Jinên ji Şêrawa: Bi vîna jinan wê dawî li komploya navnetewî bê
Endamên Kongreya Star a navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê anîn ziman ku ew bi fikr û felsefeya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi têkoşîna azadiyê kirine û salvegera 24'emîn a komploya navnetewî şermezar kirin.
HESNA MIHEMED
Şehba – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Subata 1999'an de bi Komploya Navnetewî dîl hat girtin û 24 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F di bin tecrîdekê giran de tê girtin.
Endamên Kongreya Star a navçeya Şêrewa kantona Efrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman ku ew bi fikr û felsefeya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi têkoşîna azadiyê kirine û salvegera 24'emîn a komploya navnetewî ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî tevahî jin û gelên azadîxwaz tê meşandin şermezar kirin.
‘Em hêzê ji berxwedana li Îmraliyê digirin’
Zeyneb Sîdo ya bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê jî parçeyek ji Komploya Navnetewî ye ku tê xwestin gelê Kurd ji felsefeya jiyana azad bê dûrxistin.
Zeyneb Sîdo ya anî ziman ku felsefeya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd ji bo wan hêz û çavkaniya têkoşînê ye wiha axivî: “Rêber Apo ev bû 24 sal li Îmraliyê berxwedanek mezin dimeşîne. Bi rêya vê berxwedanê Rêber Apo hemû komployên ku tên kirin şikand û têk bir. Em bi hêviya dîtina Rêber Apo dijîn. Tu carî tecrîd û komlpoyên ku Rêber Apo hedef digire vîn û îradeya me naşkîne. Em hêzê ji berxwedana Îmraliyê digirin. Sala 2023'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo yê fîzîkî. Em ê li qadan û di nava çalakiyan de bin heya ku em Rêberê xwe azad dikin."
‘Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye’
Fehîma Îbiş jî salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ser ziman: "15'ê Sibatê rojek reş e ji bo me, em komploya wê rojê bi tundî şermezar dikin. Komplo rojane xwe nû dike û gelê Kurd dike armanca xwe. Dixwazin di kesayeta Rêber Apo de projeya Netewa Demokratîk têk bibin û serkeftinên ku me bi dest xistiye biçewsînin. Bi vîna jinan wê dawî li komploya navnetewî bê û azadiya Rêber Apo misoger bibe. Heya ku Rêber Apo di zîndanê de ye em tu carî ranawestin û dev ji çalakî û bertekên xwe bernadin. Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em ê ji tarîtiyê ronahiya gelan ava bikin."