Jinên Kerboranê: Em ê bi daxwaza aştî û azadiyê deng bidin

Jinên Kerboranê diyar kirin ku wê bi daxwaza aştî û azadiyê biçin ser sindoqan û deng bidin. Jinan gotin: “Şaredarî girêdayî gel in û em şaredariyên ku xizmetê ji gel re dikin dixwazin. Em ê ji xeynî xwe deng nedin kesek din.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn - Ji hibijartinên herêmî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re çend roj man, xebatên partiyên siyasî jî bênavber berdewan dikin. Yek ji navçeyên ku DEM Partî xebatên xwe bênavber berdewam dike, Kerborana Mêrdînê ye. Şaredariya Kerboranê, ya di sala 2016’an de qeyûm avêtin ser, di sala 2019’an de ji ber birina dengên leşker û polîsan AKP’ê girtibû. Şaredariya ku ji bo gel tu xizmet nekiriye, tenê eraziyên çandiniyê ji îmarê re vekir, erd firot, deynê ku ji qeyûm maye careke din deyn li ser zêde kir.

DEM Partî ku hedef dike şaredariyê careke din bigre, bi gel re xebatên xwe dide meşandin. Xwişka Garîbe Gezer ku li girtîgehê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye, Asya Gezer bû namzeda hevşaredariya navçeyê, gel bi biryar e şaredariyê ji AKP’ê bigre. Jinên Kerboranê ku ji bo DEM Partî qezenc bike beşdarî xebatan bûn, der barê hilbijartinê de bendewariyên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Kerboran xizmetek baştir heq dike’

Kadriya Demîr diyar kir ku ji şaredariyê tu xizmetek negirtine û wê ji bo hebûn û nasnameya xwe dengê xwe bidin xwe û da zanîn ku ji bo DEM Partî qezenc bike beşdarî xebatan bûye û got: “Kerboran xizmeteke baştir heq dike. Gel zexta ku hatiye avakirin şikand. Li vê derê tiştek nema li me nehat kirin. Em ê ji xeynî xwe deng nedin kesê. Em ê vê demê şaredariyê nehêlin di destên wan de. Ne ev gel ne jî jin wê dengê xwe nedin partiyên din. Hîle û lîstikên wan jî êdî heta cihekî ne. Em ê vê demê şaredarî û îradeya xwe ji wan bigrin. Em ê bi xebatên xwe wan bişînin.”

‘Bi daxwaza aştiyê em ê biçin ser sindoqan’

Halîme Demîr da zanîn ku wê deng bidin DEM Partiyê ku zimanê dayikê û nasnameyê diparêze û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û binpêkirinên mafan li girtîgehan û destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê wê deng bidin û ev tişt got:

“Zarokên me yên li girtîgehê îşkence dibînin. Bila ev îşkence bi dawî bibe û tecrîd rabe. Ciwanên me hemû diçin Ewropayê. Zarokên me ji xaka xwe dûr dikevin. Em ê ji bo ev şer û îşkence bi dawî bibe, dengê xwe bidin. Çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bidin xwe. Em ê ji derveyî xwe nedin kesek din. Deng û îradeya me nayê firotin. Dem dema me ye! Bila deriyên girtîgehan vebin, bila zarokên me yên li surgunê vegerin. Em ji xeynî aştî û azadiyê tiştekî din naxwazin. Ev gel ji kesê natirse. Me bi salan daxwaza aştiyê kir. Em ê bi vê daxwazê biçin ser sindoqan. Dengê me nayê firotin. Em ê vê carê şaredariyê bigrin.”

‘Di hilbijartinê de çi ji destên me bê em ê bikin’

Safiye Dogan jî da zanîn ku şaredariya AKP’ê li Kerboranê ji gel re tu xizmetê nekiriye û destnîşan kir ku gelê Kerboranê zextên demên borî ji ser xwe avêtiye û ji kesê natirse û wiha got:

“Di vê hilbijartinê de çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê ji bo xwe û zarokên xwe bixebitin. Em ê kolan bi kolan bigerin. Ji bo em şaredariya xwe bigrin em ê têbikoşin. Em Kurd in divê hemû kesên ji bo xwe dibêjin em Kurd in dengê xwe bidin xwe. Bila dengê xwe û eslê xwe nefiroşin. Li vê derê ez bang li hemû Kurdan dikim, bila kes dengê xwe nefiroşe. Zimanê xwe, gundê xwe û serpêhatiyên xwe bifikire û deng bide. Şaredarî girêdayî gel in, em şaredariyên ku xizmeta gel dikin dixwazin. Em ê vê jî roja 31’ê Adarê bigrin.”

‘Bi rêjeya herî zêde em ê şaredariyê bigrin’

Mûnsîme Aydin û Mecbûre Kuçukkaya jî anîn ziman ku wê ji bo aştî û azadiyê deng bidin, diyar kirin ku dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe bijîn û ev tişt got:

“Şaredarî tu xebatê nakin. Demên berî rê çêdikirin êdî wê jî nakin. Îrade û dengê me ji bo me ye. Weke gelê Kerboranê em ê bi rêjeya herî zêde şaredariyê bigrin. Em ê bi dengê xwe silavan bişînin girtîgehan. Em ê her dem li pey zarok û doza xwe bin. Çi dibe bila bibe em ê li vê derê bin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”