Jinên Tûnisî 25'ê Mijdarê nirxandin: Tundî her ku diçe zêde dibe

Jinên Tûnisî diyar kirin ku demeke li gelek welatên cîhanê bi taybet li welatên Ereban tundiya li ser jinê zêde bûye, 25'ê Mijdarê pîroz kirin û gotin ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bê bilidkirin.

IHLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Îro 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanî li seranserî cîhanê bi taybet li welatên Ereb yên weke Misir, Mexrib, Yemen û Tûnisê tê pîrozkirin. Jinên Tûnisî ku ji ajansa me re axivîn, girîngiya 25’ê Mijdarê vegotin.

Mamosteya dibistana seretayî Beya Bugherra ku me li ber sûkê hev dît, diyar kir ku 25'ê Mijdarê di atmosfereke ku tundiya li ser jinê li hemû cîhanê zêde dibe tê pîrozkirin. Beya Bugherra got: “Em di serdemeke wisa de ne ku şer, betalî, xizanî, tecawiz, revandin û îstîsmarê dijwar e. Şer û pevçûnên ku ji aliyê gelek welatên Ereb û biyanî ve tên jiyîn, rewşa Filistînê, bi taybetî bandorê li jinan dike.”

‘Qanûn nayên bicihanîn’

Beya Bugherra diyar kir ku di qanûnên Tûnisê de mafên jinan tên parastin û diyar kir ku diyardeya tundiyê çi li bajar û çi li gundewaran be, zêde dibe. Beya Bugherra got: “Li Tûnisê tundiya li dijî jinan didome û car caran jî bi komkujiyan pêk tê. Di mehên dawî de zêdeyî 9 jin hatin qetilkirin. Ev rewş derdixe holê ku qanûn nayên bicihanîn. Divê jin ji bo pêkanîna qanûnan zêdetir têbikoşin û bi wesîleya 25'ê Mijdarê bînin rojevê.”

'Ev qanûn min ne parastin’

Ji jinên Tûnisî Hatice Al-Ghanmi jî diyar kir ku ji aliyê hevserê xwe ve rastî her cure tundiyê hatiye û wiha got: "Hevjînê min ez ji kurê xwe yê 17 salî mehrûm kirim û niha bi bavê zarokê xwe re dijî. Çend caran gilî li qereqolan kir, lê min tu encam bi dest nexist. Der barê Qanûna 58’an a li ser rakirina tundiya li ser jinê de agahiyên berfireh nizanim. Ez nizanim çawa xwe ji tundiya ku mêrê min li min kiriye biparêzim. Ev qanûn min ne parastin.”

'Em qanûnan baş nizanin'

Hawla Camazî, anî ziman ku agahiya wê ji qanûna 58'an nîne û wiha got: “Keçên min ji ber ku timî bi tundiya zewacê re rûbirû dihatin, serlêdana hevberdanê kirin. Derûniya wan ji tundiyê pir bandor bû. Jin bi awayên cuda tundiyê dijîn û di civaka Tûnisê de her diçe zêde dibe. 25’ê Mijdarê her sal li Tûnisê tê pîrozkirin, lê em hîna qanûnan baş nizanin. Em dibihîzin ku ji bo jinan hin qanûn hene, lê tevî vê yekê jî tundî di civaka me de zêde dibe, bi taybetî li dijî jin û zarokên keç. Tundûtûjî ne tenê ji aliyê hevseran ve tê kirin, jin di warê kar, malbat û civakê de jî bi tundiya fîzîkî û derûnî re rûbirû tên.”

'Ji sedî 50 ji jinan mexdûrên tundiyê ne'

Rêvebira saziyeke taybet a perwerdehiyê Amna Katifa diyar kir ku di van salên dawî de li Tûnisê bi taybetî piştî şoreşê û pandemiya Covid-19 rêjeya tundiyê zêde bûye. Amna Katifa got: “Me dît ku di encama tundiya nav malê de hin xwendekar di derûnî wan de nehevsengiyek heye, ku bi giştî jin dibin qurbanî. Li Tûnisê ji sedî 50 ji jinan ku asta xwe perwerdehiyê û rewşa wan a civakî çi dibe bila be dibin mexdûrên tundiyê. Em şahidê tundiya di navbera zarokan de li dibistan û bi giştî saziyên perwerdeyê ne. Ev rewş ji ber tundiya di nava malbatê de pêk tê. Tundiya di nav malbatê de bandoreke neyînî li ser destkeftiyên zaneyî û hevsengiya derûnî ya zarokan dike. Pêwîst e qanûnên weke yasaya bi hejmara 58'an a ji bo rakirina tundiya li ser jinê bên çalakkirin. Her wiha girîng e ku rayedarên çavdêriyê li dijî tundiyê têbikoşin.”

Meryem Silêman der barê 25’ê Mijdarê de wiha got: “Armanca 25’ê Mijdarê ji tundiya li ser jinê re bêje na. Jin di 25’ê Mijdarê de ji bo balê bikişînin ser tundiya li ser jinan û biçûkxistina wan dadikevin qadan. Di demeke ku tundiya li ser jinê didome de, jin 25'ê Mijdarê li Tûnis û cîhanê pêşwazî dikin."