Jinên Mexmûrê: Li dijî êrişan yekîtî divê
Jinên wargeha Penaberan a Mexmûrê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê şermezar kirin. Jinan bang li tevahî gelê Kurd kirin ku li dijî êrîşan bibin yek û bi têkoşîna xwe êrîşan têk bibin.
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Ji 8’ê Kanûna 2024’an vir ve dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî li Bendava Tişrînê zêdetir kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber metirsiya hilweşînê ya Bendava Tişrînê, ji ber êrîşên dewleta Tirk nobet digrin. Çalakgerên sivîl, ji 8’ê Çileyê vir ve her roj rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Di encama êrîşên dewleta Tirk a li dijî nobedarên Bendava Tişrînê de 16 sivîl jiyana xwe ji dest dan û dehan jî birîndar bûn.
‘Gelê me yê berxwedêr dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernade’
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi peyamên xwe piştgirî didin çalakiyan. Jinên ku derfetên wan ên ji bo çûyîna Rojavayê Kurdistanê tunene, ji wargehê hestên xwe yên piştevaniyê ji bo çalakgeran tînin ziman. Yek ji van jinan jî, Taybet Sêrtî ye. Taybet a ku di destpêka axaftina xwe de êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, wiha got: “Dewleta Tirk rojane êrîşê nobedarên Bendava Tişrînê dike. Dewleta Tirk dixwaze bi hedefgirtina nobedarên Bendava Tîşrînê re gelê berxwedêr bitirsîne û bendav dagir bike. Lê şervanên me û gelê me yê berxwedêr dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Em gelê Kurd ji êrîşên dewleta Tirk natirsin. Em berxwedana gelê rojavayê Kurdistanê siluıiüöeav dikin û piştgiriya xwe dişînin. Divê em wek gelê Kurd li ku dibe bila bibe li dijî êrîşan têbikoşin.”
‘Wê serkeftin ya gelê Kurd be’
Taybet Sêrtî, da zanîn ewê tu caran dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin û wiha got: “Dewleta Tirk ji bo nixûmandina êrîşên xwe rojnamevanan hedef digre û bêyî ku bibêje zarok û jin êrîşî gelê sivîl dike. Lê dewleta Tirk çi dike bila bike em tu car dev ji doza xwe bernadin. Roj bi roj kîn û nefreta me ya li dijî dewleta Tirk zêdetir dibe. Wê dewleta Tirk binkeve û serkeftin dê bibe ya gelê Kurd.”
‘Em gelê Kurd ji tu êrîşan natirsin’
Kerîman Kanat jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji 8’ê Çileyê ve êrîşî nobedarên Bendava Tişrînê dike û wiha axivî: “Em jinên wargeha Mexmûrê berxwedana gelê xwe ya li Bendava Tirşînê silav dikin û piştgiriya xwe dişînin. Armanca dewleta Tirk dagirkirina rojavayê Kurdistanê ye, lewma bi êrîşên xwe dixwaze gel û şervanan ji hev qut bike. Lê em gelê Kurd ji tu êrîşan natirsin. Dewleta Tirk ji bo nixumandina hovitiya xwe rojnamevanan hedef digre.”
Kerîman Kanat, da zanîn li Bendava Tirşînê berxwedanek mezin heye û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê gel bi fikir û felsefeya Rêber Apo berxwedan û têkoşînek bi heybet nîşan dide. Dijmin jî dixwaze vê yekê tûne bike. Lê em tu car dev ji têkoşîna xwe bernadin û dewleta Tirk wê tu car bi ser nekeve.”
Kerîman Kanat, bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî êrîşan bibin yek û bi têkoşîna xwe êrîşan têk bibin.