14 girtiyên jin ên din dest bi greva birçîbûnê kir
14 girtiyên jin ji bo şermezarkirina eleqedernebûna doza Armîta Abbasî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Navenda Nûçeyan – Duh 14 girtiyên jin ên li Girtîgêha Kachuî yên di xwepêşandanên seranserê welat de hatibûn girtin, ji bo şermezarkirina ne eleqedernebûna dozên der barê Armîta Abbasî û nebûna alîkariyê, tevli greva birçîbûnê bûn.
Gelek çalakger hatine girtin
Fatemh Nazarînejad, Elham Modarresî, Fatemeh Mosleh Heidarzadeh, Nîlofer Shakerî, Marzieh Mîrghasemî, Shahrzad Derakhshan, Fatemeh Jamalpoûr, Hamîdeh Zareî, Nîlofer Kordonî, Somayeh Masoûmî, Fatemeh Harbî, Anîsa Mousavî, Jasmîne Haj Mirzamohammadî û Madheh Sohrabî di nava kesên çalakvanan de cih digrin.
Fatima Nazarînejad a 39 salî ya ji bajarê Karajê, di 3’ê Mijdarê de di merasîma 40’emîn a Hadîs Necefî de hat girtin û tevî ku di pêvajoya binçavkirinê de tijî nexweşiyên mîde û rovî (gastroîntestînal) bû û rewşa wê ya fizîkî nebaş e jî sewqî Girtîgeha Kachueî ya Karajê hat kirin.
Elham Moderresî ya 32 salî ya wênesaza ji Saneh Karajê ye 2’yê Kanûna 2022’an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji mala xwe ya Ferdîs a li bajarê Karajê hat girtin û di jêpirsîne de rastî eşkenceya fizîkî û derûnî hat,sewqî Girtîgeha Kachuî ya li bajer hat kirin. Elham Modarresî ji ber sûcên "li saziyan vandalîzm", "xerakirina nîzam û aramiya raya giştî", "teşwîqkirina mirovan a ji bo kuştinê" û "li dijî dewletê propaganda” tê darizandin.
Fatemeh Mosleh Heidarzadeh 20’ê Îlona 2022’an di rojên ewil ên serhildana gel de hat girtin û tevî ku nayê zanîn ku ji kîjan sûcê tên darizandin jî sewqî Girtîgeha Kachuî ya li bajarê Karajê hat kirin.
Li kesên digrin îşkenceya hovane dikin
Nîlofer Shakerî ya ji Zanganî û Karajê dijî, di 11'ê Cotmeha 2022'yan de di encama serdegirtina hêzên ewlekariyê yên Mezeşê hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Kachuî ya Karajê hatibû kirin. Li gorî peyam dayika girtî ya li ser medyaya dîjîtal parve kir, hat diyarkirin ku rewşa fizîkî ya Nîlofer Shakerî nebaş e û ji ber îşkence, alozî û sûcên giran xwînrijiya hundirîn derbas kiriye.
Marzieh Mîrghasemî ya ku li şîrketek muhasebedar e û yekane kes e ku diya xwe ya nexweş dinêre, roja 23’ê Îlonê li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û di bin eşkenceya fizîkî û derûnî de neçar hatiye hiştin ku li xwe mikur were.
Gelek jinên ku ji malbatên xwe berpirsyar in hatin girtin
Fatima Jamalpoûr a ji bajarê Karajê yekane kes e ku li dayik û du zarokên xwe dinêre, di 5’ê Mijdarê di xwepêşandanên seranserê bajarê Karajê de hat girtin û di salonek dadgehê ya serhêl de mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat kirin.
Xwendekara lîsansa rêveberiya darayî ya Zanîngeha Zanist û Lêkolînê Hamîdeh Zareî ya 37 salî, roja 3’ê Mijdarê di merasima 40’emîn a Hadîs Necefî de hat girtin û sewqî Girtîgeha Kachueî hat kirin.
Nîlofer Kordonî ya ji xelkê Gohardeşta bajarê Karajê û dayika zarokek biçûk e, di rojên ewil ên serhildana gel a 18’ê Îlonê de hat girtin, sewqî Girtîgeha Kachueî hat kirin û di salonek dadgehê ya serhêl de mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat kirin.
Somayeh Masoumî roja 3’ê Mijdarê di xwepêşandeke merasima 40’emîn yê Hadîs Necefî hat lidarxistin de hat girtin û sewqî Girtîgeha Kachueî hat kirin.
Bi îşkence û surgunê hewl didin tolê ji çalakgeran hilînin
Fatemeh Harbî ya dayika zarokekî 8 salî ye, ji ber tevlibûna xwepêşandanên gel û ji ber derxistina hicaba xwe hat girtin, sewqî Girtîgeha Kachueî hat kirin û di salonek dadgehê ya serhêl de mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê û du salan sirgûnê hat kirin.
Anisa Moûsawî di xwepêşandanên seranserê welat ên di meha Mijdarê de hat girtin û bi dayika xwe re sewqî Girtîgeha Kachueî hat kirin. Sûcên der barê wê de nayên zanîn.
Jasmîne Haj Mirzamohammadî ya ji Zanîngeha Soureh mezûna kûzîkvanî û seramîk e, 3’ê Mijdarê di xwepêşandeke merasima 40’emîn a Hadîs Necefî hat lidarxistin de hat girtin û sewqî Girtîgeha Kachueî hat kirin. Ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat girtin.