Jinên Filistînî ji bo Mexrîb û Lîbyayê banga hevgirtinê kirin

Aktîvîstên Filistînî diyar kirin ku ji ber erdheja Mexrîbê û lêhiya li Lîbyayê herî zêde jin bandor bûne û li hemberî qeyrana ku derketiye banga mezinkirina hevgirtinê kirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Ji ber erdheja 8’ê Îlonê ya li Mexrîb û lêhiya li Lîbyayê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Aktîvîstên Filistînî bal kişandin ser girîngiya misogerkirina hevgirtina jinan bi rakirina sînoran.

Aktîvîsta siyasî Hoda Alian bi bîr xist ku piştî erdheja wêranker a li Mexrîbê û lêhiya li Lîbyayê ji ber bandora Bahoza Danîel bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn û got: “Bûyerên xwezayî yên li Mexrîb û Lîbyayê qewimîn, felaketeke ku bandorê li hemû gelan dike. Gel li ser peyarêyan radizin. Pirsgirêka kon heye. Malên bi hezaran malbatan wêran bûn. Di rewşên wiha de qismê herî zêde bandor dibe jinin. Nebûna cihên ewle û nebûna şert û mercên tendurustî û lênêrînê ji bo jinan pirsgirêkên cidî derdixe holê. Her wiha debara malbatên xwe yên li dû xwe mane dikin. Em wek jinên Filistînî divê hem di warê madî û hem jî manewî de piştgiriyê bidin jinên Mexrîb û Lîbyayî.”

Banga hevgirtinê

Parêzvana mafên jinan Nesrîn Abû Amra ku dest bi parvekirina xemgîniya xwe ya ji ber erdhej û lehiyên Mexrîb û Lîbyayê kir û wiha got: “Ji bo parastina kesên ku ji karesatan bandor bûne divê stratejiyeke jîngehê hebe. Sedema sereke ya hêjmara zêde ya qurbaniyan ne hestyarbûna li hemberî hawirdore. Ji bo piştgirî û lênêrîna pêwîst ji jinan re were kirin divê em hewl bidin. Girînge ku parastina civakî û aborî were misogerkirin.”

‘Di demên krîzê de herî zêde jin û zarok bandor dibin’

Aktîvîsta civaka sivîl Marwa Abû Mistefa diyar kir ku ji binesaziyê heta pêşketin û afirandina jiyanê di gelek mijaran de pêwîstî bi hevkariya navneteweyî heye û got: “Pêwîste hemû jinên cîhanê piştgirî û hevgirtinê zêde bikin. Hevgirtin û piştgirî dê bandorek erênî li ser alîkariya jinên li Mexrîb û Lîbyayê bike ku zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin derbaz bikin. Ez bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikim ku hewlên xwe zêdetir bikin û piştgiriya bilez û berfireh ji qurbaniyan re bikin. Divê em wekî civakek cîhanî bibin yek ji bo parastin û piştgirîkirina jin û zarokên herî mexdûr di demên krîzê de.”