‘Netew-dewlet dijminê jin û zarokan e’
Endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş diyar kir ku pergal û hişmendiya netew-dewlet, ji bo ku rizandina civakê berdewam bike, jiyana Narîn Guran û Narîn Ebdo tune kiriye.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di 21’ê Tebaxa 2024’an de zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê wenda bû, piştî 19 rojan bi rêbazekî hov qetilkirî ku termê wê di çem de bû, hat dîtin. Li gor lêpirsînên ku bi derengî hatin xist, Narîn ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin. Li aliyekî din li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, dewleta Tirk di 16’ê Adara îsal de gundewarên Kobanê bi dijwarî topbaran kir. Di encama bombebaran balefirên bê mirov de, malbateke ji gundê Girik ku dayîk, bav û 9 zarokên wan bi temamî hatin qetilkirin. Zaroka wan Narîn a 9 salî bi giranî birîndar bû.
Ev herdû bûyerên ku du zarok ango du Narîn bûn qûrbaniyên wê û jiyana wan hat tunekirin, gelek pirs û nakokiyan di hişê mirovan de ava dikin. Di vê çarçoveyê de, endama Koordînasyona Kongra Starê ya kantona Firatê Peyman Elûş, bûyer nirxand. Peyman diyar kir ku hişmendiya dewletên netew, sedemên bingehîn ên bûyerên bi vî rengî ne.
‘Du Narîn û yek hişmendî’
Peyman Elûş di despêka nirxandinên xwe de bal kişand ser banora şerê sar yê modernîteya kapîtalîst û wiha got: “Beriya demekê li Bakurê Kurdistanê zaroka Kurd Narîn ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin. Her wiha li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê jî dewleta Tirk komkujiyek pêk anî. Di encamê de malbateke bi temamî hat qetilkirin û zaroka wan a bi navê Narîn sêwî ma ku ew jî ji aliyê ruhî û derûnî ve hat qetilkirin. Jiyana herdû Narînan jî di encama mêtîngeriya li ser Kurdistanê û hişmendiya netew-dewlet a li Rojhilata Navîn serwer de, hat tunekirin. Şerên Cîhanê yên yekemîn û duyemîn şerên germ hatin pêkanîn, lê di şerê sêyemîn de ku Rêber Apo jî dibêje şerê sar e, em dibînin ku ev şer yekser bandora xwe li ser jin, zarokan û malbatê dike. Tiştên ku dewletên netewe nikaribûn bi riya qirkirin, koçberkirin û dagirkeriyê pêk bînin, anha bi riya şerê derûnî, taybet û sar, civakan pûç dikin. Herdû Narîn jî bûn qûrbana kiryarên vê hişmendiyê.”
‘Jin û malbat kirin rewşeke krîtîk’
Peyman Elûş da zanîn ku dewletên netewe jin kirine amûra pêkanîna kiryarên xwe û wiha berdewam kir: “Modernîteya kapîtalîst dixweze hişmendiya perçekirin û tunekirina cewherê malbat û civakê bide mayîndekirin. Ji ber vê yekê jî rê li ber rizîna pîvan û rêgezên civakê vebûye. Bûyera qetilkirina Narînê li Bakurê Kurdistanê di heman çarçoveyê de pêk hat. Hewl dan ku li ser bûyerê were girtin, ji ber ku têkiliyên dewletê jî di bûyerê de hebûn. Ji bo vê yekê jî mirov nikare malbatê sûcdar bike. Malbat weke amûrekî ji aliyê hişmendiya dewletê ve hat bikaranîn. Di vî warî de jina ku xwedî taybetmendiyên afirînerî û çanda parastin û parvekirinê ye, ev kiryar di kesayeta wê de tên kirin. Hişmendiya netew-dewlet hewl didin ku bi riya jinan çanda dayîkê ya vejînkirina jiyanê berovajî bikin û rastiya wê binax bikin.”
Peyman Elûş bi van gotinan hêrsa xwe ya li dijî qetilkirina zarokan bilêv kir: “Netew-dewlet li şûna çanda jinê de, çanda dewletê ferz dike ku ev di bingehê xwe de hişmendiyeke qirker, tunekar û înkarker e. Encama ku em rû bi rûyê wê jî hatin, ji holêrakirina jiyana zarokekê bû ku mafê wê yê jiyanê, xwendin, lîstin û mezinbûnê ji destê wê hat girtin. Ji bo vê jî mirov dikare pir zelal bandora hişmendiya dewletên netew ya li ser civak û malbatê bi bûyera qetilkirina Narînê re vebêje. Heta ev bûyer rastî û xerabiya hişmendiya modernîteya kapîtalîst a di sedsala 21’an de serwer radixe ber çavan.”
‘Komkujî pêk hatin’
Peyman Elûş bi bîr xist ku li Rojavayê Kurdistanê tevî şerê taybet, êrîşên dagirkeriyê jî bi salan e ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin û wiha got: “Bi taybet di vê pêvajoyê de ev êrîş dijwartir bûn ku gelek bûyerên hov hatin jiyankirin. Dewleta Tirk li Kobanê komkujiyek pêk anî ku di topbaranê de 11 ferdên ji heman malbatê hatin qetilkirin û zaroka wan Narîn birîndar bû. Îro Narîn bê dayîk, bav, xwîşk û bira dijî. Zarokek di vî temenî de ku li pêş çavên wê malbata wê hemû bê qetilkirin, gelo wê jiyan û derûniyeke çawa bijî. Lewra jî heman hişmendî û pergalê, jiyan û xeyalên Narîna Kobanê tune kirin.”
‘Emê hemû hêza xwe ji bo parastina zarok û jinan seferber bikin’
Peyman Elûş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku rêgirtina li ber bûyerên qetilkirina zarok û jinan bi pêkanîna ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha got: “Ev pergal bi hemû hêza xwe êrîşî nirx û hebûnên civakê dike. Lewra rizgariya ji vê hişmendiyê tenê bi riyekê pêkan e. Banga Rêber Apo ya civaka demokratîk û aştiyê ku wê bibe bingeha avakirina konfedralîzma demokratîk li Kurdistan û Rojhilata Navîn, şêwazê çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî û pergalê ye. Bi pêkanîna Netewa Demokratîk re malbata demokratîk mîsoger dibe, malbata demokratîk jî bingehê avabûna civak û welatekî demokratîk e. Weke tevger û rêxistinên jinan jî, armanc û xebata me ev e. Emê wiha têbikoşin ku rê li ber dubarebûna van bûyeran bigirin û em êdî tunekirina jina zarok û jinan nejîn.”