'Bêyî azadiya jinê prangayên civakê jî nayên şikandin'

Lêkolîner Mahtab Mahbub, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Îranê zextên li dijî jinan tên jiyîn nirxand û wiha got: "Bêyî azadiya jinê, prangayên civakê jî nayên şikandin."

ŞAHLA MOHAMMADİ

Navenda Nûçeyan- Lêkolînera Îranî Mahtab Mahbud, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê tiştên li Îranê tên jiyîn ji ajansa me re nirxand. Mahtab Mahbud, wiha got: “Tundiya zayendî, fizîkî û derûnî ya li dijî jinan bi taybetî bi zagonên baviksalarî yên hikûmetên otorîter ên wekî Îranê tên piştgirîkirin. Jinan jî li dijî zagonên baviksalar têkoşînên girîng meşandin.”

'Zagon heye lê ne bibandor e’

Mahtab Mahbud, bal kişand hêmana bi bandora li dijî tundiyê zagonîn û wiha got: “Romîna ku li yek ji gundên derdora Telşhê dijî, yek ji jinên ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin e. Gundê Telşhê gundekî eşîran e. Cezayê girtîgehê ya ku ji bo bav bê dayîn jî herî zêde di navbera 3 û 7 salan de biguhere. Li gelek welatan li dijî qetilkirina jinan zagonên bibandor hene, lê ev rewş ji bo Îranê ne derbasdar e. Em dibînin li Îranê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya jin û zarokên kêç nîne. Tiştên di zagonan de tên nivîsandin jî dawî li pêkanînên li dijî jinan nayne.”

'Li her qadê berxwedan heye'

Mahtab Mahbud, destnîşan kir têkiliyên aborî, gihandina perwerde û têkiliyên berfireh ên wekî kar dikare derfet bide jinan ku xwe îfade bikin û ji rewşa tundiyê rizgar bibin û wiha got: "Tundî bi gelemperî di jiyana civakî û nava malbatê de derdikeve holê. Rewşa tund jî cînayet e. Lê belê dema jin hewl didin guhertinên wekî redkirina quralên ferzkirî biafirînin, li her qadê berxwedan heye. Jinên ku li dijî hicabeya ferzkirî derdikevin, ji bo mafên xwe di asta siyasî de têdikoşin. Bêyî azadiya jinê, prangayên civakê jî nayên şikandin."

'Li dijî jinan tundiya dewletê tê pêkanîn’

Mahtab Mahbud a tundiya dewletê ya li dijî jinan nirxand, wiha pê de çû: "Dewlet tundiyê tenê li dijî jinan pêknayne. Li dijî her cure rêxistin û komên Îranê jî pêktîne. Ev rêxistin tên binçavkirin, mehkûmê cezayên dirêj ên girtîgehê tên kirin û jinan bi îtaetkirina welatên bîyanî û fonên derve distînin ji pozîsyonên biryardayînê yên hikûmetê durdixin. Ev hemû ji bo mehrûmkirina jinan tên kirin."

‘Jin hêza xwe ya civakî dixwe tevgerê’

Mahtab Mehbud da destnîşan kir ku serhildana ‘Jin JIyan Azadî’  li Îran û cîhanê pêşketinek mezin ava kir û wiha gotinê xwe domand: “Siyasetmedarên li Avrûpa û Amerîka weke sembolik bejdarî çalakiya por qutkirinê bûn, lê belê derbarê Îranê de biryarek diyarker nedan. Hêza rêxistinkirî û hêza îradeyê hikumetek bêrehm a weke Îranê ku were texmînkirin ku were hilweşandin yan ne zore, ji ber ên ku biryar bidin ne tenê hêzên hindirîne. Bê guman em in, di  nava welat de şoreşek civakî heye. Jin êdî li kolanan bi hêza xwe di qêrin, li girtîgehan li berxwe didin û hêza civakî dixin tevgerê.”

‘Guherîna jinê wê civakê bi guherîne’

Mahtab Mahbud bi bîrxist ku divê civak pirsa ‘Çima jinek naxwaze hîcaba bi zorê bixwe serê xwe?’ ji xwe bike û gotinê xwe bi dawî kir: “Ma mafê jinê li ser bedena wê nîne? Ger mafê jinan were naskirin wê di nava civaka weke ya Îranê de guherînek mezin bi xwere bîne. Ne tenê wê di warê siyasetê, wê di her qadê de guherîn were jiyankirin. ‘Serhildana ‘JIn jiyan Azadî’, li Rojhilatê Kurdistanê agirê ku serhildanê geş kirî, şoreşek e ku li gelek deverên Îran û cîhanê belav bûye, di civakê de li ser bingeha berxwedana takekesî ya li dijî 'polîsên exlaqî' dibe sedema şikestin û veguherînan.”