Jinên Mexmûrê: Armanca me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye
Jinên wargeha Mexmûrê, diyar kirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd tê meşandin û gotin: “Pêwîst e em jin û jinên ciwanmisogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo xwe erk û berpirsyariya herî mezin bibînin.”
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Piştî 43 mehan di 23’ê Cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatê pêk hat. Piştî hevdîtinê ji aliyê parêzer û malbata wî ve gelek caran serlêdan hatin kirin lê hemû bê bersiv hatin hiştin. Herî dawî di 6’ê Mijdarê de hat zanîn ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd de ji ajansa re axivîn û banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kirin.
‘Armanca me misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’
Evîn Colemêrg, di destpêka axaftina xwe da zanîn bi pêkanîna tecrîdê, dixwazin gelê Kurd ji fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûr bixin û wiha axivî: “Rêbertî 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Her dem bi hincetên cuda cezayên qedexeya hevdîtina bi parêzer an jî malbatê re tên dayîn. Gelê Kurd di pêvajoyeke mayîn û nemanê de ye. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser me hemûyan tê meşandin. Bi taybetî jî weke jinên Kurd divê em tecrîda li ser Rêber Apo li dijî xwe bibînin. Em ji bo Rêber Apo çî bikin kêm e. Armanca me misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Dem dema azadiya fizîkî ya Rêbertî ye. Divê gelê Kurd li dijî tevahî êrişan berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bike.”
‘Em deyndarên Rêber Apo ne’
Evîn Colemêrg, diyar kir ku jin ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwedî erk û berpirsyar in û wiha got: “Maf û têkoşîna ku Rêber Apo ji bo jinan daye, li tu cihên cîhanê nehatiye dîtin. Pêwîst e em jin û jinên ciwan ên Kurd misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo xwe erk û berpirsyariya herî mezin bibînin. Em deyndarên Rêber Apo ne. Ger em îro dikarin bibêjin em hene û dijîn ev yek bi saya têkoşîna Rêber Apo ye. Lewma em çiqas têbikoşin kêm e.”
Evîn Colemêrg, banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir û got: “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li seranserê Kurdistanê çalakî tên kirin. Lê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin û erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Bi taybetî jî divê em li dijî tecrîd û tevahî êrişan têbikoşîn û azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
‘Di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gel tecrîd tê meşandin’
Cîhan Kaplan jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Em di saleke girîng de derbas bidin. Ji bo gelê Kurd mijara herî sereke rewşa Rêbertî ye. Gelê Kurd û cîhanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo dijîn. Ev zêdetirê 40 salan e em berxwedan û têkoşîneke mezin raber dikin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêber Apo ye. Lewma tecrîda li ser Rêber Apo bi destên hêzên desthilatdar roj bi roj girantir dibe. Ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî maf, bi pêkanîna tecrîd, qedexe û cezayên disîplînê dengê Rêber Apo û gelê Kurd qut dikin. Di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gel tecrîdê dimeşînin.”
‘Divê em li dijî êrişan şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin’
Cîhan Kaplan, da zanîn ku pêwîst e li dijî êrişên topyekûn, berxwedanek topyekûn bê dayîn û got: “Gelê Kurd li dijî van êrişan li ber xwe dide lê divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Pêwîst e em li dijî êrişên topyekûn ên dijmin, berxwedanek topyekûn bidin. Bêdengî û neyekbûna gel dibe sedema zêdebûna êrişan. Ez bang li gelê Kurd dikim ku xwedî li serokatî û gerîlayên xwe derbikevin û li dijî hemû êrişan şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin.”