Jinên Til Temir: Wê xewna dagirkeran wek xewn bimîne

Li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser gundewarê navçeya Til Temirê, jinên kurd û ereb ê navçeyê bertek nîşan dan û gotin ku ew ê li ber xwe bidin. Heta dawî parastina axa xwe bikin û li dijî hemû planan baldar bin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî bazirganên madeyên hişber û kesên ku dixwazin zirarê bidin ewlehiya herêmê têk bibin, ku di esas de ji aliyê Îran, dewleta tirk û hikûmeta Şamê hatibûn birêxistinkirin, Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" dan destpêkirin. Pêre êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Di çend rojên dawî de, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li seranserî xeta Minbic heta Eyn Îsa û Til Temirê êrîşên xwe dorfireh kirin.  

Duh di saetên serê sibê de, çeteyên dewleta tirk êrişî gundê Tewîla, Til Tewîl, Xemsîn û Gozeliyê ku dikevin rojavayî navçeya Til Temirê kirin. Di encama bersivdayina şervanên Meclisa Leşkerî a Til Temirê gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, her wiha 5 leşkerên hikûmeta Şamê di encama hedefgirtina nuqteya wan de ji aliyê çeteyan, jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî êrîşên ku herêm pêre rû bi rû tê, jinên kurd û ereb bi bertek in.

‘Êriş bi plankirî ne'

Îtab Hesen ji pêkhateyên ereb e got ku ev êrîşên îro tên kirin baş jêre hatiye plankirin û wiha dom kir: "Da ku tevlehevî û nakokiyan di navbera netewan de li vir bidin çêkirin, planeke wiha qirêj ji aliyê hikûmeta Şamê, dewleta Tirk û Îranê ve hatiye plankirin. Dixwazin şerekî mezhebî li herêmê bidin çêkirin. Bi salan e em bi kurd û aşûriyan re li ser vê axê dijîn û rojekê me nakokî di warê mezhebî de jiyan nekiriye. Ligel hevpariya jiyanê, me li dijî DAIŞ jî bi hev re şer kir û xwîna hemû netewan bû yek. Li Dêrazorê me bi hezaran şehîd dan. Ez pirsekê ji wan êl, dewlet û aliyên van nakokî û tevleheviyan didin çêkirin bikim; dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî herêma Dêrazorê kirin û serweriya xwe dan çêkirin hun li ku derê bûn?"

'Neyên lîstokan'

Îtab Hesen tekezî li ser hevgirtina netewan û taybet kurd û ereban kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi êrîşên hewayî nikarîbûn hevgirtina me têk bibin, dixwazin vê carê şerekî mezhebî bidin çêkirin ku encam bigrin. Lê bila bizanibin hemû herêm planên wan baş fêmkirine û wê neyên lîstoka wan. Em bang li hin êlan dikin ku neyên lîstoka dijmin û şiyar bin."

'Planên îro berdewamiya plana 2004'an e'

Çinar Yûsif jî balkişand ser planên hikûmeta Şamê a di Serhildana Qamişlo yê de û wiha got: "Ger tê bîra we, planên rejîma Baas a îro serhildana Qamişlo yê a 2004'an tîne bîra me, lê vê carê gelek dest di vê planê de hene. Li dijî gelê ku bi hezaran sal li ser vê axê xweşî û nexweşiyê wê jiyane û bi hev re parve kirine, gelek caran xwestin nakokiyan derbixin û veguherînin şerekî mezhebî. Çavê dijmin bar nabe ku jiyana hevpar a gelan bibîne. Pêwîstiya me ji hemû wextan zêdetir îro bi hevgirtinê heye. Êrîşên ku îro navçe û gundewarên me pêre rû bi rû tên jî, heman plan e û di vir de dewleta Tirk a dagirker dixwaze ji nû ve DAIŞ xurt bike."

‘Bi yekgirtinê emê dawî li planên dagirkeriyê bînin’

Çinar Yûnis got ku di vê pêvajoya çarenûsî de pêwîste ew hevgirtina li dijî şerê ku dixwazin ber bi mezhebîbûnê ve bibin xurtir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger îro em ne bi hêz bana ewqas êriş û ji gelek aliyan bi ser me de nedihatin. Hevgirtina netewan dawî li çeteyan anî û em ê bi vê hevgirtinê dawî li hemû planên dagirkeriya axa me bînin. Em şopdarê keç û xortên xwe yê şehîd in, ji lewra berdana gundan û navçeya me wê di xewnên dagirkeran de xewn bimîne. Heta dawî em ê parastina axa xwe bikin û li dijî hemû planan baldar bin."