Jinên Rojhilat: Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ em hişyar bûn

Jinan dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bû dirûşma serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir ji bo xwe weke hişyarî bi nav dikin û dan zanîn ku bi wê dirûşmê wan dest bi fikirandina jiyana azad kirine.

SAÎDE ŞÎRZAD

Navenda Nûçeyan- Jin Jiyan Azadî ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem li Bakurê Kurdistanê bi tevgera Jina Kurd jiyanî bû, piştre di şoreşa jinan a Rojava li dijî DAIŞ’ê de bi têkoşîna dîrokî deng vede û bû dirûşm.

Li Tahranê di roja 16’ê Îlona 2022’an de piştî ku Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve bi hinceta ku hîcaba xwe baş nedaye serê xwe hat qetilkirin; li Rojhilat û Îranê serhildana ku bi pêşengiya jinan dest pê kir navê wê bû ‘Jin Jiyan Azadî.’

Gelê cîhanê û jinan li dijî pêkanînên Komara Îslamî ya Îranê ji bo ku serhildanê bitepisînin, polîtîkayên darvekirin û îkenceyê didin meşandin helwest nîşan dan û çalakiyên ku li dar xistin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ piştgirî dan serhildanê. Bi vî awayî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Jin Jiyan Azadî’ bû dirûşmeke gerdûnî û ji bo mafên jinan têkoşîna ku dide bû çirûska hêviyê.

‘Min dest bi fikirîna jiyana azad kir’

Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê der barê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ de hestên xwe anîn ziman. Elham K. 32 salî ji Hamedanê ye diyar kir ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hişmendiya jiyanê pê re ava kiriye û da zanîn ku têkoşîna ji bo mafê xwe daye hîskirin û wiha got: “Min her dem hewl dida di malbata xwe de bibim jinek baş. Li Îranê jineke baş tê wateya qebûlkirina zîhniyeta mêrên serdest û serîtewandinê. Jîna Emînî piştî ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin li seranserê welat çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin. Di destpêkê de ez difikirîm ku mirov van çîrokan mezin dike û ji bo mirinê dimeşin. Lê belê bi belavbûna dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ re weke jinekê min dest bi fikirîna jiyana azad kir. Êdî ez piştgiriya hemû tiştên mafdar dikim.”

‘Li her dera cîhanê min jinên ku têkoşer dît’

Zehra M ya 28 salî ji Hemedanê ye, li Han dijî da zanîn ku ji malbatek dîndar e û wiha got: “Ez ne li aliyê hîcabderxistina ji serê xwe me lê belê baweriya min a dînî heye. Her dem weke jinekê rêzdariyek ya min heye. Sala bûrî bi qetilkirina Jîna Emînî re  serhildan destpêkir bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda û belavî cîhanê bû. Min li her aliyê cihanê jinên ku ji bo mafê xwe têkoşînê dikin dît. Ez weke kesekê ez ketim wê ferqa ku mafê min nîne. Ez bi baweriya dînî ve girêdayîme û ez ji hîcabê hes dikim lê belê ez li dijî bi zorême. Piştî dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hilbijartinên xwe bi xwe bikim, azadî û gelek tiştên din fikirim.”

‘Jinan biryara bêdengnebûnê girtin’

Kajal R a 34 salî ji Sineyê destnîşan kir ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo gelek jinan bûye hişyarbûn û wiha got: “Li derdora xwe min kesên xwedî zîhniyeta ku mêr hemû tişt ji bo jinan qedexe kirin nas dikim. Zextên beramberî jinan ji pirsgirêka hîcaba bi zorê re ne sînordare. Ji dûh heta îro zîhnyeta mêr hemane mafê jinan ê îtirazê nas nake. Jin ji roja ji dayîk bûne heta niha bi vê zîhniyetê şêwe girtiye. Ger jin zîhniyeta mêr îtiraz bikin civak wan deq dike yan jî bi çavên xirab li wan dinêre. Piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî êdî jinan biryar daye ku bêdeng nebin û ji bo mafê xwe têkoşînê bikin. Divê şoreşê de me bi awayek aşkere dît ku jin serî li bermaberî zagonên serdestiya mêr natewînin.”

Arzo P. a 34 salî ji Gonbadkavosu amaje bi wê yekê kir ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ re jin ketin ferqa mafê xwe û wiha got: “Êdî gelek jinên ku ji hemû tiştî ne razî ne û gelek tiştan qebûl nekin hene. Qûrala hîcaba bi zorê weke hefsarek di stuyê jinan de ye. Jinan bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re ev hevsar qetandin û ji bo mafên xwe bi dest bixin gav avêtin.”

‘Dayika min êdî dibêje bêdeng nebin’

Suja S. a 32 salî ya ji Sineyê da zanîn ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ jinan ji esareta mêr rizgar kiriye û got: “Dayika min her dem der barê aciznekirina mêran (bav, hevjîn, mam, bira û xal) de min hişyar dikir. Lê belê dayika min niha dibêje min xeta kir ku digot bêdeng bibin. Niha dibêje li dijî zoriyê û zilma mêr xwe bêdeng nekin. Ev guherîna di fikrên dayika min de ji felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hatiye, ez vê yekê baş dizanim.”