Jinên ji herêma Cizîrê serhildana jinên Rojhilat û Îranê silav kirin
Bi hezaran jinên ji herêma Cizîre ji bo silavkirina serhildana jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mîtîngek girseyî lidarxistin. Jinan bal kişandin komkujiya Parîsê jî û bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji qadê peyama têkoşînê dan.

Qamişlo – Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 101’emîn de ye. Ji bo silavkirina serhildana jinan a ber bi şoreşê ve dimeşe, bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star bi dirûşmeya “Bi ruhê tekoşîna şoreşa jin, dê serhildana Jin Jiyan Azadî bi ser bikeve” li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîre ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran jinên ji bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji bo silavdayîna şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi rakirina wêneyên şehîdên şoreşa jin berê xwe dan Staduma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo û ji qadê peyamên piştgiriya jinan dan.
100 rojiya serhildana jinan hat silavkirin
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê li ser navê Rêxistina Kongra Star, Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi germahiya dilê her jinekê ku ji bo azadiyê lê dide, her wiha ji bo coşa hemû jinên ku li vê qadê amade ne û tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em silavên xwe ji şoreşa keziyan re, şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê re pêşkêş dikin. Şoreşa Îran û Rojhilat duh ket sed rojiya xwe. Şoreşa ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpê kir, helbet serhildana ku jin pêşengtiya wê dike, bêguman wê ew serhildan serbikeve.”
‘Jin Jiyan Azadî ji qada Şoreşa jin a Rojava destpê kir’
Rîhan Loqo destnîşan kir ku ‘Jin Jiyan Azadî’ ji qada şoreş jin a Rojava destpê kir û wiha pê de çû: “Çirûska 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê bi israreke mezin û bi berxwedaneke xurt vêket û şoreşa jinan a bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî hat ragihandin. Îlhama xwe da şoreşa Îran û Rojhilat û dirûşmeya me li etvahî cîhanê deng veda. Em ji her jinek li her qadeke jiyan re dibêjin ku bi hev re gereke em tekoşîn bikin ji bo avakirinan jiyaneke azad û bi rûmet. Di heman demê de ji bo avakirin projeyeke demokratîk û wekhev, em berxwedana wan a dîrokî silav dikin.”
Dûyemîn komkujiya Kurdan a Parîsê
Rîhan Loqo di berdewamiya axaftina xwe de komkujiya ku li Parîsê pêk hat şermezar kir û got: “Çi cihekî ku berxwedaniya jinan lê hebe, ew cih tê hedefgritin. Me dît çawa li Parîsê jî li heman cihê xwe 10 sal berê sê tekoşerên me yên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez hatin hedefgirtin, dîsa jî rêhevala me Emîne Kara, ji Tevgera Çandê hunermed Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin şehîdxistin bi komployeke qirêj. Ev êrîşa ku pêk hat ne tesadufeke bû, ev tê wateya armanckirina vîna me û lawazkirina îradeya me, lê em lawaz nabin. Em daxwaz ji hikûmeta Fransayê dikin ku li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî neçin û bi demokrasî û azadiyê re be. Weke ku Rêber Apo jî ji me re got ku wê sedsala 21’an sedsala azadiya jinê be. Her ku em dibînin asta tekoşîn, berxwedan û îsara jinan mezintir dibe. Em wekî jin bi ked, berxwedan û hêza xwe bawer in, em ê bigihêjin azadiya xwe. Em ê bi hev re jinên hemû cîhanê bi yek destî serdestî û zordestiyê hilweşînin û azadiya jinan misoger bikin. Pêwîst e ku em rêxistinbûyîna jinan bi hêz bikin, pêwîst e ku em xwedî yek helwest bin û dengê xwe bilind bikin.”
‘Dengê bi hezaran jin wê bi dengê jinên Rojhilat re bibe yek’
Di çarçoveya mîtîngê de Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl bal kişand li ser armanca mîtîngê û got: “Çalakiya me ya îro li ser asta Bakur û Rojhilatê ye Sûriyê dengê şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihîne şoreşa Îranê û piştgiriya jinên têkoşer li Rojhilatê Kurdistanê bike. Îro dengê bi hezaran jinan wê bi dengê jinên Îranê re bibe yek û şoreşa me jî bi yekitiya xwe li hemberî hemû pêkanînên destdirêjiyê li jinan digire. Em dest ji piştgiriya şoreşa jinê ya Îranê bernadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyana Azadî’ ya ku ji destpêka damezrandina tevgerê ve bang li hemû jinan dike. Azadî heta roja me ya îro berdewam dike û dirûşmeya me wê bibe pêngava azadiya hemû jinên cîhanê. Şoreşa jinê ya li Îranê wê bi têkoşîna jinê di dîrokê de bê nivîsandin.”