Xwendekarên Peymangeha Bilind a Şehîd Viyan Amara rûxmê êrişan derçûn

Peymangeha Bilind a Şehîd Viyan Amara ya Kantona Şehba-Efrînê rûxmê hemû êrişên dewleta Tirk û zehmetiyan xwendekarên xwe mezûn kir. Xwendekarên derçûn gotin: “Em ê bi biryardarî li dijî êrişan bisekinin.”

RÛBARÎN BEKÎR

Şehba – Gelê Şehbayê ku ji ber dagirkeriya Tirk berê xwe dan Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûxmê hemû zehmetiyan jî sîstem û jiyana xwe ji nû ve ava dikin. Gelê li Kantona Şehba-Efrînê, her tim di bin êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî sîstema xwe ya perwerdê birêxistin dikin. Îsal di 19’ê Cotmehê de 81 xwendekar ji beşa Tendisûstiyê ya Peymangeha Bilind a Şehîd Viyan Amara mezun bûn.

Ji rêveberiya Peymangeha Bilind ya Şehîd viyan Amara Zaxocan Huseyîn der barê xwendekaran de ji ajansa me re axivî.

Zaxocan Huseyîn di destpêka axaftina xwe de behsa serkeftina xwendekaran kir û got ku divê zehmetiyên xwendekar dikşînin bê ser ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi taybetî li herama Şehbayê di şertên gelek zehmet de perwerde dibinîn. Lê dema mirovek hedefa xwe diyar bike û ji bo ku bigîhêje vê hedefê hewildanek pir xurt bide, bi ser dikeve.”

Piranî xwendekar jin in  

Zaxocan Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di Peymangeha Bilind a Şehîd Viyan Amara de 4 grup derçûne û wiha axivî: “Vê salê 16 xwendekar ji beşa tendirûstiyê, 65 xwendekar ji beşên din derçûn. Piraniya xwendekaran jin in, ev jî serkeftina jinan û ji bo azadiya xwe tekoşîna ku didin nîşan dide. Gelek xwendekarên ku derçûn bi îradeyek mezin astengiyan derbas kirin û serkeftinê bi dest xistin.” Zaxocan Huseyîn behsa rola jinê di perwerdeyê de anî ser ziman û got: “Jin ji dîrokê heya niha gelek serkeftinan bi dest xistine û bi fikrek azad civakê bi rêxistin kiriye.”

'Em ê li dijî êrişan bisekinin’

Derçûya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Nora Muhammed jî li ser hilbijartina xwe ya vê beşê wiha got: "Zimanê me, me diyar dike û parastina zimanê xwe yê zikmakî erka me ye. Ji ber ku dijmin rasterast êrişî zimanê me dike. Lê belê em ê bi biryar û îradeya xwe ya xurt li dijî van êrişan bisekinin.”

Nora Muhammed da zanîn ku dîplomeyên ku li herêma Şehba wergirtine bersiva herî mezin a li dijî dijmin e û wiha pê de çû: “Îro em ê bi pênûsên xwe li dijî dijmin şer bikin û nifşên pêşerojê hînî welatparêzî, dilsoziya bi zanistê û têkoşîna gelê xwe bikin. Koçberiya ji Efrînê mîna ku rihê te ji laşê te derkeve bû. Lê belê ji bo rizgarkirina van xakan em ê berxwedana xwe bidomînin" Nora Muhammed destnîşan kir ku serkeftina jinan di perwerdeyê de gaveke girîng e.

'Me bi îradeya xwe astengiyan derbas kir'

Endama Beşa Tenduristiyê Hêvîn Reşo jî wiha got: "Min dixwest di warê tenduristiyê de bixebitim, ji ber ku xizmetek ji bo civakê ye. Herêma Şehba jî her tim rastî êrişan tê. Ji ber ku em di perwerdehiyê de zehmetiyan dikşînin. Li hemberî topbaran û astengiyên din jî bi hêza xwe me van astengiyan derbas kir."