Jinên Semsûrî: Me titûn çand lê cihê ku em bi cih bikin tune ye

Li gundên Semsûrê yên ku bi erdhejê re serûbin bûn, çandiniya titûnê ku çavkaniya sereke ya debarê ye, dereng dest pê kir. Jinên ku çandiniyê dikin bal kişandin ku ne mal, ne gov û ne jî koneke wan a ji bo titûna kom kirine bi cih bikin tune ye.

Semsûr- Li gundên ku di erdhejên navenda wan Mereş bû xisarên cidî dîtin, îsal li zeviyan çandinê dereng dest pê kir. Li Semsûra ku navenda titûnê ye jî hem ji ber pirsgirêka xanî û hem jî ya avê çandiniya titûnê di van mehan de tê kirin. Şêniyên navçeya Balyana ku çandiyê du meh dereng kirin, ji bilî titûnê bi zuhakirina tû û berhevkirina nokan jî qezenca aborî bi dest dixin. Jinên ku tevî her tiştî jî têkoşîna azadiyê didomînin, bal kişandin ku piştî komkirina titûna çandine cihê ku titûna xwe bi cih bikin tune ye. Jin ji ber mal û govên xwe yên hilweşiyane, armanc dikin titûna kom bikin bêyî hişk bikin bifroşin.

Ne mal û ne jî govên wan ên ku titûnê bi cih bikin hene!

Li navçeya Balyanê ku di erdhejê de xisarek mezin dît, bi dehan xanî hilweşiyan û ewqas jî ziyanek mezin dîtin. Li qezaya ku nêzî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, welatî tevî 5 meh derbas bûn jî di peydakirina konteyniran de zehmetiyan dikşînin. Welatiyên ku di konan de dimînin, bi hatina havînê re ji tirsa mar û dûpişkan neçar dimînin li xaniyên ku zirarek mezin dîtine bimînin, welatiyên di konteyniran de dijîn jî ji ber giliyên germahiya hewayê piraniya dema xwe li derve derbas dikin. Li gundê ku piştî erdhejê demeke dirêj hilberîn nehat kirin, jin piştî ku titûn tên zuhakirin di heman demê de dest bi çandina titûnê dikin û difiroşin. Jinan diyar kirin ku hê jî tu çareserî ji malên wan ên hilweşiyane re nehatiye dîtin û pirsgirêka stargehê dijîn, zehmetiyên ku dijîn bi vê gotinê kurtê kirin: "Govek me jî tune ye ku em titûna ku komdikin bi cih bikin.”

'Jinên ku bi tû titûn û nokan re mijûl dibin dev jê bernadin'

Ji şêniyên navçeyê Kudret Yeter diyar kir ku piştî erdhejê wan hemû çandina titûnê dereng dest pê kirine, diyar kir ku ew wek jin tûyan berhev dikin û piştî ziwakirinê difiroşin û wiha got: “Jinên li vir her karî dikin. Niha tû, sibê nok, roja din titûn. Em her roj an li nava zeviyan yan jî li nava baxçe ne. Erdhej çêbû, demeke dirêj em nikaribûn karê xwe bikin. Niha ji neçarî em vegeriyan ser karê xwe. Em demeke dirêj di konê de man. Em niha di konteyniran de ne lê konteynirên ku dane me, ji ber ku qul e av derbas dibe. Em qet nizanin em ê çi bikin. Ev 5 meh in ev nediyarî heye û dê niha û pê ve jî hebe. Em hewl didin di vê rewşa nediyar de bi xebatê debara xwe misoger bikin.”

'Ji bo guherandina konteynira xera bûye pere dixwazin'

Zexe Demîrtaş jî diyar kir ku konteynira ku jê re hatiye dayîn ji ber ku qul e avê derbas dike û ji ber wê jî di mala ku gelek xisar dîtiye de dimîne. Zexe Demîrtaş, diyar kir ku dema xwestiye konteynirê biguherîne ji wê pere hatiye xwestine, da zanîn ku ji ber tirsa ajalên weke mar û dûpişk nikarin di konan de jî bimînin. Zexe Demîrtaş, anî ziman ku gel û malên ku ji ber erdhejê zirar dîtine hê jî li heman xalê ne û wiha got: “Di erdhejê de gel bi rojan li benda mirinê ma. Wê demê piştî du hefteyan kon dan me. Di rojên ewil de 7 malbat di konekî de diman. Em bi mehan li benda hatina konteynirê man, niha konteynira ku anîne jî mirov nikare lê bijî. Konteynira ku AFAD'ê aniye ji ber ku derdora wê qul e, av derbas dibe. Ez niha ne dikarim di konê û ne jî di konteynirê de bimînim. Ji ber vê yekê ez diçim û di xaniyê ku pir zirar dîtibû de dimînim. Nîvê malê tune ye lê ez ji neçarî dimînim.”

'Ger titûn nebe em ê birçî bimînin'

Zexe Demîrtaş, da zanîn ku dema titûna ku ji bo qezenckirina pere çandine kom dikin difikirin ka dê çi bikin û wiha got: “Me titûn çandin lê malek me jî tune ye ku em titûnê lê bi cih bikin. Malên me hemû xera bûn, niha xaniyek jî ji me re çênakin. Gelê li vir ger titûnê neçînin nikare zivistanê derbas bike. Yekane çavkaniya debara me Tûtin e û ji ber erdhejê me dereng çandin. Ger em niha kom bikin, em ê titûnê bêyî hişk bikin bifroşin. Em qet nizanin çi bikin.”

'Ji ber ku cih tune ye em ji neçarî titûna hişknebûyî bifiroşin’

Şukran Ergan a herî dawî axivî, bal kişand ser nezelaliya tê jiyîn û wiha domand: “Cihê em titûnê bi cih bikin tune ye. Ji ber ku malên me xera bûn, tu cihê me nema. Ji ber cih tune ye, em neçar dimînin titûnê bi awayê hişknebûyî bifiroşin. Em bi gelemperî di meha Adarê de titûn diçînin lê ji ber erdhejê dereng bû. Îro jî yên ku diçin û diçînin hene. Debara gelê vê derê titûn e ger neçînin dê birçî bimînin. Divê em hemû biçînin. Di rewşa asayî de di vê demê de titûn şîn dibû lê ez nizanim dê rewşa gel çi be. Bila ji rewşa me re çareyek bibînin. Cihê me tune ye ku em tûtinê bi cih bikin. Titûnê deyne aliyekî, mirov jî nikare li malê bimîne, bila ji mirovan re xaniyan çêbikin. Êdî hewa jî germ e, kes nikare di kon û konteyniran de bimîne.”