Mamosteya Afganî: Bedela wê mirin be jî ez ê dersê bidim zarokan
Zextên Talîbanê ya li ser jinan didome, rûxmê hemu zextan jî jin di nav berxwedanê de ne. Mamosteya Afganî B.X. der barê zext û zordariyên li ser jinan de wiha got: “Ger em di destê Talîbanê de bûna, destûr nedihat dayîn em bêhnê bigrin.”

BAHARAN LEHÎB
Kabul – Bi ragihandina girtina dibistan, zanîngeh, navendên perwerdeyê û xebatên jinan ên di nava saziyên civaka sivîl de, li bajarê Kabulê hebûna jinan gelekî hat sînordarkirin. Gelek jin û saziyên jinan bi dizî hewl didin ku ji bo perwerdeya zarokên keç di malên xwe de zemînek misoger bikin. Milîsên Talîbanê li hin parêzgehan li kolanan dewriyeyê digerin; ger zarokên keç an jî jin li vir kom bibin, dema ku nêzî wan dibin, rastî berxwedana jinan tên.
Hêz û kesayetên demokrat, destnîşan dikin ku bi sînordarkirina jinan re rûyê Talîbanê zêdetir xuya bûye, hinek jî piştgirî didin Talîbanê, ew kes li ser du koman dabeş bûne û mirov dikare bibêje yên nerm û tund.
‘Ez natirsim’
Mamosteya Afganî B.X. ya destnîşan dike ku li dijî ferzkirinên Talîbanê jin di nav berxwedanekê bê hempa de ne wiha got: "Ez natirsim ji malê derkevim û rewşa min a aborî nebaş e. Ez bi çavkaniya xwe ya debarê re, malbata xwe ya 4 kesî xwedî dikim. Hevserê min di hikûmeta berê de lîderekî leşkerî bû lê bi hatina Talîbanê re neçar ma dev ji karê xwe berde. Ji ber vê yekê min ji xwe re li yek ji navendên perwerdeyê kar dît.”
B.X. der barê pirsgirêkên xwe yên mîna bi hezaran jinan dijî de jî wiha got: "Jin û keçên wek min bi windakirina pariya di devê xwe de, azadiya xwe winda kirin. Ger em di destên Talîbanê de bûna, me çi jî bikira ji bo çavsor nebin dîsa jî dê destûr nehata dayîn ku em bêhnê bigrin.”
‘Ger dawî kuştin be jî, ez dest jê naqerim’
Mîna bi milyonan jinên din ên Afganî, B.X. ya bêtirs jî bi biryar e ku li hemberî hemû zextan dev ji têkoşîna xwe bernede û di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Talîban ji bo astengkirina xwendina zarokên keç ya li malan, li kolan, kuçe û kolanên bajêr dewriyeyê digerîne lê ger ez bêm kuştin jî amade me dersê bidim kesên din."