Jinên Lîbyayê li dijî gendeliyan rola xwe bi hêz dikin

Jinên Lîbyayê bi armanca ku di saziyên hikumetê de zelaliya fînansî zêde bikin, çalakiyan li dar dixin. Di heman demê de hewl didin asta hişyariya malî û aborî di nava gel û hikumetê de zêde bikin, di têkoşîna li dijî gendeliyan de roleke girîng dilîzin.

HINDIYA EL-AŞIBÎ

Bîngazî – Jinên Lîbyayê, balê dikşînin ser rola jinên ku di saziyên kontrolê yên weke Saziya Kontrola Îdarî û muhasebe de. Diyar kirin ku destek didin hewldanên têkoşîna li dijî gendeliyan. Da zanîn ku ragihandina bi awayekî bi rêk û pêk a dahatê, bi awayek zelal û di kêmkirina gendeliyan di saziyên civakî de gavek girîng e.

Jin hedef dikin ku li Lîbyayê di saziyên cuda yên dewletê de zelaliya fînansî zêde bikin. Ji ber vê yekê çalakiyan li dar dixin û teşwîqî pêkanîna zagonan dike û hewl didin asta vekirina malî bigihîjînin asta herî jor. Di heman demê de di mijara rewşa aborî ya gel û hikumetê de hişyariyê pêk tînin û hedef dikin ku di saziyên taybet û civakî de li dijî genedeliyan têbikoşin.

‘Jin dikarin rolên girîng bilîzin’   

Seroka Rêxistina Meras a pêşketinê Basma El- Werfelî diyar kir ku roleke girîng a jinan di têkoşîna li dijî gendeliyan de heye, li gorî wê ev têkoşîn ji malê dest pê dike û got: “Jin zarokên xwe bi nirxên rast û exlaqî mezin dikin, ev jî sûdê dide di pêşerojê de di saziyên hikumet û civakê de bibin kesên li dijî gendeliyan. Nifşên ku li ser bingehên baş û exlaqî mezin bibin, wê di jiholêrakirina gendeliyan de bibin xwedî bandorek mezin. Lîderên jin û endamên parlamentoyê, li bazarên taybet û civakî ji bo pêşî li gendeliyan bigrin, di derxistina zagonên hişk de dikarin rolên girîng bigrin.” 

Basma El- Werfelî bal kişand ser sûda jinên ku di saziyên kontrolkirin û saziyên kontrola îdarî û muhasebe de dixebitin û got: “Pêkanîna polîtîkayên zelal ên van saziyan û tabloyan dahat û xercê bi awayekî rêk û pêk ji civakê re ragihîne, di pêşîlêgirtina gendeliyan de wê sûdek mezin bide. Di heman demê de wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî û aborî ku saziyên civaka sivîl û hikumet rû bi rû ne wê bi sûd be.”

Ji bankaya Navendî ya Lîbyayê banga zelaliyê

Bankaya Navendî ya Lîbyayê, weke otorîteya herî bilind a fînansa welat, hat ragihandin ku di 10 mehên 2024’an de dahata hikumetê 81.877 milyar dînarê Lîbyayê ye. (Nêzî 17 milyar dolar) Li gorî pispora beşa herî mezin, beşek wê yê girîng dane şaredariyan. Lê belê meclisên şaredariyan, ev fon çawa xerc kirine û  di kîjan projeyan de xerc kirine daxuyaniyek zelal nehatiye dayîn.

Hewldanên têkiliya di navbera şaredarî û gel de

Ji bo têkiliya aborî û civakî di navbera gel û şaredariyan de, Rêxistina Meras a Pêşketinê, bi hevkariya platforma Hevkar a Herêmên Barka û Weqfa Takareb de di şeş şaredariyan de dest bi projeyek nû kirin.

Projeya ‘havkaran’ hedef dikin ku têkildarî dahatên şaredariyan hesabdayînê zêde bikin. Di çarçoveya projeyê de bi sernavê ‘dahata xwecihî bi çalak bikaranîn û komkirin’ nîqaşên civakê li dar xistin. Ev rûniştin aktivîstên jin, hiqûqnas, akademîsyen û pisporên civakê beşdar bûn. 

Ji rêveberên projeyê Fedvan Muftah weke seroka nirxandina pêwîstiyan a Rêxistina Meras a Pêşketinê, hûrguliyên pêvajoyê wiha anî ziman: “Di çarçoveya vê projeyê de, li bajarên Bîngazî, Şehhat, Tobruk, Susa û Derna me rûniştinên civakî li darxist. Armanca me ew bû ku têkilya di navbera hemwelatî û şaredariyan de raste rast be û bejdariya civakê zêde bike bû.”

Sernavên mijarên di rûniştinan de hatin destgirtin wiha ne:

Hevkariyên civakî: Şaredarî wê bi gel re çawa bihêztir hevkariyê bikin hate nîqaşkirin.

Perwerdeya xebatkarên şaredariyan: Ji bo personelên ku di şaredariyan de di xebitin kêrhatiyên xwe yên pîşeyî pêşbixin bernameyên perwerdê hatin pêşkêşkirin.

Rola Rêxistinên civaka sivîl di destekdayîna şaredariyan de: Bandora STK’yên ku bi şaredariyê re di nava hevkariyê de dixebitin hat nîqaşkirin.

Rola departmanên têkiliya şaredariyê: Ji bo şaredarî baştir têkilî bi gel re daynin wê platformên dîjîtal û medayan çawa bi kar bînin hatin axaftin.

Rêveberiya krîz û alîkariyên afetê: Şaredarî di demên şer, krîzên aborî û afetên xwezayî de wê çawa baştir destek bidin gel hat destgirtin.

Rola jinan di zelaliya fînansê de

Rola jinan ku di bazarên taybet û civakî de di zêdekirina hesabdayîn û zelaliyê de lîstiye, ji bo pêşeroja Lîbyayê girîngiyek mezin e. Di parlamentoyê de, rêveberiyên xwecihî û saziyên civaka sivîl de jinên ku erkên aktîf girtine, ji bo pêşîlêgirtina gendelî û pêşxistina pêvajoya rêveberiya zelal xwedî bandorek girîng in.  

Di vî alî de rola jinan ya pêşengiyê zêdetir dê bi hêz bike, pêkanîna zagonan û teşwîqkirina gel a rêveberiyan pêwîst e. Ev pêvajo li Lîbyayê ne tenê îstîqrarê, di heman demê de wê xweşhaliya civakê jî zêde bike.