Jinên Lubanê piştgirî dan mexdûrên erdhejê

Komek jinên Lubnanê ji bo armanca piştgirî dayîna mexdûrên erdhejê ji bo herêmên ku li Sûriyêyê alîkarî nagihijê û li bajarê Trablusê ya Libnanê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

CAROLINE BAZZİ

Beyrut – Erdhejên di 6’ê Şibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê pêkhatin, li bajarên Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene, Osmaniye û Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema windakirina hejmarek zêde can û mal. Ji vê erdhejê Libnan jî bandor bû. Komek jinên Lubnanê ji bo armanca piştgirî dayîna mexdûrên erdhejê ji bo herêmên ku li Sûriyêyê alîkarî nagihijê û li bajarê Trablusê ya Libnanê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Çalakvan Heba Hashush tevî komeke jinan ji bo armanca alîkariya dayina kesên ku li Sûriyeyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û kesên di erdheja li bajara Trablusa a Lubnanê badorbûne, ji bo alîkarî kombike, însiyatîfeke femînîst a alîkariya mirovî da destpêkirin û der barê vê de ev daxuyanî da: "Em ji bo alîkariyê bikin kampanyayek alîkariyê pêkanî. Em ji bo zarokên ji erdhejê bandorbûnê vê kampanyayê da dest pê kirin. Em 4 jin in û heta niha me gelek alîkarî kirin."

'Mîqdara alîkariyê min matmayî kir'

Heba Hashush diyar kir ku alîkariyên hatine komkirin piştî pêwendiya bi Balyozxaneya Sûriyê ya li Lubnanê re roja duşemê an jî sêşema bê dê bi rêya Deriyê Sînor ê Arîde derbasî Sûriyê bibe û wiha got, “Ez ne di vê hêviyê de bûn di pêvajoya qeyrana aborî tê jiyîn de û bi taybetî nirxê dolar ewqas bilêz dibe de ewqad alîkarî kombikin. Ev alîkarî ji aliyê gelê Lubnanê ve hat dayîn. Ji bilî alîkariya xureka ya ji bo mexdûrên erdhejê, ji bo nexweşan jî malzemeyên alîkariyê hatin komkirin.”

'Em pêşî mirovatiyê esas digrin'

Hîba Hashush diyar kir ku zêdeyî 15 sal in ji bo kesên xwedî pêdivî alîkariyê kom dike û wiha got: “Bi salan e ez vî karî dikim û ya ku min eleqeder dike jî gihandina alîkariyan ya ji bo kesên xwedî pêdivî ye. Ango em bêyî ziman, ol û nasnameya netewan cudabikin, alîkariya mirovan dikin. Ger mirovek xwedî wpêdivî hebe, em amade ne ku alîkariya wê/wî bikin. Em komeke takekesî ne. Me bêyî ku bi partî, komele û rêxistinên sivîl ve girêdayî bimînin, bi hewildanên xwe alîkariyan komkir. Beşek ji van alîkariyan dê biçe welatiyên Sûriyê û beşek jî ji bo xelkê Trablusê yên ku ji erdhejê ziyan dîtine, ji ber ku dewleta Lubnanê bi gelemperî rol û erka xwe li hember Lubnaniyan û bi taybetî gelê Trablusê pêk nayne.

'Armanca me ya yekemîn zarok in'

Amanî Selîm jî yek ji wan kesên ku di însiyatîfa komkirina alîkariyan ya ji bo malbatên mexdûrên erdheja ji Sûriyê bandorbûnê de cih digre. Amanî Selîm balkişand li ser alîkariyên tên kirin û wiha got: “Em ji bo mexdûrên erdheja li Sûriyê alîkariyên kom kir û bê giranî da li ser hemû tiştên wek cil, betaniya ya bi germbûnê ve girêdayî ye. Armanca me ya sereke ew e ku em pêşî alîkariyê bidin zarokan. Ji bilî malzemeyên xurekê yên bingehîn ên wekî birinc, nîsk û şekir, mamaya bitîkan, biberon, derman û paçên jî kom kir."