Jinên Minbicê: Parastina cewherî erka me ya sereke ye

Endamên parastina cewherî ên jin li bajarê Minbicê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê diyar dikin ku ew parastina ewlekarî û aramiya bajarê xwe dikin û dadwerî û wekheviya navbera herdu zayendan de pêktînin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Bajarê Minbicê bi riya xurtkirina şerê gelê şoreşgerî û hêzên parastina civakê rêxistin û pergala xwe ya parastina zêde kiriye. Di  pergala parastina cewherî de rola jin bandora xwe li ser gelek mijaran dike. Jinên Minbicê jî wek her jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê parastina cewherî esas digire û ji bo ewlekarî û aramiya gel  bi erka xwe radibin.

‘Parastina cewherî erk û berpirsyartiya her kesî ye’

Hevseroka hêzên parastina cewherî li bajarê Minbicê Hayat El-Salêm got ku parastina cewherî ji mezintirîn hêzên herêmê ne ji ber ku jêdera xwe civak bi xwe ye û ew berpirsyartiya her endamekî civakê ye. Her ku asta rêxistina parastina cewherî di civakê de zêde dibe pargala parastina civakê xurtir dibe.

Hayat El-Salêm destnîşan dike ku parastina bajêr ne tenê berpirsyartiya hêzên ewlekariyê ye, ew erka civakê di pêkanîna şerê gelê şoreşgere ku civak giştî li ser piya be û wiha gorinê xwe didomîne:”Jin û ciwan herî zêde di demên şer de tên armanc girtin lewra jin roleke mezin di parastina civakê dilîzin.”

Hayat El-Salêm destnîşan kir ku yekem navenda hêzên parastina cewherî li bajarê Minbicê di 5’ê Cotmeha 2022an de vebû, û wiha got:“Parastina cewherî li herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê ne tiştekî nû ye ji ber ku ew bi destpêka şoreşa Rojava di 19ê Tîrmeha 2012an de avabûye, lê li bajarê Minbicê ji nêzî salekê ve avabûye û hemû beşên civakê tevliyê bûne.

‘Parastina cewherî hemû şerên hundirîn red dike’

Endama parastina cewherî a li taxa Şehîd Egîd Rana Hamadî got: “Rola jinê di parastinê de girînge, û têkoşîna jinê ji bo welatê xwe ne ji îro ve ji dîrokeke wê dûr û dirêj ji destkeftiyan heye. Îro parastina vî bajarê dikeve ser milê me hemûyan ji ber ku herêm rastî şeran, komployan û binpêkirinan tê, lewra ji erkê me ye em xwe û civaka xwe biparêzin. Her komek endaman berpirsê parastina taxa xwe ne, bi taybet em li ser ciwanan in teqez dikin ji ber ku herî zêde ew bi şeran bandor dibin.  Em weke parastina cewherî bi erkê xwe radibin li gor pêwîstiyan bi aliyên ewlekarî peywendîdar kordîne dikin. Ev kordînekirin rêxistinê û hevkariyê di navbera hemû endamên civakê de xurt dike.

Rana Hamadî di dawiyê de diyar kir ku hemû endamên hêzên parastina cewherî perwerdeya bikaranîna çekê dîtine û wiha pêde çû:”Me perwerdeya vekirina çek û bikaranîna wê di dema pêwîst de dît, lê çek di parastinê de ne tiştê bingehîne, carnan exlaq û rêxistin dijî êrîşên dijî aramî û ewlekariya herêmê bihêztire.

‘Pêwîstiya ciwakê bi hêza cewherî heye’

Rîm Derwîş endama parastina cewherî ye der barê sedemên pêdiviya civakê ji parastina cewherî re dibêje:“Civak rastî gelek tiştan tên ku ewlekariya herêmê tevlîhev dike, lewra pêwîstiya civakê bi hêzên weke hêzên parastina cewherî heye. Parastina cewherî piştgiriya hêzên ewlekariyê ye, hêzên leşkerî sînorên bajêr her êrîşekê diparêzin, her hêzek erka xwe heye, hêza parastina cewherî ji civaka hundirîn diparêze.”