3 çalakvanên jin bi kefalet hatin berdan

Narges Hosseini, çalakvana mafên jinan Leila Mansour û çalakvana sivîl û xwendekara zanîngeha Kurdistanê Sanehê Kimia Wahhabifar, bi awayekî demkî bi kefalet hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Duh 26’ê Kanûnê, Narges Hosseini, çalakvana mafên jinan Leyla Mansour a girtîgeha Keşanê dihatin girtin û çalakvana sivîl û xwendekara zanîngeha Kurdistanê ya Sanehê Kimia Wahhabifar, heta dawiya darizandinê bi kefalet hatin berdan.

Li gorî heman raporê, Narges Hosseini ku di 21’ê Îlona sala 2022’an de li Kaşhanê hatibû girtin û şewqî girtîgeha bajêr hatibû kirin û jinên ku ji ber di Çilêya 2018’an de Narges Hosseini di çalakiyên li dijî hîcaba bi zorê li cadeya Inqilap ya paytext Tahranê sekinîbû û hîcaba xwe ji serê xwe kiribû “hicabê neçarî” protesto kirin duh “bi kefaleta milyonek toman” hatin berdan.

Çalakvanek mafên jinan Leila Mansour jî heta bidawîbûna darizandinê bi kefalet hat berdan. Leyla di 16’ê Mijdara 2022’an de di dema serhildana gel a dawî de hat girtin.

Çalakvana sivîl û xwendekara zanîngeha Kurdistana ya Sanehê Kimia Wahhabifar, ji navenda Îslah a Sanehê heta dawiya darizandinê bi kefalet hat berdan. Tê diyarkirin ku Kimia Wahhabifar di dawiya meha Kanûnê de ji aliyê hêzên asayîşê ve di çarçoveya serhildana gel de hatibû revandin û piştî lêpirsînê sewqî Navenda Îslah a Sanehê hatibû kirin.