Jinên Rojhilatî: Sînor dê nikaribin pêşî li piştevaniya me bigrin
Jinên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, der barê erdheja ku li Mereşê pêk hat û li gelek bajaran bandor kir, axivîn û gotin, "Sînor dê nikaribin pêşî li piştevaniya me ya ji bo mexdûrên erdhejê bigrin.”
JIVAN KEREMÎ
Ciwanro – Erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 li navend Mereşê di 6’ê Sibatê de pêk hat li bajarên Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilis, Edene, Osmaniye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bûn sedema hilweşînên mezin û gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdhejê Kurdistanî û kesên hestiyar ên li hundir û derve ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê ketin nav tevgerê. Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ketin nav tevgerê. Jinên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ew bi mexdûrên erdhejê re di nav piştevaniyê de ne.
'Ev karesatek hikumetê ye'
Derbarê erdhejê de Agrin Ahmadî ya ji bajarê Dîwandere got, “Ez ji ber vê karesata ku bi ser gelên Tirkiye û Sûriyê de hatiye, gelek xemgîn im. Erdhej bûyereke xwezayî ye. Lê li welatên ku ji aliyê hikûmetên despotîk û girîngî nadin jiyana mirovan ve tên birêvebirin, ew vediguhere karesatek e ku gelek mirovan dikuje. Bi rastî jî erdhej ji karesateke xwezayî zêdetir karesateke hikûmetê ye. Îro li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê jî karesateke hikûmetê heye.”
'Pere ji bo şer tê xerckirin, ne ji mirovan re'
Ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê Hilala Mihemedî sersaxî ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û got: “Em ê bi mexdurên erdhejê re di nav piştevaniyê de bin. Em ê piştgiriyê bidin gelê xwe yên li herêmên ku erdheja wêranker. Ev sînorên çêkirî û kolonî dê rê li ber biryardariya gelê me ya ji bo alîkarî û piştgirîkirina mexdûrên erdhejê negirin. Xemgîniya ku ez ji ber vê karesatê hîs dikim, ji xemgîniya bûyerên bi vî rengî yên li Rojhilatê Kurdistanê çêbûne cuda nîn e. Em yek milet, yek ax in. Erdhej bûyereke xwezayî ye ku mirov dikare bi ser bikeve. Ji bo kêmkirina zirarê divê tedbîrên pêwîst bên girtin. Li şûna rehetî jiyankirina mirovan û binesaziya guncaw a ji bo wan bê avakirin, pere û sermayeya welatan ji bo şer tê xerckirin. Ji ber vê sedemê di encama erdhejê de karesateke mirovî rû dide.”
'Em bi rêya Heyva Sor a Kurd alîkariyê bigihînin’
Ronahîzade yê ji bajarê Seqizê diyar kir ku ew ji ber karesata mezin bandor bûye û got, "Li gel vê rewşa krîtîk, hikûmeta Şamê û Erdogan jî bi îstismarkirina medyaya li ser krîza erdhejê, êrîş dikin. Efrîn bajarê sembola berxwedana şer e, lê belkî sedema ku di medyayê de cih nagire, nebûna ewlehiya rojnamegeran be. Gelek kes hene ku bi dixwazin alîkariya welatiyên li Rojava bikin, lê niha ji ber rewşa ewlekariya Rojhilatê Kurdistanê, alîkarîkirina welatiyan zehmet û metirsîdar e. Dibe ku alîkariya herî baş arîkariya aborî ye. Ev alîkarî dikarin bi awayekî nefermî bên komkirin û bi rêya Hevya Sor a Kurd bigihin Bakurê Kurdistanê û Rojava.”
Ronahîzade diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina avên bendavê krîzê kûrtir kiriye û got, "Di krîzên bi vî rengî de, li şûna ewlekariya avahiyan û kêmkirina wendahiyên jiyanê, Tirkiye berdêlên mezin li xeyalên xwe yên dagirkirina herêmê xerc dike."