Xizmên Windayan aqûbeta Mehemetcan Ayşîn pirsîn
Xizmên Windayan aqûbeta Mehemetcan Ayşîn ku di sala 1994’an de li Lîce piştî hatî binçavkirin hate windakirin, pirsîn.

Amed – Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan berdewam kirin. Di çalakiya ku di hefteya 848'an de ye, pankarta ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hat vekirin. Di daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsa "Parastina kiryaran tê wateya aligirê sûc" û "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tüne ye" hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di 7’ê Gulana 1994’an de li gundê Mizag ê navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û piştre hat windakirin hat pirsîn.
Çîroka windakirina Mehmetcan Ayşîn, ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
‘Ji 1994’an heta niha winda ye’
Çîroka Mehmetcan Ayşîn wiha ye: "Di 5'ê Gulana 1994'an de leşkeran bi ser gund de girt. Di serdegirtinê de 53 ciwan û extiyarên gund hatin binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin Mehmetcan Ayşîn bû. Roja piştî serdegirtinê 49 kes serbest hatin berdan. Piştî 6 rojan ji xeynî Mehmetcan, her sê kesên din jî hatin berdan. Piştî vê malbat diçe qereqolê, lê qereqol dibêje wê wî bibin dozgeriyê û paşê berdin. Lê Mehmetcan Ayşîn ne sewqî dozgeriyê tê kirin ne jî tê berdan.
Malbata Mehmetcan Ayşîn ji ber ku nekarîn agahiyekê bi dest bixin, li saziyên dewletê geriyan. Malbatê ewil serî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê dide, lê serlêdana wan bêyî ku bê kirin tê redkirin. Li ser vê yekê malbat serî li Walîtiya OHAL'ê dide, lê berê wan didin Fermandariya Asayîlê ya Licê. Fermandarî dibêlje wê rojê tu operasyon li dar nexistine û kesê navborî binçav nekirine. Ji 7'ê Gulana 1994'an û vir ve tu agahî ji Mehmetcan Ayşînê nayê girtin."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.