Kurd, Ereb, Suriyan û Ermen li dijî êrişan meşiyan

Bi dirûşma “Dewleta Tirk komkujî dike, dinya jî xwe bêdeng dike” pêkhateyên Kurd, Ereb, Suriyan û Ermen yên li Hesekê li dijî êrişan meşiyan.

 Hesekê – Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di van êrişan de dewleta Tirk bi dehan komkujî pêk anî, bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suriyan û Ermen yên li Hesekê bi dirûşma “Dewleta Tirk komkujî dike, dinya jî xwe bêdeng dike”  li dijî êrişan meşiyan. 
Meş ji çarxereya Kevokê ya taxa Miftî heyanî çarxereya Şehîd Serhed berdewam kir. Meşvan alên QSD’ê û pankartên bi nivîs “Na ji komujiyan re”, “Na ji bêdengiyê re” hilgirtin.
‘Sûriya nû bi dagirkeriyê nayê qebûl kirin’
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê Ferhan Dawûd daxuyanî da. 
Di daxuyaniyê de bal li ser komkujiyên ku dewleta Tirk pêk tîne hat kişandin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne. Rojane li dijî xelkên bakûr û Rojhilatê Sûrî qetîlaman pêk tên û dinya jî li hemberî van kiryaran bêdeng in. Sûrî di pêvajoyek hesas û nû re derbas dibe. Ji bo rastî em bêjin Sûriyek nû û demokratîk divê hikûmeta demkî ya Sûrî êrîş û dagirkeriya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tê qebûl neke. Em Sûriyek ji tevahî xelkên Sûrî re be dixwazin. Eger hikumeta demkî ya Sûrî li sîstema Rêvberiya Xweser venegere, dê Sûrî ber bi aloziyek kûrtir ve bibe. Banga me ji tevahî xelkên Sûriye re heye ku piştgirî bidin şervanên QSD’ê û di berxwedana Bendava Tişrînê de rola xwe bilîzin.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî Berxwedan” bi dawî bû.