirina jiyanek bi rûmet in. Wek jinên Tûnisî emê piştgiriya xwe didomînin.”