Jinên Tûnisê ji bo azadiya ‘girtiyên wîcdanê’ têdikoşin
Jinên ku beşdarî şeva piştevaniya ji bo girtiyên wîcdanê hat lidarxistin bûn, diyar kirin ku tenê sûcek wan girtiyan heye, ew jî parastina mafên mirovan û welatek bê gendelî ye.

Tûnis – Komeleya Jinan a Demokratîk a Tûnisê (ATFDF), ji bo parastina mafên azadî û darizandina adilane, şevek piştevaniya girtiyên wîcdanê û malbatên wan re lidar xist. Seroka Komeleya Jinan a Demokratîk a Tûnisê Raja Dahmanî, da zanîn ku ev şev ji bo piştevaniya bi girtiyên wîcdanê re hatiye lidarxistin û destnîşan kir ku ev yekem çalakiya mîlîtanî ya komeleyê ye. Raja da zanîn ku ewê ji nobetê, heta daxuyaniyan û awayên din ên têkoşîna aştiyane ya ku mafên girtiyan diparêze, rêzeçalakiyan lidar bixin.
‘Em bi we re ne’
Raja destnîşan kir ku ev girtî, mafên Afrîkayiyan diparêzin, li hember nijadperestiyê têdikoşin, heta dibêjin regn, zayed û nasnameya wan çi be jî, dibin dengê azad. Raja got ku lewma jî ev girtiyên ramanî û siyasî, ji azadiya xwe bêpar dimînin. Raja wiha got: “Pêdiviya van Afrîkiyan bi piştevaniyê heye. Girtiyan bi piştevaniya ji bo wan, xeta nekirine. Îro em bi wan re û bi hemû dengên azad re, di nav piştevaniyê de ne. Ji ber ku ew di encama dîlbûnê de pirsgirêkên giran ên derûnî dijîn, em bi wan re û malbatên wan re di nav piştevaniyê de ne. Em ji wan re dibêjin em bi we re ne û em baş dizanin ku di girtîgehan de êşên çiqas dijwar tên jiyîn.”
Raja diyar kir ku tevî hemû şert û mercên giran jî ewê dengê wan ragihînin û heta ku azad bin jî, ewê desteka ji bo wan bidomînin. Raja wiha berdewam kir: “Em di şerê azadiyê de li ba we ne. Rêhevalno, em we hîs dikin û emê piştevaniya xwe ya bê şert a bi we re, sedîsed bidomînin. Hûn ne sûcdar in, hûn dengên azad in.”
‘Pereyê ku hikûmet dide komeleyan têr nake’
Parazvana mafên mirovan Selwa Gressa jî, yek ji van girtiyên wîcdanê ye. Parêzera wê Ranîa Zaghdoudî jî diyar kir ku delîlên têra sûcdariya girtiyên wîcdanê bikin tunene. Ranîa da zanîn ku ji bo welêt û hikûmetê tu xeteriyek wan tuneye, lewma jî pêwîst e serbest bên darizandin. Ranîa, bi bîr xist ku di yasaya cezayê Tûnisê de girtin wek tedbîrek pêk tê û got ku ev girtî, ji bo Komarê ne xeter in, lê dîsa jî ev welatperwer, wek prensîb girtî ne. Ranîa biryarnameya ku xebatên komeleyan sererast dike bi bîr xist û wiha got: “Ev biryarname dibêje ku komele dikarin ji hikûmetê fonek ku ji 5 hezar dînar (nêzî hezar û 500 dolar) derbas neke, bistîne. Ranîa destnîşan kir ku ev fon têra lêçûnên komeleyan nake, ev jî serlêdana ji bo desteka yasayî ya derveyî ya bi rêya Bankaya Navendî, ferz dike. Ranîa got ku ev jî, pirsgirêk û sînorkirinên cudatir derdixe holê.
‘Tenê sûcê wê aktîvîstiya mafên mirovan e’
Leyla Gressa ku xwişka Selwa Gressa ya girtî ye jî di şevê de axivî. Leyla wiha got: “Selwa, berpirsa giştî ya Komeleya Mafê Cudahiyê ye. Sûcê herî mezin ê vê komeleyê, spîkirina pereyê reş e. Ji sala 2011'an û vir ve wê baweriya xwe bi berfirehkirina çanda cudahiyê, têkoşîna li hember nijadperestiyê, xebata ji bo serkeftinên mafên mirovan û parastiya azadiyên cemawerî û ferdî anî. Lê ev wek xeyalek ma û piştî têkoşîna ku bi salan berdewam dike, xebatek mezin û fêdakariyê, niha girtî ye.” Leyla anî ziman ku hemû xebatên wan yasayî ne û ev yek ji darazê re hatiye piştraskirin, lê dîsa jî hatiye binçavkirin û girtin. Leyla got ku “Ji bêguheniya xwe bawer e. Tenê sûcek wê heye, ew jî aktîvîstek ku ji mafên mirovan bawer e.”
‘24 sal cezayek mîna şûr’
Sawar Barqawî jî, bi hinceta ji bo qenciya namzetê berê yê Serokomariyê Ayachî Zemalî pêşniyarên sexte kiriye, hatiye girtin û 24 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Xwişka Sawarê jî got ku “Nizanim çi bêjim. Xwişka min çima girtî ye? Malbata me têk çûye. Em nizanin ku çi li pêşiya Sawar e.” Xwişka Sawar da zanîn ku Sawar Enstîtiya Rojnamevanî û Zanistiya Nûçeyan qedandiye û wiha got: “Bi hewesek mezin xwe ji bo bibe rojnamevan amadekarî dikir. Digot qey ev karek azad û hêsan e û ewê bikaribe tevkarî bide. Ji ber vê hewesa xwe û xebatên komeleyê, bedêla hezkirina ji van xebatan dide. 24 sal cezayê girtîgehê, cezayek mîna şûr. Xwişka min mazlûmek e û em nizanin ku civak dê çawa pê re rûbirû be. Em destekê didin xwişka min û çi dibe bila bibe emê li ba wê bin. Divê ev şev bidawî bibe û xwişka min ji girtîgehê derkeve. Ewê bibe rojnamevanek ku pirsgirêkên welatê xwe radighîne û mafên mirovan diparêze.”
Jin dibêjin ku mafên girtiyên wîcdanê yên li welêt, tên binpêkirin. Jinan balkişandin ser kiryarên xirab ên ku li hember jinên ji ber muxalefeta saziyên Tûnisê hatine girtin, tên meşandin. Aktîvîstan bang li saziyên navnetewî kirin ku ev girtî bên azadkirin û ji hemû gefan bên parastin.