Êrîşên dewleta Tirk li Qamişlo hat şermezarkirin

Koordînasyona Xebatên Zarokan a herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbicê ku di encamê de 4 zarok hatin qetilkirin şermezar kir.

Qamişlo-Di 1‘ê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundewarên Minbicê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de 4 zarokên ji gundê El-Muhsenlî yê Bakur û Rojavayê Minbicê hatin qetilkirin. Navê zarokên ku hatin qetilkirin wiha ne, Amir Xalid El Ferec, Amir Fehed El Ferec, Malik Fehed El Ferec, Zeyneb Mihemed El Ferec. Der heqê van êrîşan de koordînasyona Xebatên Zarokan a herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo li pêşiya navenda Desteya Jin daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku ji aliyê berdevka Komeleya Stêrk a Şopandina Mafên Zarokan Cûliya Xelo ve hat xwendin wiha bû:

Kuştin, birîndarkirin, revandin û tundiya zayendî li dijî sivîlan bi giştî û zarokan bi taybetî ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ve didomin. Di Roja Aştiya Cîhanê de, dewleta Tirk careke din guh neda peyman û qanûnên navneteweyî, ji ber ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker roja Înê li gundê El-Muhsenlî yê dikeve Bakurê Rojavayê Minbicê êrîşek pêk anîn û di encamê de 4 zarok hatin qetilkirin.”

‘Bila qîrîna zarokan û nalîna dayikan bê bihîstin’

Cûliya Xelo herî dawî got: “Em weke koordînasyona Zarokan a herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me, bi taybetî li dijî zarokan şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku bi parastina mafên mirovan û zarokan re têkildar in, dikin û dixwazin bêdengiya xwe bişkînin, bibin dengê heqîqet û mirovahiyê û qîrîna zarokên me û nalîna dayikên me bibihîzin. Divê dawî li van êrîşan bînin.”