Hevpeymaniya 188’an: Guhertina zagonê hewla têkbirina derûnî û jiyanê ye
Hevpeymaniya 188’an li dijî biryara guhertina Zagona Rewşa Kesane bertek nîşan da û diyar kir ku guhertina zagonê hewla têkbirina derûnî û jiyanê ye û ewê li dijî biryarê tekoşîna xwe bidomînin.
Navenda Nûçeyan- Hevpeymaniya 188’an li Bexda bi lidarxistina civînek ya çapemeniyê, sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê û jinan û zarokan ji mafên wan yên sereke bêpar dike bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser bertekên piştî derbaskirina dengdana li ser sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê ya hejmar 188 ya sala 1959,’an ku di rûniştina 20’ê Çileyê ya Parlamentoya Iraqê kete dengdanê û hat pejirandin. Hate gotin ku Parlamentoya Iraqê rûniştina ji bo pejirandina pêşniyara sererrastkirina vê zagonê bi awayek ecayîb lidar xist ku tu pêwendiya wê bi rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê, sîstema navxweyî û destûra Iraqê ve tunebû.
‘Em li bendê ne ku Dadgeha Federal giliyan qebûl bike’
Wiha hate gotin; “Piştî hevdengiya hêzên Parlamentoya Iraqê ku Hevpeymana Îdareya Dewletê nûnerîtiya wan dike, di civînê de şahidê pejirandina sê zagonan bû, ku ji aliyê parlamentoyê, gel û cemaweriya siyasî ve cihê nîqaşê bûn. Ew guhertin û sererastkirinên di vê dewreya parlamentoyê de hatine pejirandin, derbeyeke eşkere ye li destûr û bingehên dadperweriya Iraqê hatiye dayîn. Parlamento li şûna saziyek be ku gel biparêze, û kerameta wan biparêze, bûye platformekê ji bo berdewamkirina serdestiya hevpeymana desthilatdar bi navê Hevpeymana Îdareya Dewletê. Ji ber ku di civînên parlamentoyê de rewşeke têkçûyî û tevlîhev serdest bû. Beşek ji parlamenteran nerazîbûna xwe li hemberî sererastkirinê nîşan dan û di heman demê de dengê sê projeyên zagonan dan, hinên din nerazîbûna xwe li hemberî hin zagonên ku xistine dengdanê nîşan dan û gelek parlamenteran jî rûniştin terikandin. Her wisa hinek parlamenteran jî derbarê pêvajoya civînê û awayê dengdanê de serî li Dadgeha Federal dan. Di vê çarçoveyê de em li bendê ne ku Dadgeha Federalî giliyan qebûl bike û vê rûniştina parlamentoyê bi awayek nedestûrî nîşan bide û proseya dengdana li ser sererastkirina yasayê betal bike ku tê de demokrasî hat terorîzekirin, destûr hat binpêkirin, bingehên mafên mirov hatin rûxandin, keramet û mafên jinên Iraqê hatin binpêkirin.”
‘Ev biryar êrişkirina li ser ruhê dadperweriya sivîl e’
Di daxuyaniya Hevpeymaniya 188’an de hate gotin ku tişta ku li Parlamentoya Iraqê rû dayî ji bilî nîşandana nakokiyên siyasî tiştek din nebû. Dengdana bi vî awayî îfadeya nebûna berpirsiyariya netewî ye. Li şûna rêzgirtina destûr û rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê, parlamento amûrên xwe bikar anîn ji bo derxistina yzagonekê ku tu hestê dadperweriyê tê de tune ye. Ev hêzên bibandor tenê xema destketiyên siyasî û hilbijartinên xwe hebû di derxistina van zagonan de. Bi tenê dixwestin deng li ser yasayekê bidin. Ev sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê êrişkirina li ser ruhê dadperweriya sivîle, peyameke eşkere ye ji bo her Iraqiyekê ku parastina civak, malbat, mafên jinan û zarokan êdî di pêşiya karên wan de tune ye.”
Di dewamê de bal hate kişandina encamên nerênî yên sererastkirina van zagonan wiha hate gotin; “Sererastkirina van zagonan hewlekin ji bo têkdana derûn û jiyana me ku bi awayekî zagonî nedadperweriya civakî çêdikin. Şêwaza derxistina van zagonan bi eşkere îşareteke ji bo bêşiyana parlamenteran di bicihkirina erkên destûrî û nebûna baweriya wan bi hev re. Parlamenterên wan nekarîn nûnertiya wê beşê biçûk yê welatiyan bikin ku dengê xwe dane wan. Parlamento xwe ji karên din re nagire, wek çavdêrîkirina karên hikûmetê. Parlamenteran sozên xwe yên di hilbijartinên berê ji welatiyan re dabûn, bicih ne anîn. Tenê dudilîyeke mezin di hilbijartinên berê de belav kirin, heta ku bû sedem fraksiyona herî mezin dengên xwe kêm bike.”
Hevpeymaniya 188’an got; “Divê em tevayî wî awayî red bikin ku sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya Hejmar 188’an ya sala 1959’an û ew zagonên din yên ku bi wê ve girêdayî bûn. Ew jî Zagona Efûya Giştî û Zagona Betalkirina Biryarên Encûmena Fermandariya Şoreşgerî ya Rejîma Baas’a hilweşayî bûn.
Li gorî wê;
1-Serokatiya Parlamentoya Iraqê Madeya 37 ya sêyama rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê binpê kir ku tê de daxwaza cîbicîkirina bendên karnameya karê bi rêkûpêk dike. Her wiha bendan neguhezînin bo beşeke nû heta gotûbêja beşa berê bi tevayî bidawî nebe.
2-Lê belê eger nekare bendê li wê derê temam bike, serok û her du cîgirên wî dikarin bi hevpar wê bendê paşve bixin. Lewra tu tişt di rêziknameya navxweyî de tune ye ku destûrê bide têkelkirina sê bendan ji bo gotûbêjkirineke li ser. Ne raste ku bi hev re deng li ser çend zagonan were dayîn. Bi taybetî ku tu girêdaneke mijarî di navbera beşên bendan de tune be.
3- Serokayetiya Parlamentoyê Madeya 134’ê ya Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoya Iraqê binpê kir, ku tê de hatiye gotin bîr û raman li ser her madeyeke reşnivîsa zagonan were wergirtin, paşê fikrek li ser reşnivîsê bi giştî were wergirtin, piştî temambûna xwendina madeyan dengdana giştî li ser were kirin. Ev jî rêjeyeke ku armanca wê nîşandana pejirandina zêdetirîn kes ji bo zagonê ye.
4- Komkirina sê zagonan bi yek dengdan nakokî ye li gel azadiya dengdana parlamenteran. Parlamenteran mecbûr dike ku zagonan qebûl bike yan red bike bêyî ku alternatîfîke din ji wan re bihêle. Ev jî li gel pîvanên herî bingehîn yên demokrasî yan azadiya ramanê binakoke.
5- Wisa xuya ye Komîsyona Yasayî ya Parlamentoya Iraqê metna hikûmetê ya derbarê Zagona Efûya a Giştî nexwendiye. Belkî tenê pêşniyarên komîteyê xwendiye û ev jî binpêkirina rêzîknameya navxweyî ya parlamentoyê ye.
6-Ew girteya vîdyoyê ya ku Parlamento pêşkêş kiriye nîşan dide ku Serokê Parlamentoya Iraqê dengên wan hesab nekirine ku hejmara zêde ya parlamenteran di salona parlamentoyê de nebûn. Hinel parlamenterên din jî di proseya nîşandanan nerazîbûnê de bûn. Tu hewl tune bû ji bo amadekirina dengderan. Ev jî dibe sedem ku deng bi awayekî were têkdan ku rê li ber derxistina hejmarê wan kesên ku bi erê yan na dengê xwe dane bigire.
7- Ji bo bidawî anîna van binpêkirinan îşaret bi gotinên Dadgeha Bilind a Federalî dikin, ku di yek ji daxwazên wê de wiha tê gotin; Bi tu awayî nabe ku îdareya gel bi nûnerîtiya Parlamentoyê were kurtkirin ji bo kesayetiya Serokê Parlamentoyê ku berê sond li destûrê xwariye ku pabend be bi dûrketina ji binpêkirina zagon û destûrê.”
Di dawiyê de hate gotin ku ji aliyekî din ve wan peywendiya xwe bi dezgeh û rêxistinên navnetewî yên têkildarî mafên mirov re kiriye û di peywendiyan de proseya rûniştina Parlamentoya Iraqê ji wan re hatiye vegotin.