Jinên Mexmûrê: Dewleta Tirk a faşîst ji cilên zarokên me ditirse

Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi pêşengiya Meclisa Îştar der barê êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a li dijî cenazeyên şehîd û goristanan daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

Mexmûr- Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê di daxuyaniyê de diyar kirin ku di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de êrîşên li dijî cenazeyên şehîd û goristanan gihîştine asteke dermirovî. Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî şehîdan şoreşê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Teybet Mijînî axivî.

‘Em ê heta dawiyê li pey doza şehîdan bin’

Teybet Mijînî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew wek dayik û bavên şehîdan kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdan şermezar dikin û got: “Îro em dibînin cilên zarokên me yên şewitî paket dikin û piştî 8 salan ji malbatên wan re dişînin, em vê hovîtiyê şermezar dikin. Me digot ji hestiyên zarokên me ditirsin îro jî ji cilên wan ditirsin, ji nexweşên me yên di girtîgehan de ditirsin. Nikarin li hemberî gerîla li Avaşîn, Metîna û her derê ku gerîla lê şer dikin bi ser bikevin û li ber xwe bidin ji ber wê yekê cilên zarokên me paket dikin û ji me re dişînin. Em natirsin em ê hîn zêdetir hêzê bigrin û em bi hestî û cilên zarokên xwe serbilind in. Em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin, li pey doz û xeyalên wan bin. Bila Kurd çavên xwe vekin û rabin ser lingan, li zarokên xwe xwedî derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.