Emîne Şenyaşar ji çokên xwe emeliyat bû

Emîne Şenyaşar ku çend hefte ne li Enqereyê nobeta edalete digirt, ji çokên xwe emeliyat bû. Ferîd Şenyaşar diyar kir ku emeliyata wê baş derbas bûye û got ku heta 6’ê Cotmehê ew ê nobetê negirin

Navenda Nûçeyan- Emîne Şenyaşar a ku li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin ji çokên xwe emeliyat bû.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar têkildarî rewşa tendirustiyê ya Emîne Şenyaşar de agahî da û got: “Êşa wê heye dê 5-6 roj li nexweşxaneyê bimîne. Sibê dê wê rakin ser piyan.” Ferît Şenyaşar her wiha diyar kir ku piştî ji nexweşxayenê derkeve dê ji bo danişîna 6’ê Cotmehê biçin Rihayê û heta wê demê navber bidin nobetê.