‘Divê ji bo jinên Filistînî yekitiya jinan a kurevî bê avakirin’

Aktîvîsta mafên mirovan a Filistînî Hana Mughamîs bal kişand ser sûcên şer ên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê û diyar kir ku pêwîstiya yekitiya jinan a kurevî heye ku bi jinên di şeran de herî zêde zirarê dibînin re bibin yek.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê ku di nav de jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes mirin, dewam dikin, ji gelek aliyan ve bertek zêde dibin. Parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên jinan banga rawestandina êrîşên li ser Şerîda Xezayê, rakirina dorpêçê, destwerdana lezgîn û tedbîrên qanûnî yên pêwîst kirin ku ji ber binpêkirinên li dijî gelê Filistînê Îsraîl berpirsyar bin.

Rêxistinên mafên mirovan li Filistînê bang li aliyên sêyemîn ên destwerdan û komên navneteweyî kirin ku bi lezgîn mudaxele bikin da ku gelê Filistînê ji xetereya qirkirinê biparêzin. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan kirin ku qirkirin di pergala hiqûqa navneteweyî de weke yek ji sûcên herî giran tê binavkirin û diyar kirin ku divê aliyên sêyemîn li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û tavilê mudaxeleyî sûcê qirkirinê bikin.

Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê jî hêrsa xwe ya zêde li hember bombebaranên berdewam ên li Şerîda Xezayê nîşan dan û bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên ku niştecihan, mal, binesazî û navendên xizmetguzariyê yên bingehîn ên wekî nexweşxane, dibistan û binesaziyê dikin hedef rawestîne. Yekitiyê da zanîn ku Îsraîl rêzikên hiqûqa mirovî ya navneteweyî û peymanên mafên mirovan ji nedîtî ve tê û xwest ku ji Îsraîl hesab bê pirsîn.

Zagonên navneteweyî tên paşguhkirin

Femînîsta Filistînî û parêzvana mafên mirovan Hana Mughamîs a li Tûnisê dijî, bal kişand ser şert û mercên trajîk ên ku gelê Filistînê tê re derbas dibe û destnîşan kir ku binpêkirinên sîstematîk ên li dijî sivîlan berdewam dikin. Hana Mughamîs diyar kir ku Îsraîl wek makîneyek şer a hovane tevdigere û diyar kir ku li Şerîda Xezayê hemû qanûn û peymanên navneteweyî tên paşguhkirin. Hana Mughamîs diyar kir ku jin û zarok jî di nav de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin û diyar kir ku ji bo Îsraîl ji ber sûcên şer bê darizandin divê serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bê dayîn.

‘Îsraîl tê teşwîqkirin’

Hana Mughamîs got: “Mirinên Filistîniyan ne tenê hêjmar in, her kesê ku jiyana xwe ji dest dayî xwedî çîrok û xeyal bûn. Ev mirov bi xeyalên xwe ve hatin binaxkirin û mafê wan ê jiyanê ji dest hat girtin. Di êrîşa li dijî Nexweşxaneya Baptîst de piraniya wan jin û zarok bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê hemû cîhanê ev qetlîama nexweşxaneyê çawa şermezar kir? Serokên welatên Ereb bêdeng man, cîhana rojava piştgirîya Îsraîlê dike. Dema rewş ev be, Îsraîl tê teşwîqkirin ku komkujiyên mezin, hilweşandina binesaziyê û hedefgirtina gelê Filistînê berdewam bike.”

‘Piştgiriya kurevî pêwîst e’

Hana Mughamîs amaje bi wê yekê jî kir ku divê aştî û aramî were dabînkirin û bang li civaka navdewletî kir ku zextê li aliyên şer bikin da ku li gorî yasayên di peymanên Cenewreyê de hatine destnîşan kirin tevbigerin. Hana Mughamîs her wiha destnîşan kir ku jinên Filistînî ji ber şerê xedar û wêrankirina ku li Şerîda Xezayê rû da, hewcedarê hevgirtina jinên tevayî cîhanê ne û destnîşan kir ku ji bo piştgirîkirina Filistîniyan pêwîstî bi yekîtî û hevgirtina gerdûnî heye.

Hana Mughamîs wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên ku li cîhana Ereban di pozîsyonên biryardanê de ne dikarin zexta siyasî li hikûmetên xwe bikin û ji bo rawestandina tundiyê û pêkanîna aştiyê beşdarî xwepêşandan û kampanyayan bibin. Divê jinên li welatên Ereb, hevgirtina bi Filistîniyan re zêde bikin. Rola jinên Ereb di pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê de ji bo jinên Filistînî di rûbirûbûna şeran de dibe alîkar ku êş û azarên wan kêm bibe û şert û mercên wan ên dijwar baştir bibe.”