Jinên Silêmaniyê: Meşaleya ku Nagihanê vêxist dê ronahiyê bide cîhanê

Li Silêmaniyê jinên ku beşdarî vekirina Navenda Lêkolînên Arşîvê yên Pirtûkxaneya Jinên Kurd bûn gotin; “Meşaleya ku Nagihanê vêxist dê bi vê pirtûkxaneyê geş bibe, felsefeya jin jiyan azadî mezin bibe.”

Silêmanî- Navenda Lêkolînên û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd li Herêma Federe ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê çalakiyê xwe didomînin. Jinên ku li avahiya navendê kom bûn bi dirûşmên “jin jiyan azadî” ketin avahiyê.

Di çalakiyê de gelek jin amade bûn. Komîteya Jineolojî ya Katalonyayê, doktor Barbara Pade Theîssen ku li Elmanyayê li ser civaka baviksalar xebatan dimeşîne, Komîteya Jineolojiyê ya Elmanyayê û ji gelek derên cîhanê jin hebûn. Jinan pirtûkên ku behsa têkoşîna jinan dikin û xebatên xwe yên li ser mijarê bexşê pirtûkxaneyê kirin.

‘Bila li jinan pîroz be’

Ji Komeleya Nivîskarên Jin Botan Hoşî ya ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tevli vebûna navendê bû, diyar kir ku ji çar perçeyên Kurdistanê jin ji bo heman armancê hatine ba hev. Botan Hoşî diyar kir ku wê silavên jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê têdikoşin aniye û wiha axivî: “Jin li wê derê têkoşîna azadiyê didomînin. Ji ber derfetên kêm gelek jinên ku dixwestin werin vê derê nikaribûn werin. Silavên jinên nivîskar ên Rojavayî ji we re hene. Tevî hemû bêderfetiyan em vebûna vê pirtûkxaneyê girîng dibînin. Bila li me jinan pîroz be.”

‘Em ê di vî riyê de meşa xwe bidomînin’

Li ser navê Koordînasyona KJAR’ê (Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê) Fatma Rojhilat, axivî û behsa xebatên endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de kir û wiha got: "Ev der di encama kedek mezin de hat vekirin. Divê em jî li vê kedê xwedî derbikevin û têkoşînê bidomînin. Di riya têkoşîna jinan de em meşa xwe bidomînin. Ez li pêşberî jinên ku azadiyê dixwazin û têdikoşin bejna xwe ditewînim.”

‘Hemû jin parçeyek vê têkoşînê ne’

Sîna V. Kemeînsam a ji Almanyayê beşdar bû di axaftina xwe de wiha got: “Qeydkirina stranên dapîrên me, ji aliyê demokratîkbûnê ve heta tu bibêjî girîng e. Çanda me, me dibe Mezopotamyaya ku me paşeroj û zimanê xwe lê dîtiye. Lêkolîna dîrokî ya li vê derê ji aliyê me ve gelek girîng e. Em li vir in lewre em dixwazin bibin parçeyek vê pêvajoyê. Em dixwazin piştgirî bidin û bi pêş bixin. Ji bo vê em bi heyecan in dê hemû jin bibin parçeyek vê pêvajoyê.”

‘Em ê li dijî faşîzmê serê xwe netewînin’

Sirwey Beyan a ji Herêma Federal a Kurdistanê Sirweey Beyan, diyar kir ku dê têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd li vê pirtûkxaneyê were nivîsandin. Ji partiya Çepa Kesk Berîtan Guneş jî wiha got:

“Ji bo pekhatina xeyalên Nagihanê em li vir kom bûne, ez jinên ve derê silav dikim. Bi dirûşma “jin jiyan azadî dema ku hesabê Jîna Emînê dihat pirsîn, me nûçeya qetilkirina Nagihanê girt. Li Rojhilat Jîna, li Başûr jî Nagiyan, li Rojava Hevrîn Xelef, Yusra, li Fransayê jî Sakîne, Leyla û Fîdan... Li ku destkeftiyên Kurdan hebin dixwazin bi êrîşan peyam bidin. Meşaleya Nagihan û rêhevalên wê di bi vê pirtûkxaneyê keştir bibe, bigihîje cîhanê. Em ê felsefeya “jin jiyan azadî” mezin bikin, serî ji faşîzmê re netewînin.” 

Piştî axaftinan, jinan pirtûk û berhemên ku bi xwe re anîbûn li refên Navenda Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd Kurd bi cih kirin.