Çaryeka Derne ya Lîbyayê di bin avê de ma

Piştî bahoza Danîel a ku li bajarê Derne yê Lîbyayê bi bandor bû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 3 hezarî, ji ber hilweşîna du bendavan çaryeka bajêr di bin avê de ma.

Navenda Nûçeyan- Ji ber bahoza Daniel, barana zêde û lehiya ku bandor li Lîbyayê kir 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tenduristiyê yê 'hikûmetê' yê li rojhilatê Lîbyayê Osman Abdulcelîl di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got: "Di lehiya li Derneyê de hejmara miriyan gihişt 3 hezarî" û diyar kir ku bi hezaran kes winda ne. Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku rojhilatê welêt kontrol dike Ehmed El Mismarî agahî parve kir ku tenê li bajarê Derne di navbera 5 û 6 hezar kes winda ne.

Bajar di bin avê de ma

Li gorî nûçeya Reutersê, Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Dîbeybe di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ragihand ku balafireke ku tê de 14 ton kelûpel, derman, alavan, çenteyên laş û 87 personelên tenduristiyê hilgirtiye ji bo lehiyê. herêmên bandorbûyî ber bi Bîngazî ve çûn. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji ber bahozê çaryeka bajarê Derne di bin avê de maye. Li herêmê heta niha cesedê zêdeyî hezar kesî hatiye dîtin. Rayedarekî Federasyona Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) diyar kir ku mirina di lehiyê de dibe ku bigihêje hezaran.