Jinên ji Efrînê: Riya Sakîneyan riya me ye

Endamên Navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehbayê, komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê bi bîr anîn û hedefgirtina pêşengên jin şermezar kirin.

HESNA MIHEMED

Şehba - 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Jinan diyar kirin ku hedefgirtina her sê pêşengên jin hedefgirtina tevahî jinên azadîxwaz e û bi vê komkujiyê westine jinan careke din qir bikin. Bi nêzbûna salvegera 9'emîn a komkujiya Parîsê endamên Navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehbayê nêrînên xwe anîn ziman.

‘Hêrsa ji bo tolhildana pakrewanên me zêde dibe’

Şêrîn Hesen salvegera hedefgirtina sê pêşengên jin li Parîsê bi bîr anî û got: "Em komkujiya Parîsê bi tundî şermezar dikin û hesab ji kesên ku ev komkujî pêk anîne dixwazin. Şehîd Sakîne ji ber mafên jinên bindest bang dikir û yekemîn endama Tevgera Azadiya Jinan bû, li dijî zîhniyeta baviksalarî û bindestiya jinan têdikoşiya lewra bû hedefa vê zîhniyetê û şehîd bû. Sakîne û rêhevalên xwe li Parîsê xebata azadiya jinan didan meşandin. Her dem şehîd Sakîne hewl dida jinan ji bindestî û koletiyê rizgar bike. Hedefgirtina her sê jinên pêşeng, ji ber vê yekê bû. Em ê riya ku Sakîne tê de dimeşiya, bişopînin. Bi hedefgirtina pêşengên me tu carî hêz û vîna me nayê şikandin, beravojî vê hêrsa tolhildanê zêdetir dibe û em ê tola pakrewanên xwe hildin. Em ê xeyalên Sakîne û rêhevalên wê pêk bînin û civakek azad û wekhev ava bikin."

‘Bi vê komkujiyê xwestin tevgera jinan tune bikin’

Arîn Elî jî komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha got: "Em ber bi salvegera komkujiya Parîsê ve diçin. Komujiya ku Sakîne û rêhevalên xwe hatin hedefgirtin em şermezar dikin. Parîs qaşo îdiaya demokrasî û azadiyê dike lê di nav dewleta wê de komujî pêk tên û bê hesab jî dimînin. Bi riya îstixbareta dewleta Tirk ev komkujî pêk hat. Hedefgirtina Sakîne û rêhevalên wê hedefgirtina xeta azadiya jinan bû her wiha şehadeta wê tê wateya meşandina şer li hemberî bîrdoziya rizgariya jinan. Bi vê komkujiyê xwestin tevgera jinan li Kurdistanê û tevahî cîhanê bidin tunekirin lê armancên wan pêk nehatin û heya roja îro jin li her devera cîhanê ji bo azadiyê têdikoşin."